M.Emîm Sadûn
Bê guman dema mirov navdar û têkoşerên kurdan bihijmêrê, û rûpelên dîroka kurdî ya siyasî û toreyî vewejêrê,nav û stêra xebatkar û nivîskarê Qedirgiran Osman Sebrî di bilindiya banê Gerdûnê de diyar dibê, û bi ronîk zelal diçirisînê .
Osman sebrî kî ye?
Osman bû delalê êlê û bi rêz û rawazên wê mezin dibê,û bi rewişt û tîtalên wê re çavbel dibê , li ser naskirin û fêrbûna rêç û rêzên êldariyê ji siwarî û şervaniyê, cirîd û nêçîrvaniyê,xwendin û hişyariyê berdewam dimînê ((Apê min Şukrî ji kurên xwe pitir ji min hez dikir û didam pêşiya tevaya malbatê û min şûna wî digirt dema ne diyar dibû)) .(1)
Di sala 1922 an de, dibistana bîrbûnê(ruşdiyê)ya leşkerî kuta kir û di wê navber û maweyê de, welatperwerê Kurd yê navdar Ismaîl Efendî naskir û guhertinek mezin kete di jiyana wî de, bi vê naskirinê li ser destên vî mamostayî fêrî hizir û ramanên netewî yên resen û rastgir bû,dijî tengî û şaşiyên ku dihatin berhevkirin di çarçovê rêzên êldariyê de rawesta((mamosta Ismaîl Efendî mirovekî xwenda bû, hişyarî û serwextî xiste pêşî ya min,bi nasî û dostaniya wî, min gelek tiştên çak û hêja kirin, berî her tiştî rêzana eşîrî ya şaş û çepel di çavên min de ket, min ji zor û zorbazan rû yê xwe bada û di xwest bibim kesekî qenc û xêrxwaz))(2)
Sitem û rola Turkan,û berdewamkirina siyaseta tepeserî û bişaftina gelê kurd di qewara toraniyet û regezperistiya Turkan de ji alîkî ve, û ji alî yê dî ve wêrankirin û qirkirina milletê Kurd ji bin ve,bi taybetî piştî şikestin û têkçûna şoreşa kurdî di sala (1925) an de û darvekirina serkar û rêberê şoreşê Şêx Seîdê Pîran di gel çil û heşt hevalên wî ve. evê bûyerê êşeka giran di dilê Her kurdekî bîbir û welatperwer de hêla û dizanîn ku paşeroja wan wê ji ya Şêxê Pîran xirabtir û ne xwştir bê .netebtînê xwe berda di dil û canê Serok eşîr û mirovên pispor, welatperwer,hişyar û zanan de, her yekî dizanî ku eger îro ne roja wî bê ,bê guman sibe dora wî ye…!?
Hukumeta kemalî dest bi girtina serokeşîran kir, hin darvekirin û hin dî piştî eşkence û lêdanê berdan û hin dîtir gunehbar kirin ,û avêtin binê Zêndanan. di wê rûdana tarî û dûman de, di nav wan pêlên xurt û dijwar de , eşîra Merdîsan jî bara xwe ji sitem û zorê, girtin û lêdanê, gunehbarkirin û darvekirinê, wêrankirin û ji hev belavbûnê wergirt.bi vê yekê Dora eşîrê hat ((dawî dora me hat du ap û du xalên min, ez û du sed û heftî kes ji eşîra me xwstin mehkema Istiqlalê,lê me tevan xwe ne da dest,tenê Apê Min şukrî û xalê Min Hacî Derwêş çûn mehkemê))(3).di vî warî de zincîreka dirêj ji girtin û berdanê, çûn û hatinê berdewamkir û kêşand .
Di sala 1926 an de ,piştî dadgeheka kurt herdu apên Osman ,şukrî û Nûrî, di zêndana Amedê De hatin bi darvekirin. Osman û şazdeh mirovên dî gunehbar kirin û berên wan dan zêndanê. bi vê yekê, Osman du sal derbaskir, bi eşkence û lêdan, di zêndana Dinzilî de .

Şîrove (0)