Derya li sînemayê digirî

Nizar Yosif

Bila giyanên ji canan firyayîn wan bihêjmêrin
Bila baskên seqet li asoyan bê hêlîn birêsin
Bila canên bê dilop di xewnên giran de azadiyê bibînin
Bila çipilên tifalan dilên dayîk û baban bi givêşin
Bila bisk û keziyên serav bûyî  bi ser xabûrê û ceqceqê de birijin
Tifik û rejiya sînemaya amûdê li derya îca yê bi reşînin
Da ko koçber û gorî di civatên bêbextiyê de
Govendên dilşikestî  bigirin
Û li bendvanên şehitî Fatîheyan bixwînin!!!  
Derya bê ewle!
Kinaran li me teng neke
Ne daqurtîne gunehbaran,,,,
Binav neke hêviyên aza,,,
Li ber xwe nebe xewnên mişhetan.
10,09,12

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...