Ji bo Nazê Arşevé Oskan!!

Keça delal! Evê nameya apê xwe, li ber serê bavê xwe bixwîne…

Arşevé Oskan

Bazê helbestê …Oxira xêrê be …
Min dixwest ez bihna xwe fireh bikim û guhdarî te bikim… Lê xuya ye ji çemê xembariyê em bi hêsanî dernakevin…

Hevalo! Em miletekî béwijdan, sextekar ü derewçîn in…! 
Tu zanî çi qas em dijminên hev in, ji hev hez nakin…!
Di saxiyê de em gora hev dikolin… 
Tu Kurdekî hezkerê Kurdekî nabînî…
Guh nede ev gotinên ko em di mirinê de li ser hev dibêjin … 
Ew rûyê me ê derewçîne hevalo…!
Heman hinek ji evan kesên ko xwe li ber te….dixin, eger tu bi saxî di tengayeké de bidîtina, bi destê te nedigirtin… 
Ji rewşa xwe binase! Kê ji me seredana te li nexweşxaneyê kir? 
Çend şevan em ji ber serê te ranebûne…?
Bizane, rastî tehl e… Guh li nivîsên me neke, tu mirî yî, em ê pesnê te bidin… 
Di saxiya te de bûya ü tu di ber me re biçûyayî me yé xwe ji ber te veşarta.. 
Bila me nebîne hey tiştekî ji me bixwaze…!!!
Nuha sextekaran bi te bihîst ko tu helbestvanekî hêja yî…!!! 
De ne xem e birako… 
Kurdek û du Kurd biçin, li bal me derewçînan bîna hev in… 
Oxira xêrê be…

26.11.12
Eziz Xemcivin
Heyfa siwaran ko ji hespé jıyané peya dibin…
Ji bo hevalé min î helbestvan Arşev Oskan

Dixwazim bêm..
Tizbiya bîranînan morîk bi morîk 
di guldanka hevaltiyê de em parve bikin… 
Bila çavên me bi hev re 
axaftinên çivîkên şahiyê bi şêraniya dilê te 
ji cihanê re biguhêzin…

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…