Birasozê Sirûcî
Bi pênûsa xwînê,
bi peyvek lal ji derya jînê,
te hûnand awaza nervînê:
“Ez yê te me tu ya min î ,
Ta mirinê…”
Ji lêlava lêvên gezok,
li ser pêla liva dilê te,
ez mam û mam…
ji pelên şewitî ji efsana min û periyê,
helbest ma bê navnîşan…
Peyal ma vala ji meyê…
Û Kevoka spî di sînga te de, venişt…
lê hembêza te
,her ma hêlîna xweşiya jînê …
Bi awirên dizok,
te ez sotim per perî…!
Ez im perwanê mûma şevbêrka te…
Bi hilma bayê wan solavan,
te ez sewda hîştim…
Ez im balindeyê xewna te…!
Birasozê Sirûcî