Gotar

Sala nû û hêviyên bask şikestî!?.*

Deng

Dem dibûre û tu carî li mirov ranaweste, sal nû dibe û temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lê hêvî û dilxwazî di dil de her dimînin zindî û jîndar, ta ku mirov li ber temarê (sekranê) be.
Ya me jî di hindurê vê rewş û heyama tevlihev û aloz de, em bizavan dikin û hew ji me tê ku em bêjin em ber xwe didin ta ku em heyîna xwe biparêzin, û di pişt re em biçespînin ku em hîn hene û berdewamin di pêkanîna hêvî û dilxwaziyên xwe û milletê xwe de.
   Hêvî û dilxwaziyên me jî di Cîhanê de, di Rojhilata navîn de, di Kurdistana Sûriyê de, ku em bibin milletekî xwedî maf û rol û biryar, bi dilekî tijî hezkirin û bi mejiyekî azad û sivîl û şareza em jiyana xwe bixemlînin, bi pêşketin û helwestên xwe yên mirovane di derheqê jiyan û mirovatiyê de, lê mixabin hîn rewşa herêma me di nîr û qonaxeke ne eşkere de ye, milletê Kurd bi taybetî û yê Sûrî bi gelamperî hîn di bin sitema desthilatdariya xwe de ahîn û axînan dikşîne, helbet ew deshiltdariya ku bê vîn û biryara gell – li serê wî hatiye daniçikandin tu carî nabe cih û warê pêkanîna hêvî û dilxwaziyên wî, wek wê em jî dev ji xebata xwe ya aştiyane bernadin, vajî wê em dê tim gûrbikin û bidûmînin.
   Em wek rojnameyekê jî di sala nû de, şopandina rêbaz û helwestên xwe di derbarê mafên gelê xwe de teqez dikin, û bizavên xwe berdewam dikin ta ku em karibin roleke erênî di peydakirina rojnamegiriyeke azad û sûdmend û şareza de bilîzin, ji ber ku em bawerin bi pêwistiya rola alav û dezgehên ragihandinê di derheqê xebata gelê me de li Kurdistana Sûriyê, lê mixabin nîr û rewşa me ne li gor xwestekên qonax û serdemê ne, ango tu dezgehên ragihandinê di dest me de nînin – li hindurê welêt – ji bilî weşanê, û derfetên geşbûn û gûrbûna wan jî – ji ber sedemên aborî û qedexekirinê ji aliyê rêjîmê de – kêmin!!.

   Tevî venasîn û baweriya me bi qelsbûna rola rojnamegiriya kurdî li Kurdistana Sûriyê jî, û em xwe jî di ber wê yekê de hustûbar dibînin, dîsa jî  erkê me tevane ku em karibin karanînên pêşketinê avakin. 

……………………
* Sernivîsera rojaneeya DENG** Hijmar:(78 )- Meh:çille-Sal:2007 z ,2618 k
** Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê.
……………………………………………
– hêjayî gotinê ye ku DENG (78) bi van mijar û babetan hatuye xemlandin:

1-  ZAROK Û FÊRBÛNA XWENDINÊ  …..  Şahînê Bekirê Soreklî
2- NIRXANDINA TIRSA BÊ DIRAN BI DU ÇAV Û DU HESTÊN CUDA  …….. Qado Şêrîn
3- BEVERWIJK  ……………………… Salih Cefer
4- BI KURMANCIYA PÎR … ÇANDA TIRSÊ Û IMPERETORIYA XWÎNÊ Xeleka ( 9 ) an………………………….  Pîr Rustem

5- REWŞENBÎR Û KONEVANÎ ……………………… Arşek Baravî

6- Kurdên Biramak û Ebbasî  …………………………… Yûsiv Manî

7- REWŞA ZIMANÊ KURDÎ Û XEWNA ZIMANEKÎ YEKBÛYÎ Xeleka ( 2 )

…………..  Deham Ebdulfettah

8- LÊVEGÊRA KURD Û BERJEWENDIYÊN  PARTIYAN …… Dilê Amûdê

9- GERAPÊTÊ XACO Kurdekî ku ji ti dayikê kurd  nebûbû  …… Miço Kendeş

10- Sûrya … di navbera Hamiltom û Boş de ……………………… Sîpan Osman
11- DESTANA MIHEMED HENÎFA …………………………. Imer Kalo
12- ZINDANA TARΠ ………… Helebest …………………….  Şêrîn Şêxo

13- ŞEVÊN DIRÊJ  …………… Helebest …………………….  Ronî Elî

14- KARÎKATÊREK  ………………… Bi Pênûsa ………….. Rêber Kalo

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…