Faşistên Tirk û hinek Şovînîyên Ereb bi kûda !

Y.Sabri Qamişloki

Dema kû kîn, kerb û zikreşî di nava rihê meriv hatibê çandin, pir zehmeta ew karibê bibê însan û bikevê nav çivaka mirovahiyê de, û mîna her keseki danûstandinê bikê,  ji ber kû di nava demarê wî de tişteki balkêş heya, kû nayê şîrove kirin
lê hemid ji xwedan re, go bûyerên wan yên qirêj, hovana, bê exlaq û karên va Faşistên xwînmij yê Teroristi, dihêlê kû her kes wa nasbikê, pêwistî bi analizkirinê tinebê.
Bi sedê salana,go êrîşên xwe qirêj, ji Impratoriya Osmanî  bigre, kû li diji piraniya miletê Cîhanê pêktanî û bi teyibeti ji, li diji gelê me yê Kurd bû û heta avakirina dewileta wa ya Kemalist kû li ser xapa, xwînmijî û qirkirina gelan hatibû avakirin û heta îro vî karê gemar li himber me dimeşînin, û di nerînên wan de gavên ber bi Aşti û Birati de qedexeya.
Weki em hemû dizanin, her kiryarên xwe yê qirêj yên cûda, bi kuştin, qirkirin, talankirin, zilm, zordarî kû li diji hemû Zagonên cihanî û Şerita îslamî û hemû Mirovahiyê li me dikirin û dikin, tenê gûnehê me ewe ji ber em Kurdin û zimanê me kurdiya û Welatê me Kurdistana.
Di navbera her demekê de û bi teyibeti ji, pişti hilweşandina rêjîma Diktator ya Bexdayê, kû hate diyarkirin, weki rastiyekê kû nema tê veşartin, bi avakirina Dewileteka Fidiral û Dimoqrat di herêmeka xwedan nijadperst kû Serokên wa bi darê zordariyê û bingeheka gemar hatina ser Destselatdariyê û xwe têde asêkirin. Ev Welatê ha (Tirkiya) her tiştê xwe yê ne baş pêkanîn, destê dosteniyê dirêjî her Erebeki Şovîni, Terorist û bê Exlaqan li Iraqê kirin, bi teyibeti ji kû ew kesê go her tim li diji  îradeya gelê kurd radiwestin,  van kesan didin xapandin bi Dolaran, û cend şevên xweş yê razanê li Otêlên 5 Stêrik, û bi Firokên teyibet wa di navber Bexda û Enqera de dibin û tînin. ji ber wan tiştê pozîtîv ji mirovên Demoqrat, Libiral û baş nedîtin.
Bêgûman pişti ketina wî dîwarê zilmê li îraqê di Nîsana 2003, vê Dewileta Kemalîstî Faşîst, xwe bi her awayi nêzîkî Kesaetiyên îraqê kirin, bi teyibeti ji yê kû li diji Federalizim û Nerîndîmoqrat û Insanetiyê ne.
Xwe avêtin piraniya Siyasetmedarên vî Welatê, ji hemî hikûmeta, ji Eyad Alawî bigre û derbasi Ibrahim Alceferî bibe kû ev dawî hinekî hate xapandin, cend cîvînên bi dizî, li pişt Perdê bi Tirkiya re cêkirin, kû ew bû nakokiya herî mezin di navbera Kurda û Erebê Şîîa û bi vê ji Kûrda ev hikûmet rûxand.
Dijminan siyaseta xwe ya bê insaf li diji Kurda hê dewam dikin. Berî 3 mehan wa li ser Xaka fitnê li Enqerê Konfiransek bi navê (Serkeftina xwedanê îraqê) pêk anî, di wirde pir ji Şovînyan û Rassistan beşdarî vê Civînê bûn.
Vî Welatê dagirker xwe ji kiryarên xwe yê Krîmînal  dûr nekir, bangî cend şexsiyetên kû Rol û behra wa di vê Hikûmeta nû de heya, mîna Tariq Elhaşimî cigirê Serok komar û Ednan Dilêmî Serokê Fraksiona Erebê Sinî di Parlameta îraqê de, lê mixabin wa nikarîbû, tisteki baş ji wan bgirin, ji ber ew bi xwe ne di destê xwe dene, û her yekî bixwazê Kurda bi xapînê, dema Ibrahîm Elceferi tê bîra wan.
Tirko li Enqerê di 15-16 Yênayir 2007 mîna Simînarek di bin navê (KERKUK 2007) amede kir û weki hercar, cend kesên Mûflis û Terorist û Şovînî pêva amede nebûbûn kû di rêza serekî de Cebha Tûrkûmanî ya Tirkî bû, lê sed mixabin kû ew ÎRAQÎ xwe dibînê.
Gefên Tirka roj bi roj  li ser gelê me dijwartir dibê, ew Plan û Provakasionên qirêj li diji tevgera me amede dike, ji ber kû hemû Cavkaniyên Kurda didin xwiyakirin, go ew haziriya operasioneke gewira dike,  amedeyê Konfirenseka pir mezîn dikê, û wan her kesekî îraqi kû li dijî Aşitî, Azadî, Fidiralizim û Demoqrasiyê di sekinê dawet kirina, û cend Rêxistinên Lîbîral ji di nav de hena, lê hê ne diyare ka ew kesên ha wê vê dawê qebûl kin ya na,  wa tenê kurd di virde bê behir weki hercar hiştina.
Dibê em ji bo her Tofan û Şeran re li himber Faşistan, Dîktatoran û Fûndemîndalan  amedebin, destê birati, yekîtî, aşitî dirêji hev bikin, dev ji hemû Alozî û Nakokiyan berdin, wekî pêşiya gotiya (Xwîn nabê Av) û pir gûnehe û xemgîniya kû em Berhemên Xwîna Şehîdan bi dev wan de berdin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…