40 rojiya Arşevê Oskan li Almanya pêk hat

Helbestvan û nivîskarê kurd Arşevê Oskan  li bajarê Herne yê Almanya di 40 rojiya xwe de bi girseyek mezin hate bibîranîn. Arşevê Oskan di 25/11/2012an de, di temenekî pir ciwan de çû ser dilovaniya xwedê. Wî li dû xwe gelek berhemên giranbuha û hêja ji pirtûkxaneya kurdî re hiştin.

Di bîranînê de, li gel malbata Arşevê Oskan, dost, heval û hogirên wî, her weha gelek nivîskar, helbestvan û hunermend jî beşdar bûn.
Wêneyê Arşevê Oskan yê ciwan ku evîndarê Ala rengîn û zimanê kurdî bû, bi Ala rengîn û pirtûkên wî hatibû xemlandin.
Bîranînê  li ser piyan bi sirûda netewî Ey Reqîb û bi rêzgirtinê destpêkir. Dûre bi amadekirina hunermend Zuber Salih li videoya li ser kurtejiyana Arşevê Oskan hate temaşekirin. Peyam û birûskên ji bo bîranînê yên ku ji gelek kesayet, komele û dezgehan hatibûn ji aliyê hevalê wî nivîskar Qado şêrîn ve hate xwendin.
Di bîranînê de, heval û hogirên Arşevê Oskan li ser keda wî ya mezin ji bo ziman û helbesta kurdî axivîn. Bi hêsirên beşdaran re Helbestên wî hatin xwendin.
Hinek ji kesên ku axaftin kirin ev bûn:
Mihemedê Derwêş hevalê  ku di kar û çalakiyan bi Arşevê Oskan re gelek kar û xebat kirine li ser xebata Arşev axivî û xemgîniya xwe anî ziman.
Hisên Qasim ( Bavê Cûdî) ku yek ji  hevalên Arşev yê nêzîk bû , got ku  ezê neha behsa Arşev bikim û ez ê we bêhtir xemgîn bikim û behsa keda Arşev ya hunerî, her weha cenga wî ya li himber nexweşiya dijwar bê çare kir.  
Hunermend Zubêr Salih got ku wî awaz daye helbestek Arşevê Oskan û wê di nêzîk de derkeve, lê mixabin negihaşt ku Arşev lê guhdar bike.
Hunermend Bangîn got ku ewê helbesta Arşevê Oskan bi awaz bike û ew ne tenê soz dide lê belê xwe mecbûr hîs dike ku helbesta wî bi awaz bike.
Keça Kurd helbesta xwe ya ku ji bo Arşevê oskan nivîsandibû di bîranînêde xwend.
Mahmudê Abûzêd, heval û piştgirê Arşevê Oskan, got ku Arşev di wesiyeta xwe de  gotibû  ku wî bibin welêt, tabûta wî bi ala rengîn dorpêçkirî û rêwîtiya wî  ji sînorê Ttirkî heta gundê wî li ber strana Şivan perwer ya ”Hevalê bargiranim”bibe. Lê hezar carî mixabin ku tabûta Arşev bê ala rengîn
Hunermend Elîyê Sofî  ku hevalê Arşev yê zaroktiyê bû û gelek helbestên Arşev bi awaz kiriye got ku wî hunera xwe bi saya helwest û helbesta Arşevê Oskan nas kiriye.
Hunermend Ronican ku gelek helbestên Arşev wî bi awaz kiribû hestên xwe yên xemgînîyê anî ziman û hin helbestên Arşev bi kelogirî gotin.
Hinek ji  axaftvanên din jî ev bûn:
Nivîskar Qado Şêrîn-birûsk û name xwend. Helbestvan Tengezarê Marînî-axaftin û helbestek dirêj ku destpêka wê bi helbestek Arşevê Oskan destpêkiribû, xwend. Helbestvan Dilyarê Dêrikî li ser hin bîranînên xwe bi Arşev re axivî., Canda Binbaşî – Encûmana niştimaniya Kurd li Sûriyê, herêma Nordrhein Westfalen li Elmanya. Newafê Xelîl – rêxistina Ewropa ya pyd. Bavê Ciwan – Hevgirtina Libral ya Kurdistana Sûriyê. Heybet (Bavê Helepça) Şepêla niştimanî ya Kurd li Sûriyê. Hukmet Ezîz – Rêrxistina parastina mafê mirovê Kurd li Sûriyê.
Encûmena Ezdayiyên Sûriyê, .Kurdo (Bavê Sêrzad) – Hevrêza Avahî li bajarê Dirbasiyê.
Pêşkeşvanê bîranînê Bawerê Omerî bû….
Sersaxî ji bo malbat, hevalên Arşevê Oskan  û gelê kurd….

Roza Kurd      2012-01-05    Herne/Almanya.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…