Vejandina zimanê kurdî erkê Serekeye, yê ronakbîran

  Idrîs Hiso

Ji ber , gelek , sedemên , core cor , civakî , torevanî , çandî , û abûrî , yên taybet bi miletê kurd . zimanê kurdî dibin metirsîk mezin deye çimkî miletê kurd bi zimanêxwe naxwînin , nanvîsin , ramanan pê nakşînin û bandora zimanê fermî baş cêxwe dîtye li ser mejî û jiyana kurdan ne xasim( rojava û bakûr ) helbet rewş li hemû kurdistanê newek heve , çimkî li başûrê kurdistan , îro kurd azadin û zimanê kurdî li wir zimanê dewletê yê fermiye û li herêmê pê îdara gel dibe……. Lê li parçeyên kurdistanê yê din rewş xerabe .
Nexwendewarî li nav kurdan bi zimanê kurdî bêtir 99% ye ,û di axaftinin xwejî de , îro bandora zimanê fermî li dewletên ku kurdan û kurdistanê hikm dikin zor xuwyaye …… ezê vê mînakê bêjim , belkî ronyê bide vî alî bêtir .
Berî demekê , min telîfonî hevalkîxwe kir xûşka wî rahişt bihîstokê , min gotê : ka filan li male ?
got min : na
min gotê , heger hat bera ser vê nemra telîfonê , telîfonî min bike , xûşka wî 20 salîye dema min jêra got vê nemrê binvîse , got min , bêje , dema min bi kurdî hejmar got , got min , bi erebî bipeyiv , ez wilo nizanim …… ?!
wek vê mînakê bi hezara tişt hene
pirsgirêk ewe , kêmanya kê ye ? û çawa emê ji vê rewşê xelasbin ? erkê kê di vî warî de giran e ? emê çawa van kesan bi xwendin û nivîsandin bikin ?  …… emê çawa ziman vejînin ?
ev hemû pirs sere pirsgirêkê ne . gelo ,erkê xort û gêncên kurdaye pêşî , an erkê ronakbîraye ?
– Hin nivîskar di bêjin “ her tişt di destê û stûyê ciwanan û zarokan deye , kuştin û hiştina zimanê me di destên wan deye , bi wane ,heger dê û bavên ciwan,  ên ku niha dare jînê , yanî ekonomî , siyaset û çand di destên wan deye zarokan fêrî kurdî – kurmancî bikin , wêje û xwendin û nivîsandina bi kurdî bikin , wê zimanê me bijî , heger nekin mixabin pêşerojeke tarî li bermeye .. “
Û di bêjin jî  ”gerek ciwanên me di qirka ewkesên ku bi kurdî na axivin û şerkî di vî warî de bikin“
Û gazî wan dikin û di bêjin , yan wê dîrok bêje ciwanên Salên 2000 ziman vejandin ,  û yan wê bêje ziman mirandin .
Belê raste , ciwan , gênc (jin û mêr ) ew gewdê miletan e hêz û mikanîkiya wane, lê ew gewdê mezin heger mejî wî negerîne bê
sûde ye. Milet gewde . ronakbîr,rewşenbîr , mejyê . Wek ku têla elktirîkê yan ,(kebsekwê), febrîqak zor mezin digerîne ….. ew rewşenbîre,ew ronakbîre .
Loma dibînim ku ew giringe ,ku rewşenbîr bikaribe ,vêpirsgirêka gelerî ya miletê kurd çareser bike,riyeke taze bibîne an bi afirîne, ku çawa wê gel bi karibe Bi hemû qatên xwe li malaxwe, xwe û zarokêxwe, li serkarêxwe , xwe fêrîziman bike.
 Evê wê çawabe , wê çilo be çi jere divê , helbet pêwîstî lêkolîn û gerê ye, pêwîstî xebata nav gele zanî taybetmandyên rewşa
kurda ye , bi hemû awayî çivakî , siyasî û abûrî nexasim evkarekî bileze , di guhertinên ku îro li rojhilata navîn dibin . loma dibînim ku wê dîrok wisa bi bêje ka ronakbîrên kurdan çi xebat kirin da go zimanê kurdî di nav refên gêncên kurdan de bikin zimanê jiyanê , perwerdeyê , ramankêşandinê . wê dîrok binvîsîne ronakbîran çi xebat û lêkolîn kirin go riyek zanistî li ser bingehên xurt pê riya fêrbûn û fêrkirina xwendin û nivsandina kurdî hesan bikin , riyek gor rewşa milet bi hemû qatên xwe, peydakirin an na . çimkî dibînim . gelê kurd hogirê zimanê xwe ye lê riyek durist , hesan û bi sûde ne di dît .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...