Gotar

Ev lêlê ye hê lolo maye

lazgîn dêrûnî

Du heval bi rêkê ve çûn, rabûn jevre gotin :ka emê bi dorê hev hilgirin, yekî ji wa got: lê wê çawa dora yê dî werê?hevalê wî lê vegerand û got: yê siwarbê wê sitraneke xwe bêjê û wê peyabê, wê bê dora yê din ,ewjî wê sitrana xwe bêjê …û wilo heta em bighine cihê xwe.
Yek ji wa li ser pişta yê din siwarbû û bi dest sitrana xwe kir û got: lêlê lêlê lêlêêêêêê……..
qûnaxeke xweş meşin hevalê wî dibinde westiya û hê ew di bêjê lêlê lêlê… rabû jêre got: heval ma lêlê xilas nebû va ez westiyam, lê vegerand û got: heval ev lêlê ye hê lolo maye!!!!!
Ev dihê salane kû partiyên kurdan li SÛRÎ li ser pişta vî gelê jar û perîşan siwarbûne û lêlê dibêjin , li wan xweş hatiye, bi soz û peymanên pûç û vala gel dixapênin , gel dirazênin, yekîtiyan bi hevre çêdikin , encûmenan avadikin, desteyên bilind radigihênin lê bi gel re tiştekî çênakin , naxwazin sitrana wan bi dawî werê da ji ser pişta millet peya nebin, bi navê kurd û KURDISTANÊ nanê xwe dixwin, diçin konfiransan , tenê ji bo partiya xwe û ji bo kesatiya xwe bidin xuyakirin, ji bo wêneyên xwe li ser enternêt û “facebook” belavbikin, li navdarya xwe digerin , lê qet heya wan ji gel û mafên gel nîne, gel tê kuştin , tê girtin, koçber dibê , penaber dibê, ji wan re ne giringe , û lê napirsin, ya giring ji wan re ewe kû partiya xwe û kursiyê xwe têde bi parêzin, ji lewra xwe dane alyê rijîma baas da pê werin parastin, nivîsgihên xwe di kêleka yên rijîmê de vekirne, gelo kî karê nivîsgehên siyasî vekê heger ne bi rijîmê re bê ? ew dijî şoreşa azadiyê ne, rê nadin kesên welat parêz, xwe tenê dibînin welat parêz, lê ya baş ewe kû millet ew naskirin û rastiya wan di vê şoreşê de derket û hate xwiyakirin, ewê bi rijîmê re bikevin û helbet bi viyana gelê kurd , gelê azadî xwaz.
28/10/2012

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…