Şadiya (Diya Şivan)
Nalîn û Jana birînê te ketin xewê.
Pênusa zêrîn tu namirî tu her dijî.
Çil roj find û fener, dikin ronî.
Çil roj peyv û pênus, digerin kelogirî.
Arşevê Oskan Sitêra wêjeya kurdî.
Çend payîz û zivistana,
buhara dilê te kirin seqem?
Çend lehîyên xwînê,
pênusa te herikandin warê evînê?
Çend rûpel ji hestên te,
bi qîrîn û hewar kirin gazî?
Çend ser nivîs awaz û lorîn,
nîvco qurmiçîn di buhare pênusa te de?
buhara dilê te kirin seqem?
Çend lehîyên xwînê,
pênusa te herikandin warê evînê?
Çend rûpel ji hestên te,
bi qîrîn û hewar kirin gazî?
Çend ser nivîs awaz û lorîn,
nîvco qurmiçîn di buhare pênusa te de?
dildarê zimanê kurdî,Arşevê Oskan,
berhemên te oxirê dikin ronî.tu her dijî.
28-12-2012 –Elmanye