Qado ŞêrînPêşiyên me ji berê de gotine ‘’Giya di bin keviran de namîne’’. Serê Kanyê giya ji bin keviran derxist û derew û durûtiya hinan eşkere kir ku herêmên kurdan hîna rizgar nebûne, û heçê tiştekî din dibêje xewnan li ser leylanê ava dike.
Wek çilo Artêşa Azad mahne da rêjîmê ku li bajêr bide, her wisa Pkk mahne da Artêşa Azad ku bikeve Serê Kanyê û bajêr ji her du hêzan rizgar bike, ji hêzên rêjîmê û ji yên Pkk.
Rizgarkirina Serê Kanyê ji hêzên Pkk dikarîbû ji bo wextekê li paş bikeve, ta piştî rûxandina rêjîmê, wê wextê dê firokeyên wêranker tunebana û dê zarok, jin û kal nehatana kuştin.
Sûnc û gunehê Encûmena Niştimanî ya Kurd û Pkk di ketina Artêşa Azad bo Serê Kanyê de heye, eger wan Serê Kanyê ji hêzên Esed rizgar bikirna, mahne ji Artêşa Azad re nedima. Çi tê û bê serê me ji dû kiryarên me yên şaş e.
Di gelek xwepêşandanên aştiyane de li Serê kanyê, xelkên bajêr bang li Artêşa Azad dikirin û kêfxweşiya xwe bo hatina wan diyar dikirin, daku bên bajêr ji hêzên Pkk rizgar bikin, hêzên ku bi kiryarên xwe yên şaş xelkên bajêr mecbûr kirin ku banga xwe bibin Artêşa Azad.
Ana sê hêz di bajêr û derdorê dene, hêzên Pkk, hêzên Artêşa Azad û hêzên rêjîmê, vêga xelkên Serê kanyê divê bajêr ji her sê hêzan rizgar bikin.
Bi texmîna min serpêhatiya Serê Kanyê dê li bajarên kurdan ên din jî dubare bibe, çimkî hal û rewşa wan bajaran eynî ya Serê Kanyê ye.
Têbînî: Mixabin ta ana serok û rêberekî kurdan neçûye serdana Serê Kanyê û li wir nehatiye dîtin.

Şîrove (0)