Koça helbestvanê hêja Arşevê Oskan

Mihemedê Seyid Husên

Jana peyamê hingavtime
xemgîniya kêferatê bi kula
penceşêrê re dagîrkirime

li gel koça Arşevê Oskan
ji kovanên dil azirîme
xuricîna lixêvên newaziyên
coşdar li min sincirîne
yadîgarên şahlewendî
pelmarî hestên min bûne
kenyana rûdêmê li hevhatî
tucar jibîr nakim
behremendiya afirandinê
bi stêrkan re pevçiniye
berê xwe ji heyvê guhertiye
çima ku para wî
li evîna qedexe xistiye
çima ku li penaberiyê
xewnên bê reng û deng
bê dîmen û henasên
geş û gewez raçav nabin
çima ku pêwendiyên me
bê nasname hevdû gerden nakin
kêliyên zor û sitemiyê
ji ser singa me mişext nabin
roka xawer ji nêv taristanê
keskesoran li ber sura
bayê hêwa pêşwaz nakin
çima omîdên me
bi gulawazên serkeftinê sertac nabin
bi zimanê yekgirtinê rêbaz nabin
mîna wezge û siparde
şêwezariya mercên jiyanê
bi hev re pêngavan nadin pêşbêniyan.
          *  *  *
mixabin keko
şwejiyana aloz û kêmçare
derfet nedaye ku
hest û agadariyên xwe ji te re
bi têrutesel şîrove bikim
li ber têledirkên sînoran
bê vîza destaneya hezînê
di dilê min de lûsiyaye
ji kevçika dilê xembar
pakrewaniya giyanê gorbihuştî
ku hêj li xaka pîroz
mîna berbanga xunavgirtî
nebûye mêvenekî xoşewîst
hêj ji nêv çelengiya peyva resen
mîna xameyar û wêjwdost
li gel hemerengiya xwerista welat
li ser kohên çiyarêzên Kurdistanê
serê xwe helmût rakiriye
mîna birîna kulîlkê
ku her bi comerdî bînê
li mirovaniyê biparvedikî
mîna simbilê genimê
Bîrkinêza xopan
ku li zeviyên pîtdan
berz û bala xwe li badikî.
         *  *  *
naxwe ku jiyan
rêwingiyeke demdirêje
wisa jî Arşevê Oskan
giyanê xwe dabû pêş
tenha bo ku evîn rêya
koromîdan ronî bikî..û
zeman destelatdariyê
li her tiştî bikî
herweku xwedê jê xweş
bi heman gernejîna çakbîn
hemî kul û derdên şîngiran
ji dilê hemrahên xwe dûr dikî
ku tê bîra min yekser
hest dibim ku dilê min
hevgehînekê jê dixwazî
belbî birînên min û xwe
pê derman bikî.
bi wan tiliyên ku timî
ronî diweşandin
gurzên gulan bi ser
agir de dibarandin…û
îro mizgîniya hevdîtinê
radiguhêze civanê evra
weku ji zarokî ve hewl daye
ku evîna peyvê û derbirîna azad
li ser navê xwe saman dikî.
          *  *  *
jêmayên wî berbang qedexe ye
hêviyên birîdar û kê gul çinî
keştiya penaberan û xewnistan
awazên evînê û govara Zevî
dê li ber dadgeha roja paşdawî
bîneriya xwe tevlî
cemawirên xwendevan
di mnagirtinên pirotistêriyê de
bîneriya xwe bo wî bibêjin…û
lêbexşînê jê re bixwazin
bo çaksaziya helbestê
pêkuristina peyvê
bo zimanê dayikê yê mader…
afirandina wêjenivîsî
bo hevoksaziya helkefê
li ser rtim û awazên evînê
em dê bi hev re
bigihên heman civînê
li Bîrkinêzê cîgehê makzayînê
li nêv baxistanên bihuştê
bi xaksamaniya bextewar
ya bav û kalan bête sipartin
lezbîriya afirandinê ya çakbîn
hogirîna helkefta hevgariyane
le ekama jana salixê bêqidoş
bûme yarîgeha şînenîgeriyan
di nêv xilobata sergerdanê de
min jî herçar semt wenda kirine.
           *  *  *
vêca bo serdanekê ezê
sînorên qedexe bişikînim
tenha bo neryana dawî
çavên xwe bi dîtina te kil bikim.
herwiha nema zanim
di vê bêganeya malwêran de
li ser te bigirîm
yan li ser xwe…û
çawa ezê li ser te negirîm..û
tu mîna baqê nîvco
bi şahiya hevdîtinê..û
hêsirên xatirxweztinê şanebûye
di Keştiya penaberan de
eware û derbider
li te geriya me…êca
çawa ezê li ser xwe negirîm…û
bextreşiya ku bê vîza mame..û
hêj ew helbesta ku
te ne nîvisandiye
min nexwendiye.

    Zindarî bo helbestvanê çalak û afrênerê bîrgeş Arşevê Oskan.
    Sersaxiya diya Eyaz rêhevala dilsoz û nemekdar, li gel hersê êmîşên dara wê û Arşev. du kurr û keçekê dixwazim.
    Sersaxiya xûşk û birayên gorbihuştî Arşevê Oskan dixwazim.
    Sersaxiya heval û hogir, kesukar û xizmên xwedê jê xweş Arşevê Oskan dixwazim.
    Xweşbextiya çand, ziman û wêjenivîsiya kurdî bo afirandin û pêşketinê her dixwazim û derbasbûyî be.
    Sersaxiya gelê Kurd li rojavayî Kurdistanê dixwazim û debasbûyî be.

komara Çîk..Teplîce
 26-11-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…