Çapa duyem ji romana Martînê Bextewer derket

Berî şeş mehan çapa yekem ji romana Martînê Bextewer derket. Martînê Bextewer çaremîn romana Jan Dost e ku heta nuha ji berhemên wî Mijabad (2çap/Belkî 2004 -Avesta2012), 3Gav û 3darek (2çap/Avesta 2007/2012) Mîrname (2çap/Avesta 2008-2012) jî  belav bûbûn û ji alî xwendevanê kurmaancî ve cihê pêşwaziyeke germ bûn.  Di gel ku di medyayê de hindik li ser Martînê Bextewer  hatibû nivîsîn jî, di nava şeş mehan de, romanê karibû xwe bide qebûlkirin û çapa duyem jî karibû xwe bigihîne Tüyapa îsal li Stenbolê.
Hêjayî gotinê ku ku romanivîs Jan Dost, dê li standa Avestayê di rojên 24/25ê vê mehê de berhemên xwe ji xwendevanan re  imze bike, û di roja 25ê mehê de jî konferansa wî li salona Kinali Ada derbarî (Dîrok, ziman û nasname ) heye.
Martînê Bextewer
Jan Dost
Avesta çap2-2012
ISBN: 978-605-5279-10-3

13×19.5, 264 rûpel, 17 TL

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…