Alén firiştî

 

Eziz Xemcivîn

Bi xemgînî û éş ev péşwaziya dilé me ji miriné re ye…
Ev 61 rondikén xwîné ne…
Çipikén xwinavé li ser pelgén jîné ne…
Ji deryayeke bébext hatine…
Ji éşé heta bi éşé Kurd in…
Ji miriné heta bi miriné dîsa Kurd in…

Mirineke déw e, 
enfala avé ye
babel
îska serdemé ye…
Rijandina tîpén mirovantiyé ye…
Termén perperîkén Xwedé ne…
Alén firiştî di hilma avé de ne…
15.09.12

Dareyya*…

Em é nıméja miriné li ser termén mirîşkén te bikin…
Va sibeheke nuh,
Baca azadiya te dide…

26.08.2012

Dareyya:
 Ji herémén Şamé ye

Şéx Meqsûd*

Kevokén me ji Derya İce heya bi Şéx Meqsûd
bi Evîna dil û Nesrîné şad nebûn!

08.09.2012
*Şéx Meqsûd: Taxeke Kurdan e, Li Helebé réjimé ew bombebaran kir. 

 

Higûr (Taytanîka Kurdan)!

Da ko hûn li ser basikén ruhniyé dîlané bikin,
kené we di deryaya Ice de vemirî… 
Réwîno! 
We xatiré xwe ji bayî xwest, 
û di hevoka dûmahiyé de hingûr bûn… 

14.09.12

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…