Helbest u pexşan

Ji Ayetên Kurdan

Yasîn Hisên


18 kulîlk bûn
11 binefş bûn
27 darên spîndarê bûn
3 melyon xwedawend bûn

Gelo, ji baxên me re çendîn kesên din divên?
– Ma qey em ê bifetisin yadê?
– Ma gelek ma yabo?
– Qey wir gelekî xweş e yadê?
– Amûdê xweş yabo?
– Min bêriya parka xwe Emîna kiriye.
– Min bêriya Apê xwe Kemal kiriye yabo.
Bê girî li ser destê mirovekî biyan.
Hêdî hêdî xewnên xwe didan ser hev.
Tifên mezin di devên wan de bûn.
Giriyê wan di nava ava Îca ya şor de dibû nuqteyên ava derya.
Bimre Îca, Bimre, zuha bibe
Da em bikaribin gora hêstirên xwe bikolin.
Bimre, da em bikaribin tirbên 18 kulîlkan bikolin.
Zivistan li ber derî ye
***
Zivistan li ber derî ye
Ez ê cilên gerêm li keçika xweyî biçûk bikim
Ez ê porê wê şeh bikim û solek xweşik têxim lingên wê
Ez ê berê wê bidim Yonanê
Wê bikim Hêlîna Tirwada
Erê Îca, de bimre îca
Gulîkên keça min şil bûn bi şorahiya te
De bimre îca
Te keçika min qefiland
De bimre Îca
Te ez vegerandim welat……..

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…