Parastina Jiyana Hevbeş

Salar Elo

Piştî hin bûyerên neqenc û rewşa awarte ya ku xwendekarên me têde derbasbûn li bajarê Hesekê, li hin zanîngeh û înistûtiyên bajêr, hemû pêkhateyên bajêr hewldan daku sînorekî ji van karê xerab re deynin, jiber ku eger berdewam bike wê bandorek xerab li ser jiyana hevbeş û aştîya civakî bike, ev mijar pir giring e, û rola rewşenbîran û civaka civîl têde sereke ye, taybet rêxistinên civaka civîl û yên mafên mirovan.
Di baweriya min de gerek em pirsgirêkên xwe bi riya danûstandinê çareserbikin, û em têkeliyan bi pêkahatiyên bajêr re avabikin ,çi Ereb û kildo Aşûr û Siryan û Ermen û Turkman li ser bingeha biratiyê û rêzgirtinê, bi rengê ku têkeve xizmeta jiyana hevbeş û parastina aştîya civakî, û bi armanca ku rê li ber derbasbûna navkokiyên siyasî nav civaka civîl bigrin, ta ku nebe sedema şerekî navxweyî navbera pêkhatiyên civaka hesekê de.
Rola civaka civîl di vî mijarî de serekî ye û gerek xebatek berfireh bike daku bîrweriyê di mejiyê mirov de biçîne li ser giringiya parastina jiyana hevbeş bi hemû pêkhatiyên bajêr  re, û komîtin taybet ji hemû pêkhatiyan avabike jibo parastina aştîya civakî.

Di baweriya min de çiqasî navkokî  xurtbin lê danûsandina pêşketî û şêweyên aştiyane dê karibin wan çareserbikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…