Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham EbdulFetah

M.Emîn

  Ev pertûk berhemeke li dûv wan bizan û hewldanên bêrawestan, li ser rêya serastkirin û pêkanîna rêzmaneka sergihayî û yekane, ji aliyê mamosta Deham EbdulFettah ve têkirin, ku lêkolînên di warê rêzmanî de qûnaxa kurtebirî û gelemperiyê derbasbikin. di encaman de, rêzimaneka sergihayî ya hevgirt û yekane peydabibê
zimanê kurdî ji nava tariya xemsarî û paşguh ve avêtinê derkevê û bibê cihê xwesteka mirovê kurd û dilê wî bêxê di cih de, evîndar û xwendevanên zimanê kurdî kêfxweş û dilşa bikê, ku bi Karin bi şêwazekê rast û durist bîr û ramanên xwe ji kaniya kurdewariyê derbikin û li ser singa rûpelên sipî raxin, têkilî û danûsandina xwe bi miletê dî re kûr û serest bikin.
Belê, tevî ku mamosta di wê baweriyê deye, ku gelek arîşe û aloziyên zimanê kurdî, bêyî dezgehin netewî yên fermî çareser nabin . lê dibînê ku gelek ji wan alozî û arîşeyan jî, bi hişemendiya zanyarî kurdperwer û behremend çareser dibin .

Ji ber vê jî û li ber ronahiya van bîr û baweriyan, îro roj rê girtiye, gelek çalakiyên xwe yên torevanî û civakî paşguhê xwe ve avêtine û çalakiyên di warê zimên û rêzimanî de, dane ber xwe, ji xwe re kirine kar û bar, û bizavê dike, ku vî zimanê şêrîn ji zingara rojgarên bindestî û bêxwedîtiyê rizgar bikê, di naverasta karê xwe de xwestiye xwe ji çarçêweya rêzimaneke kurtebir û gelemperî dûr bikê, ji bo vê yekê babeta (Nav) tenê kirye mijara vê pertûka xwe .
Dema ku bi vî karî dirabê, yan jê dixwazê ku zanyar û behremendên kurd pê rabin .
Hingî dibînê ku wê bi vî karî asoyên pêşerojeka geş û xweş li pêşiya miletê kurd vebê û ev milet wê ber bi çivaka nêvnetewî ve herê û wê bi xurtî bi karibê doza maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar, ji bo xwe û mirovatiyê bikê, divê derbarê de dibêjê : ((em ( wek neteweyeke xweser û navnas ) karibin, bi serbilindayî xwe nêzî civaka navnetewî bikin, xwe pê bidin nasîn û bidin pejrandin . hingê jî, emê bi xurtî karibin doza maf û xwestekên jiyaneka rûmetdar, bo xwe û mirovatiyê bikin . wê çaxê dengvedana doz û gaziyên me, dê li asteka dûrtir û berferehtir pêlbide, balkêşiya dengê me jî, dê kûrtir û xurtir be….! ))
Naveroka pertûkê dibin sê barrên serekî de hatiye raxistin û herweha dibin her birrekî ji wan barrên serekî de, bi hûr û berfereh ew mijar hatine şirove û ravekirin :
-Birrê yekem  

Beşên navan

Nav ji hêla nasînê ve
Nav ji hêla zayendê ve
Nav ji hêla wateyê ( hebîn û nebûnê ) ve
Nav ji hêla jimarê ve
Nav ji hêla bêjesaziyê ve

-Birrê duwem

Zayend ( nêr û mê )

-Berrê sêyem

Kombêjî

Ev pertûk ji (125) rûpelên destê navê pêkhatiye, çapa yekimîn sala 2005ê li Duhokê ji aliyê dezgeha sipîrêz ve hatiye çapkirin, lê çapa duwemîn sala 2006ê, li Sitembolê, ji aliyê Enstûtiya kurdî li Amedê ve hatiye çapkirin .
Pertûk pir giringe û gereke xwendevan û lêkolînerên zimanê kurdî wê bi hûr û kûr bixwînin û bidin xwendin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…