Piştî ku li van çend rojên derbasbûyî de ku pel û şepolên baran û sermayê Kurdistanê girt, bi mixabinî hejmareke zêdeyê welatiyan ji encama barana zêde û lehiyê ve tûşî zerer û ziyanên canî û maddî bûn. Ji bilî derbirîna hevxemiyê, palpiştiya xwe ya ji bo wan ezîzan û serxweşiyê li kesukarên qurbaniyên van rûdawan dikim. Daxwaz ji hemû dam û dezgehên pêwendîdarên Hikûmeta Herêmê dikim bi hemû şiyanek ve berev daxwaziyên wan ve biçin û yarmetiya ziyanlêketiyan bidin.
Agahdarî pêvajoya wargeha xuşk û birayên rojavaya Kurdistanê me jî û hesta êş û azarên wan dikim. Daxwaz ji Hikûmet û rêxistinên ne hikûmiyan û welatiyên Kurdistanê dikim ku li van demên dijwar de zêdetir alikariya wan bikin. Ew kesukarê me ne û êş û jan û çarenûsa me hevbeşe. Ji rûpela “facebook” ê