Wezîrê Eşo
Gelê Kurd lawekî xwe yê pir hêja, kurdzanînê –Kurdzanekî herî bi nav û deng, dîrokzaniya Kurdî- dîrokzanê xwe yê mezin unda kirin: heftê û heft saliya xwe da li paytextê Rûsiyayê-Moskovayê 1ê Sibata sala 2007 a ji nişkêve wefat kir pirofesor-doktor, endamê Akadêmiya Ermenîstanê ya zanyarê yê tam û temam Şekroyê Mihoyî.
Bi wefatkirina Şekroyê Mihoyî kurdzanîn bi giştî û dîrokzaniya kurdî bi taybetî zirereke mezin ketin, ber ku bilî bi cîanîna pir berhem-lêkolînên xwe yên ser dîroka Kurdistanê ewî weke organîzatorê kar û barê zaniyarî yê êgin û jêhatî amadekirin û weşandina gelek lêkolînên kurdzanên dinê jî da bi cîanînê.
Şekroyê Xudo Mihoyî sala 1930î li gundekî kurdan yê nawça Ermenîstanê ya Axbaranê yê Elegazê, ku berê jê ra digotin Camûşvana Mezin, malbateke kurdên êzdî da hat cîhanê.Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ya navîn ew sala 1948an Înstîtûta paytextê Ermenîstanê-Yêrîvanê ya pêdagojiyê, fakûltêta wê ya dîrok-edebiyatê da hate qebûlkirinê û gava ew di sala 1952 da temam kir-vegeriya gundê xwe û dibistana wê da çend sala bû mamostayê dîrokê.Lê gava sala 1955a li Yêrîvanê ji nû ra rojnama kurdî ya Riya Teze hate weşandinê-Şekroyê Mihoyî vexwendin, ku rêdaksiyona wê da wek serokê beşeke wê kar bike.Piştî zemanekî kin ev posta katibê rojnamê yê berpirsiyar da kifş kirin, ku weke cîgirê berpirsiyarê rojnamê dihat hesibandinê.Eva posteke bilind bû gava em wê yekê bigrin ber hesêb, ku Riya Teze dihat dîtinê wek rojnameke komara Ermenîstanê ya ofîsiyêt, wek organa Komîta Navendî ya Partiya Ermensîtanê ya komûnîstiyê.Lê Şekro merem-mexsedek dinê dabû ber xwe : bi lêkolîna dîroka gelê xwe û welatê xwe-Kurdîstanê va mijûl bibe.Evê mexsedê ew bir beşa kurdzaniyê ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya Ermensîtanê ya zaniyariyê, ku sala 1959 da hatibû çêkirirnê.Hema li vira jî ewî têza xwe ya bendemanê zanînên dîrokî li ser Tevgera Kurdî ya Azazdîxwaz li Kurdistana Başûr bi cî anî.Çend sal jî buhurîn û destpêka salên 70î ewî eynî têma, eynî babet bi berfirehtir û kûrtir aliyê zeman û zaniyarê da kir têza doktorê zanînên dîrokî û ew bi serkeftin di civîneke zaniyariyê ya bilind û giran da parast.Çend sal jî buhurîn û ji ber zanînên wî yê zanyariyê yên kûr û nemzae li ber hesêb girtina kemal, talanta wî ya organîzatoriyê zaniyariyê ew kifş kirin wek serokê beşa kurdzaniyê.Zemanê seroktîkirina wî da pir lêkolînên hêja di wê beşê da ser ziman, edebyet, dîrok û êtnogirafiya kurdî hatin bi cîanînê.
Salên 60î Zanîngeha Yêrîvanê da beşa kurdzaniyê hate vekirinê.Şekroyê Mihoyî di wê da fêrên dîroka Kurdistanê bona xwendekaran bi cî danî.ji ber vî karê mamostatiyê navê pirofêsoriyê yê bilind dane ser wî.
Destpêka salên 90î Şekroyê Mihoyî hate hilbijartinê weke endamê Akadêmiya Ermensîtanê ya zaniyariyê yê tam û temam û bû akadêmîkosê kurd yê yekemîn di nava govek, çarçova ne ku bi tenê Ermensîtanê, lê ya temamiya Yekîtiya Sovyêtiyê ya Berê da di warê kurdzaniyê da.
Piştî hilweşana Yekîtiya Sovyêtiyê weke dewleteke yekgirtî di sala 1991ê da, gava bi giranî bi sebebê sosoiyal-aborî zorî û zehmetî ber bi cîanîna lêkolînên kurdzaniyê û nemaze weşandina wan çê bûn Şekroyê Mihoyî destpêka salên 90î çû li paytexta Rûsiyayê-Moskovayê bi cî bû.Wî zemanî rewşa kurdzaniyê li Rûsiyayê jî, bi taybetî di nava du navendên wî yên li Moskovayê û Pêtrsbûrgê da jî xirab bibû.Kurdzanên wir weke pêwîste dîsa bi sebebê sosiyal-aborî û kêmasiya fînansan nikaribûn lêkolînên xwe weke berê bi rêk û pêk bi cî bînin û nemzae wana bidin weşandinê.Di vî warî da şuret û hunerê Şekroyê Mihoyî yê organîzatoriyê bi kêr hatin.Ewî li wira Navenda Lêkolînên Kurdî vekir û di wê da, li dora xwe kurdzanên Rûsiyayê yên bi nav û deng civandin ji bona bi cîanîna lêkolînên kurdzaniyê û weşandina wan.Bi alîkariya sponsoran ewî bêtirî 15 pirtûkên kurdzaniyê li Moskovayê dan weşandinê yên ser ziman û zaravên Kurdî, ser dîroka Kurdistanê.Bi lêkolîn-pertûkên Kerîm Eyûbî, Î.Smîrnovayê û Zera Ûsiv yên zimanzaniyê, lîngvîstîkiyê hate îzbatkirinê, ku zazakî û goranî ne ku zimanê cudane, weke hinek xêrnexwaz, dijminên yekîtiya gelê kurd, falsîtîkatorên zimanê kurdî hewil didan bidin qebûlkirinê, lê şêwe, zaravê zimanê kurdîne.
Destanîneke vê Navendê ya here mezin bû bicîanîna nivîsandin û sala 1999a weşandina “Dîroka Kurdistanê” li Moskovayê bi zimanê rûsî.Şekroyê Mihoyî bû berpisiyarekî weşandina wê pertûka zaniyarî ya giranbuha, ku tê da dîroka welat û gelê me li ber çavan hatiye raxsitinê ji zemanê herb û dagîrkeriyên ereba destpêkirî hetanî rojên me. Beşê vê lêkolînê yên cuda-cuda bi cî anîne Şekroyê Mihoyî, M.Lazariyêv, M.Hasratiyan, J.Vasîliyêvayê, Jîgalînê û Bagîrov.
Şekroyê Mihoyî mîrateke zaniyariyê ya zengîn dû xwe hişt: Çend monogîrafiya, lêkolînên berfireh, bi deha gotarên zaniyarî.Lê ya here mûhîm ewe, ku ew xebatên wî ser asta zaniyariyê ya akadîmîsiyêniyê ya bilind hatine bi cîanînê û hêjayî nirxa mezinin.
Li vê tangê me dixwest bal bikşanda ser wê yeke, ku weke dîrokzan goveka balkêşî, hewaskariyên Şekroyê Mihoyî ji tixûbê dîroka Kurdsitana Başûr, Tevgera Azadîxweziya Kurd li wira bi serokatiya Mistefa Barzaniyê Nemir derketiye.Ewî çend lêkolîn-gotarên zaniyarî yên giranbuha pêşkêşî dîroka Kurdistanê bi temamî, pirsgirêkên wê dîrokê yên aloz û ne zelal kirine.
Sed heyf, ku mirina bêwa mecal neda, ku Şekroyê Mihoyî hemû merem û mexsedên xwe di warê bi cîanîna çend lêoklînên dîrokzaniyê da bi cî bîne.Yek ji wana bi cîanîna lêkoklînekê bû ser Barzaniyê Nemir weke serkirda û serleşkerê mezin.Haya min baş jê nîne, kanê gelo ewî ew lêkolîn hetanî çi warî, çi qonaxê bi cî aniye .Lê eger ew nîvecî, nivîşkan maye, usane, me tiştekî pir giranbuha û pîroz unda kir.
Şekroyê Mihoyî welatparêz, kurdparêzekî bi şewat bû.Eva yeka zelaltir hate dîharkirinê, xuyakirinê nemaze nava kar û barê wî yê civakî da.
Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovêtiyê dutîretî ket nava êl û olka kurdên Ermenîstanê, ku ji aliyê çend nijadperestên ermenî yên weke Yêxiya Naçariyan û Çarnîk Asatiriyan da dihate tûjkirinê û gurkirinê.Piştî ku kurdên musulman Ermenîstan terk dan-çûn Rûsiyayê û li vira bi tenê kurdên êzdî man çend kurdên êzdî yên menfeetçî, kariyêrtîst hatin meydanê û gotin, ku êzdî ne kurdin, nijad, miletekî cudane, ku em gotî vir hada li Ermensîtanê bêjin û binivisin ””””””””Gelê êzdî””””””””,””””””””zimanê êzdîkî””””””””.Evê yekê rêaksiyoneke pir bi tûnd, pir bi hişk di nava me ronakbîrên kurd, rasttir, yên kurdên êzdî da yên Ermensîtanê da çêkir.Bi înîsiyatîva Şekroyê Mihoyî civîn, kongira me ronakbîrên li Ermenîstanê da bingeha Şêwira Ronakbîrên Ermenstanê yên kurd hate danînê û Şekroyê Mihoyî jî di wê da hate hilbijartinê weke prêzîdent, serokê wê Şêwirê .Mexseda vê şêwirê ya bingehîn parastina navê kurdîtiyê bû ser olka êzdiyên li Ermenîstanê, ser ziman, çand û edebiyata me, parastina yekîtiya beşa miletê me bû ya li ser axa yekîtiya Soviyêtiyê ya berê.
Şekroyê Mihoyî ji wan ronakbîrên kurd bû, yê ku em heval û hogirên xwe û milletê xwe di nava civaka biyaniyan, gelên cînarê me da bi giştî û di nava ronakbîrên wan gelan da bi taybetî rûsipî û serbilind dikirin.Salên 70î bû.Ez rojekê weke pir carên dinê çûm serlêdana lawikên me yên di beşa kurdzaniyê da li Akadêmiya Ermenîstanê ya zaniyariyê.Gava ez li Şekro geriyam-ji min ra gotin, ku ew hema vê demê Sêmînarekê, raporekê bi cî tîne bona zaniyarên înstîtûtên Rojhilatzaniyê û dîroka gelê ermenî di serake Akadêmiyayê da. Min lezand wira.Sera bi zaniyariyên ermenî va çilk-çervn ra bû, derzî bavîtana-nediket erdê ber ku rapora Şekro ser rewşa kurdên Kurdistana Bakûr ya hemdem bû, ser babeteke usa, ku bi sebebê femdarî bala hemû ermeniyan û nemaze dîrokzanên wan dikşîne ser xwe.Tirs û xofekê li min girt û ez dilê xwe da difikrîm:”Gelo hogirê min wê bikaribe li ber gire-girên ronakbîrên ermeniya bi rûkî sipî bin vê berpirsiyariya mezin û giran derkeve.Gelo gava dîrokzanên ermenî pirs û pirsiyaran ser pêwendî, girêdanên ermeniya û kurdan zemanê bi cîanîna gênosîd, gelqiriya ermeniyan da bi destî ciwantirkan ji wî bikin ewê bikaribe ji bin wan pirsiyarên giran derkeve”.Lê Şekro raporeke aliyê zaniyariyê da haqa kûr û temam bi zimanekî ermenî yê dewlemend û xweş bi cî anî, ku kêfa zaniyarên ermenî jê ra hat, ewana pirsiyarên xwe yên bi tehlîke ji bîr kirin û dawiyê da her bi tenê bi zemanekî dirêj dest, çepikên xwe li hev xistin.Gava ez ji serayê derketim min dilê xwe da got:”şîrê te li te helal be, Şekro, te em çawa rûspî û serbilind kirin”,û gava ez di kolanê da dimeşiyam min hew tirê ser pembu û zembelekan dimeşim; lingên min ji şabûna erd nedigirtin.
Piştî temambûn, xilasbûna konghira me ronakbîrên Ermesnîtanê jî, ya ku min li jorê besa wê kir, şayra ermenî ya mezin Sîlva Kapûtîkiyan nêzîkî min bû û derheqa rapora Şekro da wa got:”Minê pir bixwesta, ku hinek ronakbîrên me yên ermenî jî weke Şekroyê we yê Mihoyî bi ermenîke wa bijare, wa dewlemend û xweş axaftin bikirana”.Li vir jî ez ji ber şabûn û serbilindiyê weke elokan di xwe da werimîm.
Ez xwe bextewar dibînim, ku min ne ku bi tenê Şekroyê Mihoyî naskiriye, lê bi wîra hevaltî û hevkarî jî bi cî aniye.
Hevkariya me ji rojname Riya Teze destpê bû, gava ewî bi amadebûna min serrastkirina gotarên min temam dikir û ew ji bona weşandinê bi rê dikirin çapxanê.
Gava min nîveka salên 70î werger-lêkolîna xwe ser berhemên ronakbîrê ermeni yê mezin, dost û xêrxwazê gelê kurd Xaçatûr Aboviyan temam kir, Şekro ra got, ku ew bibe rêdaktorê wê yê berpirsiyar ji bona weşandinê. Ewî ew xebata min ji destê min girt bê ku konkirêt sozekî bide min.Piştî xwendina wê ewî ne ku bi tenê ew wezîfe hilgirt ser milên xwe, lê bi ser da jî pêşgotinek ji bona wê pertûka min nivîsî û di wê da keda min jî da nirxandinê.
Çend sala berê li bajarê Almaniyayê-Wûpêrtalê gotî xelatên Komkarê bidana çend ronakbîr, hunermendên kurd û di nava wan da –Şekro jî.Komkarê rê tê ra dît, ku weke welatî, hogir û hevkarê wî û weke kompêntent, zanê kar û barê wî ez di mêrasima pêşkêşkirina xelatan da axaftinekê ser Şekroyê Mihoyî û jiyana wî ya berhemdariyê bi cî bînim û wê xelatê bi destê xwe bidim wî.Min ew spartin bi şabûn û ser bilindî bi cî anî.Piştî civînê Şekro ji min re got:”Te axaftineke xweş kir, lê pesnê min pir da”.
Hevdîtineke min û Şekro, ku piştî serlêdana min ya li Herêma Kurdistanê di buhara 2002an çêbû, min jê ra got:”Şekro, min merem daniye ber xwe, ku lêkolînekê bi cî bînim li ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovêtiyê, ber ku di vî warî da valahiyek çê bûye û ew kar û bar bi temamî û hêjatî nehatiye raxistinê, li ber çavan , nehatiye nirxandinê”.Şekro boyî vê yekê pir kêfxweş bû, lê gava min gotina xwe anî ser wê yekê, ku ew bibe asîstanê min weke Barzanîzan û rêdaktorî, berpirsiyariya weşandina wê lêkolîna min bike, ewî bersiva min wa da:
-Bi şabûn, Wezîr.Ezê bi ser da jî weke rêdaktorê berpirsiyar pêşgotinekê bona wê pertûka te binivîsim.
Xweş nivîsî!..Ne pêşgotin bi cî anî, ne jî xatirê xwe ji min xwest:pişta xwe da min û çû ; ez xemgîn û sergerdan hiştim .Çima, Şekroyê bira?Ne axir bilî xeberên xweş û rêzgirtina te min qet carekê jî gotineke sar nedabû destê te.Lê te çima ez li Awropayê, nava xerîbiyê da bê berbîn hiştim?Rast e , hogirên hêja dîsa hene, lê weke gelê me dibêje, her gulek bînek jê tê, lê bîna te jî pir xweş bû, welatiyo û hogiro:wek bîna gul û gîhayên zozanên Kurdistanê.
Sala 2006an havînê Şekro serlêdaneke bi sirê li Herêma Kurdistanê bi cî anî.Gava vegeriya Moskovayê ez bi telêfûnê ji Brûsêlê pê ra peyîvîm.Pir kêfxweş û serbilind bibû ji ber avadanbûn û gulvedana Kurdsiatana Azad.Lê gava pirs û pirsiyara rewşa min kir min jê ra got:”Şekro, vî temenê kalemêrtiyê da ez ketime nava xerîbiyê, eva yeka giranîke pir e ji bona dilê min yê tenikbûyî”.Dest xwe da bersiva min da, weke xwe cara li min hate şîreta :”Ez zanim derman, melhema dilê te yê xemgîn çiye: rabe here ziyaretkirina Herêma Kurdistanê û dest xwe da ew xemê giran wê ji te birevin”.Ez piştî çend mehan hatim beşê welatê xwe yê azad, xem ji dora min çûn, lê hema li vir jî besa wefatkirina te gihîşte min û şabûn di nîvê gewriya min da ma . Tu xêrxwaz, dilêş û berbîna min bûyî, lê te çima ji nişkê va ev bêdadî, ev nemamî ji min ra kir, hogirê ezîz?
Şekroyê Mihoyî heftê û heft saliya xwe da wefat kir.Eva temenekî ne hindike, ne kême, gava em wê yekê jî bigrin, ber hesêb, ku pir mezin ciwaniya xwe da ji vê cîhanê diçin.Lê em gotî gotineke aqilbilindekî cîhanî yê zemanê kevnare jî bigirin ber hesêb, gava gotin tê ser wefatkirina Şekroyê Mihoyî .Ew aqilbilind dibêje, ku mirina ronakbîrê berhemdar yê ku hêjî diafirîne çi temenî da jî dest bide ya ji zemîn zûtire.Em vê gotinê tam û temam dikarin hindava Şekroyê Mihoyî da bi kar bînin.Her bi tenê ew yek ji me hogirên wî yên qelemê ra dibe sebir û sikan, dibe stûnbeke stûr dikeve ber dilê me yê şiksetî, ku bîranîna wî ya geş û ronik wê heta dawiya jiyana me dilê me da bimîne, lê navê wî yê hêja û bilind jî-nava gelê wî yê bi şêkir da-hetanî dîrokzaniya kurdî hebe.