Kovara Dîwar û Çend Gotinên Şaşomaşo

Konê Reş

Berî çendakî dostê min romannivîsê kurd Helîm Yûsiv, ez agahdar kirim ku, wê di van çend rojan de kovareke nû bi navê DÎWAR li kerwanê rojnamegeriya Kurdî zêde bibe. Û wiha ta ku berî çend rojan min nûçeya weşandina vê kovarê, hejmara (1)ê ji di malpera (Welatê Me) de xwend. Ji dema ku Helîm ez agahdarî weşana vê kovarê kirim, car caran ez di navê wê de diponijîm; carana navê Dîwarê Berlînê dihat bîra min..
Carana wêneyê sûra Çînê an dîwarê Çînê dihat ber çavê min.. û carana ew salên zaroktiya min a ber dîwarên gund, di zivistananî de, dema ku rok derdiket, me xwe dida ber berojka dîwaran û xwe gerim dikir, dihat bîra min.. Wek ku çawa roja îro, em xwe ji ber sermê, didin ber berojka dîwarên sikak û kolanên bajarê Qamişlo.. Erê, xelkên Qamişlo, di van rojên dîrokî de, ji ber serma vê zivistana xedar û nebûna Petolê de, xwe didin ber dîwaran û di nav çar dîwarên malên xwe de xwe gerim dikin û xwe diparêzin..

Wek ku diyare, dîwar di navbera cîranan de têne avakirin, da ku her yek sînorê xwe nas bike, kes ziyanê li yê dîn neke û her yek li gor dilê xwe, bi azadî û serbestî di pişt dîwarê xwe de ji xwe re biponije, kar û xebatê bike.. Anko dîwar wateya wê; parastine.

Di kultura kurdî de jî yê ku xwedî mal û mewlan be dîwarên wî jî bilindin û her wiha yên xwedî dijmin jî..

 Gelek caran kurdan xwe daye ber siya dîwaran û bi rûniştina ber dîwaran re minet li hev kirine û ji hev re gotine: Yabo! Xune min xwe daye ber siya dîwarê te..?!

Dîwar, nişana hebûnê ye, nîşana şaristaniyê ye, nişana pêşketin û berdewamiya jiyanê ye..

Ji rexekî din ve du dêmên dîwar hene; dêmek her dem li ser cîhanê vekiriye, tev xelkên derdorê dibînin û nav û şanê xwediyê xwe wek ku heye şanî xelkên cîhanê dike û dêmekî wê yê taybet bi xwediyê dîwar ve girêdayî jî heye.. Xwediyê dîwar bêdengiya xwe, tenêtiya xwe û dûrbûna xwe a ji civakê û ji xelkên derdorê di pişt dîwarê xwe de derbas dike.. Jiyana xwe a taybet bi xwe re, bi ramanên xwe re derbas dike û ji hundirê dîwarê xwe planên pêşerojê bo berdewamiya jiyanê û hebûna xwe wek ku pêdiviya datîne.. Da ku jiyana xwe bi rengê ku pêdiviya civakê pê heye û ew dixwaze berdewam bike û ji xelkên cîhanê re bibêje; va dîwarê min jî heye, va ez jî heme û ez jî xwedî dîwarim.. anku ez jî xwedî ziman, kultur û şaristanî me..

Erê ku dîwarê me hebe, em nabin sêwiyên ber dîwarên xelkê..! Em bi hêvî ne ku bi kovara Dîwar ew neqeba di navbera keçika evîndar û Bavê Seyro de li ber herifandinê be..! Werin em xwe bidin ber siya dîwarê zimanê Kurdî û kovara DÎWAR..

Ez dilxweşim bi derçna hejmara pêşî ji kovara Dîwar, bi omîda ku di derketina xwe de berdewam be.. Û her wiha ez bi çavekî mezin li ked û westandina kadiroyên wê mêze dikim û ji edîtorê wê Helîm Yûsiv, berpirsyarê wê yê giştî Agirî Soran û kordînatorê wê Cemîl Oguz re dibêjim; her bijîn her bijîn.

Qamişlo, 16.01.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…