Gula azadî … Siwaré azadî

 

Gula azadî

Dilberé li min hilat…
perwîna asîman
dil veda ü ruhniya xwe té de çand…
Gula azad î 
Tu ji min pir nézîk î,
tu büyî koné şahiyé
li ser bejna evîna min büyî sîwan…

Bihnek ji te gulé
nerînek ji te 
meya şevîné
yaré
tu hezkirin î,
bihna te welatekî divejîne.

Di çavén te de melevan im…
di rewané te de dilyar im…
va ye ez tém 
te bihin bikim gula azadî…

03.10.2012
Ezîz Xemcivîn

2
Siwaré azadî

Xewnek li min hilat 
stéreke şiyar li asîman…. 
Ji çavan çü xew
dil xamgîn e ü lév ü deng girîn e.
Gula azdî çi dür winada ye.
Tu ji min pir nézîk î 
ne xewn ü li ber çavé min î.
Tu büyî baran, 
roj ü ruhnî 
şev ü hîv
agir ü komir
ne bi dest ü ne bi şür
em ji hev nahén berdan.

Tené tu rastî yî, 
wé xewn biçe bigihé dawî.
Tu sé reng î 
bi navé te ez dijîm .
Tu ava zelal î
tu büyî derya 
edî were 
ez pir mame li benda te.
Siwaré azadî 
hespé xwe xweş bibezîne.

03.10.2012
Perwin Dewrish 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…