Jina kurd û biryara siyasî li rojavayê kurdistanê

 Evîn Şikakî

Em tev dizanin ku jin hatiye li paşxistin, pirsa jinê pirsekî girnge,  û watedare li her wetatî, û li her derî tê nerxandin û giftû kirin,  gelek semînar û danûstendin li ser hatiye û têne gotin.

 di rewşeke weha de pir asteng û piroblem, hê jina kurd li ber xwe didê û xwe radigerê, û her weha gavên wê li ber sînora nayê rawestan, herdem hawil didê ku di hemî warê jiyanê de çi siyasî be yan civakî be xwe bide xuyakirin û diyarkirin, û wekîwekî jin îsbat dike,ji ber ku Jin xwe di bîne çavnêra serdema xwe  hezkirin, evîn û bêrîkirina wê Serdemê, û li ser wê dilgermiya xwe berdewam dimînê, mêwan di çînê, hizran diafirînê.
Gelo di rojavayê kurdistanê de heta kîjan redeyê rola jina kurd di tevgera siyasî de heye ?
 jina kurd gehiştiya wê radeya ku bikare bibe xwediya biryara siyasî ?
ew çelengî û wêrekî û qehremaniya di şoreşê de dike gelo di siyasetê de jî kariye pirsgirêka kurdî bîne ziman û bişopîne ?
jina kurd li rojavayê kurdistanê tevlî tevgera siyasî bû dema ku yekemîn payrtiya siyasî hate damezra ndinin di sala 1957 de, lê ev bejdarbûn û derbasbûna jinê bi riya bavê wê bû yan birayên wê yan jî hevjînê wê yên ku ew bi xwe endamek bûn di wê partya siyasî de, ji ber ku jin ne xwediya biryara xwe bû ku ew bibe endama partiyekî siyasî û nejî rêxistineke civakî, hetanî salên heştiyê ji nûve wateye karê siyasî li cem jinakurd hate zelakirin û li azadiya xwe wekî jin xebitî, her weha hebûna rêxstinên jinan di tevgera kurdî de pencerk bû ku jin li ser doza xwe û her weha pirsgirêka xwe wekî jin raweste û bi nerxîne.
em tev dizanin  ku civaka me civakeke ne azade, û wek civak em li dergehê azadiyê didin lê berî wê jî dergehê azadiyeke netewî heye  yanî em di Karin bêjin têkalziyek di nav bera pirsa azadiya netewî û civakî de heye, lewma di baweriya min de jina kurd weku niha  bi hêz û werekiyeke bê hemba tevlî şoreşê dibe û bi hijmareke mezin bejdar dibe, tevî wehajî  ev nabe wateye ku dikare vê rolê di siyastê de û standina biryara siyasî  de bike û bîne zima yan careseriyekî bibîne.
Di damezrandina encumenî niştîmanî kurdî li Suriya sala 2011 de hijmara endanên jin pirkêmbûn di kongira yekemînde, lê di kongira duyemîn jimar pitirbûn, dîsa ev nayê wateya ku jin xwedîya standina biryara siyasî be helbet evjî vedigere gelek sedeman .

Lê niha hawildanên baş hene ji hêla jinan bi xwe ku jina kurd tevlî jiyana civakî û siyasî û her wisa aborî bibe  di rêka dezgehên sivî û komele û rêxstnên jinan, da her jinek bibe xwediya biryara xwe û rolekî xwe yê mezin bilîze û asoyên be fireh di esîmanê azadiyê de veke û gavên xwe bi wêrekî bavêje, her weha bibe  xwdî ezmûneke serbixer da bikare rola xwe di hemi qadên jiyanê de bibîne û pirsgirên xwe çareser bike û bîne ziman.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…