Ji Qamişlo Em Dibêjin Derbasbûyî Be Mamoste Arjen Arî!

Konê Reş

Ji Beriya Mêrdînê silavên gerim ji rezê Omeriyan re, ji mamoste Arjen Arî re ku careke din tendurisiya wî çak û rind û bi geşbûn li nav refê xwe vegere.. Ev bayê payîzê ku çend pelên mêwên rezî wî çilmisandine ji nû ve şîn bibin, kat bidin û ber bigirin.. Da ku careke din xelkên welat goşiyên tiriyê mezrone di çarşiyên bajar û gundên welat de bixwînin û bixwin.. Mamoste Arjen! silav bo wê Nisêbîna ku te di kolanên wê de peyase kiriye..
Du car û sê car tu li dor gora Mazilevdînê nava Nisêbînê zîvirîye.. Û gelek caran te pişta xwe daye Dêra Mar Yaqûbê Nisêbînî û berê xwe daye çiyayê Omeriyan ku Mehmûdkî û Etmankî bibin yek û du bendî nemîne.. Bi tenê navê Mîr Som wek sembola tenahî, aramî û geşbûna çiyayê Omeriyan bimîne.. Erê.. Em jî ji Mazilevdîn û Dêra Mar Yaqûb bi hêvî ne ku ev ewirê reş bi selametî di ser te re derbas bibe..
*         *         *

Erê dosto! Ez xweş bawer im ku tu ê bi vîn û îradeya xwe a xurt û bi hêz, a ku wek çiyayê Omeriya ye, zoriya vê nexweşiya pîsik û megrûdî a ku cihê xwe di bedena te de çêkiriye bibe…. Xweş bawer im ku tu ê careke din sirûd û helbestan li dor vî welatê birîndar bihune û bi wî zimanê xwe yê şêrîn tu ê ji me re pesnê Cizîrî, Xanî Teyran, Cegerxwîn û Musa Anter bidî..
*         *         *

Erê birako! Xweş bawer im ku hêza pênûsa te, hêza zimanê te, hêza vîn û deyaxa te ji wiha nesaxî mezintire.. Qet xwe bi tenê nebîne.. Bi sedan ji heval û hogiran bi te re sekinîne, pirsa nexweşiya te dikin.. Nesaxiya te ji wan re bûye çîroka ser zimanan.. tu jî wan dost û hevalan fedîkar neke û wan nexapîne..
*         *         *

Keko! Ji Qamişlo em dibêjin derbasbûyî be mamoste Arjen Arî! Û nivîskarên Qamişlo silavên gerim bo te dişînin û ji Yezdanê gewre bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de em hev li Amedê an Duhokê an Qamişlokê bibînin.

Her wiha em ji hikumeta herêma Kurdistanê hêvî dikin ku bi çavekî mezin li nexweşiya te mêze bike..

Qamişlo, 03.10.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…