Helîm Yûsiv
Heta salên heyştêyan, dibistana Xezalî, li Amûdê, dibistana seretayî bû. Ji ber ku hemû zarokên Amûdê di wê dibistanê de hilnedihatin, beşek ji zarokan, ku ez jî yek ji wan bûm, şandin (Mulheq). Ev peyva erebî tê wateya pêvekê, anku weku dibistaneke din bû, ku bi ser dibistana Xezalî ve bû. Mulheq bi xwe çend odeyên ku bi ax û kelpîçan, di hewşa kenîsa katolîkan de, hatibûn avakirin. Kenîse bi xwe jî ji axê û kelpîçan bû û li jora wê naqoseke hesinî hebû.
deriyê kenîsê yê mezin bi ser hewşa dibistana me ya Mulheq ve bû. Em zarokên ku ji dirêjbûn û giraniya dersan ditengijîn û bi bêhneke teng li benda bêhnvedana navbera du dersan de diman. Ne tenê ji bo bêhnvedan û lîstinê, belê ji bo em zanibin bê di pişt wî deriyê mezin yê kenîsê de, ku hergav di rûyê me de girtî bû, bê çi dibe. Me bi qulkirina dîwaran destpêkir, lê nebû. Vê yekê hem em bi xezeb û cezakirina mamosteyan re anîbûn hember hev û hem jî bi zehmetiya qulkirina wan dîwarên qalind re. Ji bo em nas bikin bê ev bêhna xweş çima ji paş vî deriyê girtî difûre û bê ew keşeyên ku kincên reşî paqij li xwe dikirin çi dikin, tenê yek rê li ber me vekirî bû, ew jî şikenandin yan jî qulkirina derî bû û me ew jî kir. Rêberê me jî Hewaso kurê Hisênê hoste bû. Bi bavê xwe re xanî lê dikirin û şîreta wî ew bû ku derî bi awayekî bê qulkirin, ku hem keşe û mamosteyên me pê nehisin ku derî qulkirî ye û hem jî em karibin hundirê kenîsê bibînin. Di wê navê re Hewaso û Rehîmê Melle pevçinîn û xwîn bi ser bêvila hev xistin. Hewaso digot ku kenîse jî wek mizgeftan mala Xwedê ne, lê ji mizgeftan çêtirin ji ber ku hem bêhna xweş ji wan tê û hem jî keçik û pîrek jî têne wir, ne weku mizgeftên me yên ku ji pêvî bêhna genî ya rih û simbêlên neşûştî yên Melle û sofiyan ji wan tê û ne keçik ne jî jin nikarin herin li wan limêj bikin. Rehîmo li ser riha bavê xwe yê Melle qebûl nekir û hevdu dabûn ber boksan. Piştî wê pevçûna germ Hewaso bûbû berpirsiyarê wê qulika derî û zarokan, di dema civatên malbatên filehên Amûdê de, bi dorê li hundir kenîsê dinerîn û behsa tevgera keşe û birêvebirina wî ya ji xelkên ku dihatin cem re dikirin. Wisa jî bêvilên xwe, heta ji wan dihat, derbasî hundir wê qulikê dikirin û bi wê bêhna xweşî ku heta niha ez li çi deveran lê rast nehatime, ceger û hinav û dil û kezeba xwe dadigirtin. Em hêdî hêdî mezin dibûn. Em, zarokên kurd bi sedan bûn û li kêleka me zarokên xiristiyan yeka yeka bûn. Tê bîra min, di pola-sinifa-heftan de bû, em dora sîh zarokên kurdî nêr, hemû bi hev re dil ketibûn keçikeke ermenî. Dema behsa navê wê dibû, şêst guh û şêst çav bi hev re şiyar dibûn û li bendê bûn ku tiştekî li ser wê delala dilan bibihîzin. Lê, dawiya dawî ew keçika ermenî û pê re jî çend malbatên fileh ku li Amûdê hebûn, bi hev re windabûn û heta hetayê nema pêjna wan li wan derûdoran hat. Ji zêdeyî sedûpêncî malbatên xiristiyan ku li Amûdê hebûn, malek yan du mal man û yên din yan ber bi Qamişlo û Helebê ve, yan jî ber bi Ewrupayê ve çûn û nema zîvirîn wî bajarî. Filehên ku karê hesin û mîkanîk, di sûka Amûdê de, di dest wan de bû, dev jê berdan, çûn û nema dengê naqosa kenîsa filehan li wî bajarî hat. Ew bajarê ku bi du kolanên xwe yên sereke tê naskirin, ku heta niha ji kolanekê ji wan re ( Cada filehan) tê gotin. Ji hêla din ve jî, kenîse ji berpirsiyarên rêjîma Baas û yên muxaberat re bû cih û war. Weku her malê mîratê yê kalekî yan pîreke bêxwedî ku bimre û malê mîratê li pey xwe bihêle. Kenîsa katolîkan ya Amûdê jî, ku di 1930î de hatibû avakirin, heta berî çend rojan, wilo lê hatibû. Van rojan, di 10.12.2012 an de, nûçeyeke sêwî û bi lez û bala kesekî nekişand, li ser rewşa nû ya vê kenîsê, di ajansa Feratê de hate weşandin. Tê diyarkirin, ku piştî bîst salan, careke din naqosa kenîsa katolîkan li Amûdê lê dide. Bi xêra berxwedan û tekoşîna xort û keçên kurdan ku bi qehremanî ji Şêx Meqsûda Helebê hetanî bi şerê parastina rûmetê yê ku li Serêkaniyê lidare, li Amûdê jî bi vê bûyerê encam da, ku talanker ji kenîsê bêne qewitandin, careke din dengê naqosê bê guhê zarokên Amûdê û kenîse li xwediyên xwe ji siryanî, aşûrî û ermeniyan vegere. Balkêş bû, ji bilî nûnerê siryanên katolîk ku ji Qamişlo hatibû, nûnerên êzîdiyan, misilmanan jî amade bûn. Lê, ji ber ku malbatên fileh li Amûdê, ji bilî yekê yan diduyan, nemane, ji bo vekirina kenîsê, ji Qamişlo û Hesekê hatibûn Amûdê. Ji hêlekê ve xiristiyan dilxweşiya tînin zimên ku wê kenîse vegere, wekî berê, cihê limêj û îbadetê, weha jî misilmanan behsa beşdariya keşeyên berê yên vê kenîsê dikirin, ku beşdarî rojbûna pêxemberê wan dibûn. Hêjayî gotinêye ku ev bûyer bi temamî di bin birêveberiya encûmena gel ya rojavayê Kurdistanê de hate holê û ev cihê pesindanê ye. Lê, dema ku mirov li vê bûyerê bi hûrbînî binere, rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê bi tevayî têde bi gewde dibe. Ji her tiştî bêhtir rewşa doktorekî ku dixwaze rih bi laşê miriyekî ve bîne, tîne bîra mirov. Zêdeyî pêncî salî ye ku ev rêjîm, hem mirovên vî welatî ji hundir ve xerab dike û hem jî rastî û taybetiyên xelkê serobinoyî hev dike. Lê, di encamê de, ne serokê nemir heta hetayê nemir û ne jî kevir ma li ser kevir.
Baş e, ku kenîse vebû, lê wê kî lê nimêj bike?.
…………………………………….
Baş e, ku kenîse vebû, lê wê kî lê nimêj bike?.
…………………………………….
Rûdaw, hejmar 178