Helbestvan Ezîz Xemcivîn: Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

  Rojnameya War: Sîpan Abdulah

Helbestvan (Ezîz Xemcivîn) navekî  berçave di qada edebiyat û helbesta Kurdistana Rojava de ko çendîn berhemên çapkirî ji dîwanên şiirî û pertûkên din wek ziman û folklor hene û li ser nivîsandinê berdewam e. ji bo bêtir haydarbûnê ji vî nivîskarî me ev dîdar li gel sazkir.
– Berî çend rojan min hevpeyivînek bi Konê Reş re xwend, bi rastî dema li ser rewşa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî şerm dikir.

– Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.
– Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweşî û nexweşî, tîpên min şahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.

Pirsyar : Tu helbestê dinivîsî، erê helbestê çi kartêkirn li ser te heye û çi li te zêdekirye?

Bê guman ji sih salî ve ez helbestê dinivîsînim, ji bo min helbest dergeh an pencereya ko balindeyên henaseyê tê re bi azadî difirin. Min her derdkêşî, xweşî û ne xweşî bi helbesta xwe aniye ziman. Kartêkirina helbestê di tiliyên nexşekêşiya peyvan de diyar dibe. Berevajî jî çi qas ji hundirê min derdixîne ew jî di wêneyên helbesta min de di henaseyên hevokan de tê xuya kirin. Helbest û helbestvan peywendiyeke diyalîtîkî ko ji hevûdu nayêne cuda kirin.

Pirsyar: Ta çi radeyê te hizr û peyama xwe bi rêka helbestê gehandîne xwandevanan?

Helbest eger nebe nameya hundirê helbestvan, derbirrîna hest û hirza wî di baweriya min de ew helbestvan û tevli helbestên xwe têkçûyî ye. Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweşî û nexweşî, tîpên min şahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.
 
Pirsyar: Erê tu nuxaziye di helbesta kurdi de cewa dibinî?

Nuhxwaziya helbestê bi giştî û ya kurdî bi taybetî giringiyeke serdemî ye, helbesta kilasîk nema dikare barê hemû hizr û ramanên helbestvanê nuhxwaz hilgire. Azadiya nivîsandin û derbirrînê rengê tilûrekî perwaz û firyana xwe li nav şax û bax û asmanan bide, helbestvan jî her wisa ye.
Di helbesta kurdî de û bi taybetî ji bîst salan û vir ve gavine pir li pêş hatine avêtin. Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

Pirsyar: bi şêweyekê giştî، tu rewşa wêjeya kurdî li kurdistana rojava çewa dinirxînî?

Berî çend rojan min di malpera (Welatê me) de hevpeyivînek bi Konê Reş re xwend, bi rastî dema li ser rewşa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî şerm dikir. Hin ji nivîskarên me hene ji nivîsên xwe pê ve naxwînin û dema tê û bixwaze nirxandinekê bike di mafê toreya xwe de û hem di mafê helbestvan û nivîskaran de dikeve pir şaşitiyan û nizane an jî bi mebest naxweze bibêje ko gelek rewşenbîr, nivîskar hene û pir nivîsên balkêş dane. Diçe û tê û wê li heman gotinên xwe vedigere, min wisa kiriye û çend nav jî ji xwe re jiber kirine helbestvanên me ev in û helbesta nûjen li ba me nîn e û eger hebe jî lawaz e!!
Di nerîna min de helbest û romana kurdî, li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên din yên Kurdistanê li pêşdetir e. Helbesta nûjen li aliyê me gelekî li pêş e. Helbesta Rojava xwezayî ye û ne çêkirî ye. Ev jî bi rewşa Rojava ve girêdayî ye eger tu ji zarokekî me bipirsî dê tu bibînî ji siyasetê baş tê digihê, dêmek çawa nivîskar û helbestvanên me dê ne ew qas li pêş bin?
 
Pirsyar: Te çend berhemên çapkirî hene? Eger çendekê bo xwandevanên (war) li ser baxvî?

Berhemên min yên çapkirî ev in:
1- A.B eya kurdî (Alfabêya kurdî) sala 1990 li Şamê hat çap kirin.
2- Zindana Piçûk (Helbest) 2005an li Yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê hat çap kirin.
3- Pejal (Helbest) 2006an li Dubey Dezgeha Semakurd çap kir.
4- Jiyana Mele Ehmedê Palo wergerandin ji zimanê erebî 2007an
5- Gotinên Pêşiyan û îdyomên kurdî sala 2011an li Silêmaniyê Enistûtya keleporê kurdî çap kir.

Berhemên nehatine çap kirin ev in:

1- Henaseyên Rêwing (Helbest)
2- Şîrava Elindê (Helbest)
3- Pêlên ahîna matmayî (Helbest)
4- Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)
5- Zimanê Evînê (Helbest)
6- Stranên Jînê (Stran)
7- Delîveya Rexneyê (Rexne)
8-  Kewara girî (Gotarin li ser jinê)
9-  Çivîk difirin, çivîk li ser darê ne (pexşan)
10-  Evînî û bîrhatinên çivîkan (Bîrahatin)
11-  Zêro (Roman)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…