Mihemedê Seyid Husên
Bi kurtî welatê me Sûriya bi hemerengiya pêkhatên civaka xwe ve, hevgarî û keftelefteke berbatiyane dijî, ne Hitler, ne Patîsta, ne jî Nîron komkujî û wêranên tundutûjiya kesanedî, weku rêjîma malbata Esed bi serê miletên xwe de anîne hîç wan nekirine.
Herwiha li gora jêweriya xwe, ji asoyên dûr û berfireh nerîn û awirên xwe radigihînim ber destê xwênerê xoşewîst.

reha ne bi texmînî quretiyan difiroşim. Lêbelê li gora awirdan û têgihiştina xwe, Temêniyên erkseza ji hemna ezmûneya dîrokdirêj, radiguhêzim ber destên rexnevanê hêja, xwendevanê xoşewîst, nifşên nûhatî lawên qûnaxê, hîç ne helperestê serokatiya tu saziyên rewşenbîriya kurdî me, tucar serê xwe bo pereyan naçimînim, bi saya şeş lawên ku ji berbanga zayîna xwe ve, piştî ku destên wan dargirtiye, ji seqa û mercên perwerdeya xwemale, dilsoz û nemekdar çanda netewperwerî û welatparêzî ji bav û kalên xwe himêzkirine, bi ked û bizava xwe ya destpak û paqij dê û bavê xwe xwedî dikin.
Ji têgeha ku şerê birakujiyê li ser rûberê dîrokeke dirêj, cîyewazî û dijheviya nakokîbar ya navxweyî, li ser zemîna ketîwarî Kurd di nêv genava paşdemayînê de, li dûv biçûktirîn gel û civakên cîhanê maye, û ev karubarê berz û bala stûbariya rewşenbîrê namedar, nemaze ku berî her kesî vê mentelêta paşverû û malwêranî ji kok û rîçalên wê ve ji holê rake, û li şûnwarê wê çanda pêşverûtî ya zanistî, hemdemî û şarewerî rêbaz bikin.
Ji bo ku dijmin tucar aram, tenah û piştrast ranezê, gereke Kurd di serî de ronakbîrên dûrbîn û pşzan, li hevdû bibuhêrin, şaşî û kêmaniyên hev, li ser terezuya rexnepîvê û guftugoya birayetiyê ji hev pesende bikin, ji ber ku bi şêwazên zêdebar û quretîfiroşan, tucar mirov nagihê ku evraya rola ziman û ronakbîriyê binirxînî, wisa bê ku hûn îstgeh û pîvanên qûnaxê baş xûm bikin, hûn serê hespê xwe bê sergoş û çolebirr li beybaneyên bê pêwan û sînor berdidin, bê ku hûn li paşupêş binerin ji tarawgehên bê sitêrk peya bûne ser qada zêrîn, û bi livbaziyên xwe yên berguman û rametewş, hûn seqa û mercên rewşenbîriya kurdî bixwe re dilewitînin.
Gereke gelê Kurd mîna hemî gelên berxwedêr, xwe bispêre hêza vîneke serbixwe û yekgirtî, nemaze ku piştî rûxandina rêjîma malbatî hewlên mezin bide ku xwe bîne qanê, û mafrewaya xwezyarên netewî bi kêra yekîtîya navxweyî, hevpariya biryara navendî û rawedayîna destûreke hemdemî, ku li gora rewaya pelgname û yasayên navnetewî, mafê gelê Kurd di xwe de diparêzî û cîbecî dikî.
Mixabin neweku em bi çavên serê xwe dibînin û propaganda wê di kanalên asîmanî û malperên internetê de dixwînin. herweku ji nêv lehiya xwîna zêmdar, ji nêv geveze û gelmşeya bê rêdan û destûr, wey li wî ku navendekê, helkeftekê, semînarekê li ser termê pakrewanên şoreşa Sûriyê li darxînî, pesin, hevalnav û naznavên dîrokî pêve şêrêz bikî. Li radeyekê mirov pê berguman dibî, gelo pirojeyên wa ne bi lêvezariya rêjîmê, ango bi çavguhertina wê peyda bûne, Herweku xwendevanê zimanê kurdî, weke dilsoziya dozgerînên kêşeya kurdî kêmpeydane.
Yê ku li yekîtiya rewşenbîriya kurdî digere, kulxurê yekîtiya navxweyî ya giştî bî, tucar yekîtiyê li ser wisa binaxên pexoxî, sist û binfilitî, ji naçarî tenha ji rewşenbîriya zexel ya daçiviyayî û bihevbiliyayî ava nakî, wisa hebxwe rewşenbîriya netewî ya resen û dîrokdorêj xemsar û piştguh nakî, gereke yekser û bi vê arezûya bedrewiştiyane, bi vê kurtebîniya banenizim êrîşên torfelaqî, nedana lawên hemrahên xwe ji navgîna rewşenbîriya kurdî.
Ne heyf û xebînetê nemaze ku zirsawêr û aşopiyên derewîn, li ber deriyê çerxê 21 ê, li hemberî mirêka zelal, li gel daşûriya heleperîna gelêrî mirar çûne, xewnên gulvedayî yên helawêstî ji kerîneka guhên ajan, sîxur, xinizkar û qelawizan, îro-roj tewş û dûrî waran terqiyane, ji ber ku mirovanî qûnaxeke pir hestiyar û tavilî dijî, di bin sîwana yasayên şerewerî û hemdemî de, hin bi hin perwerdeyî çanda wekheviyê dibî, hemî kêşeyên razayî yên netewî, çînî, aborî, çandî û olî ji nû ve çit şiyar bûne, mirov bi navnîşanên biroqonkî nema şaş dibin, bi zirsozên hingivînî û gernejîna qêlên dirinde hîç qayil nabin.
Herweku name ji navnîşana xwe diaxive, ango ji naveroka daxuyaniya hin qaşo rewşenbîr, nemaze ku li ser çanda koletiyê perwerde bûne, pesin û salixên navdariya xwe di hemî hêlekarên jiyanê de, li ser rewişt û rêpîvanên ronakbîriya kurtebînî û hîmrizî bi torfelaqî ava kirine, maknivîsarên xwe yên wêjeyî, rexneyî û siyasî, li gel bawernameyên xwe yên perwerdeyî û rewiştiyane, ji parsa geşta tûrikê navmilê qereçiyên beravan wergirtine.
Bi wiha renge jiyana bê dilsozî û nemekdarî bê wate û kêmrûmetiye, loma çendî ku mirov xweşhal û çakbext be, çendî mirov dê ji dil û can karûbarê xwe bike û bi mebestpakî bixebite, li gel gernejîna xawer, sorgulî û çêjer, mirov dikare dexsokan kasax û serguherî bikî, bêtir jî wan di tavilîman û bendemanê de biazirîne, çiku dexsokî janeke bê hedan û tebate, xwediyê xwe bi kavişkî dikujî, vêca ku tu hay bûye dexsok li doruberî te pir bûne, hinga xweş bizane ku bîner û çavkanî bo kamîranî û serfîraziyên te pir bûne.
Lê hema bêtirê caran navdarî mîna sawêreke xewnedar, li hawîrdorî hetavên tem û mûrangirtî dirêse, û nirxê wê jî hîç di bazara rasteqînê de buha nabî, li ser zemîna ketîwarî tiştekî lêhêja qet terezû nakî, wisa navdarî timî kêmşensî û pifdaneke riswaye, mixabin hin koromîd ji reşayê ve li dûv navdariyê loqegurê dikin, weke yê ku li dûv leylana seravê melevaniya koran bikî, tucarî nagihê, /dûrî ciwamêran/ mîna Ker û gêzerê çendî ku bi lez û bez bizavê dikî… her nagihê.
Ku mirovê xemxur sêpila navdarên kurdperwer, ronakbîr û pêşzanên siyasî bipelîne, bi taybetî ku li dîroka xwe vekole û nimûneyên pejrane jê raçav bikî, ezmûneyan jê ragihîne û sûdeyê jê wergire, teqez wê serkeftinan bêtir ji têçûnan radest bikî, bizav û berxwedana serheldêrên navdar, yên mîna hozanê mezin dîroknasê tekoşiyar Mihemed Emîn Zekî baş bigerîne, nemaze ku di temîniya xwe de, û di çend ristên kêşesaz û helbestyane de wisa xweztiye: ku li ser kêla mîrava wî bête nîvisandin. (ku mirinê xwe li min rapêça û hêj min çavên xwe bi azdiya gelê xwe kil nekiriye, xweş bizanin ku dê giyanê min tanî roja paşdawî di gorê de binale, û eger ku ciwanên Kurd bixwazin giyanê min di bergorê de hêmen û kamîran bivesihe, bela ji navkutka tekoşînê tucar dûr nekevin).
Di 19-11-1937 an de bi pêşewatiya qehremanê gewre Seyid Rida, cemawirên bajarê Dêrsimê dijî dagîrkerê Turk raperiye, lê piştî têkçûna raperînê sergevazê çeleng, pêşewayê şoreşa Dêrsimê. Gorbihuştiyê fêris Seyid Rida. li ber qinareya sêdarcanê wa dibêje: (vaye ez gihame temenê 75 an, û li gel heman temenî ezê bigihêm pakrewanên Kurdistanê, vêca bivê-nevê dê rojekê ciwanên Kurd tola min hilînin… bijî netewa Kurdî, bijî Kurdistan).
Weku têgihame cîhan bê rewşenbîrî û pirîskên desthilanînê bêhodeye, rije, kelê û bê ewleye, çiku bêyî rewşenbîr dê mirov li ser rûyê gerdûnê li ber pêlên derya hêç, di nêv genava gêl û kewdaniyê de noqî gevezeya wêran û cengan bibî, û kula hew jê girantir bo rewşenbîr ewe, ku demdar kilîta dadperwerdeyî û aştiyê di destên gelperweran debî, rajalê aramî û tenahiyê li ser qadeke kesk û pîtdan, bê berbat û qirkirin bî, jiyaneke bê xilobat û ceng, bê jehr û kîmawî, bê çewisandin û talankirin ji mirovaniyê re dixwaze, jiyana ku evîn nabênçiya mirovaniyê bikî, ji gulwazên buhara rengîn bîna fêrmistê ser rûyê gogzemînê vegirî, asîmanekî têr steyrik, himêzeke dilovan û têrdan, bi tîn û sura nermebayê hênik û paqij li mirovaniyê bipêle, zarok bi temenê xwe di bin tîrêja rokê de şabibin, û hêviyên rewşenbîr û siyasî, ciwanên mêza û nêrza di azadiyê de hemerengtir gulvedin.
Herwiha kula rewşenbrê dilsoz û nemekdar ewe, ku hemî mêrkuj, tewankar û dagîrker, li ber dadgeha mirovaniyê ya serbixwe tewanbar bibin, şer û cengên cîhanî ji ser milê gerdûnê bi yekcarî rabin, nema mirorvek di bin tîrêja rokê de jana sitemî, kotekî û qilixdariyê bikişînî, hemî mirov, çîn, tîre, derbirîn û hûrgelên bindest, mafên xwe yên rewa û egerseza bi dest ve bînin, hemî diktator, diz, gendel û çolaxên derewîn, ji ser rûyê zemînê bêtin rêşkirin, herwekî pêdiviya serdemê îro-roj hîç bi wan nemaye, lê di her çax û zemanî de mirovanî pir gerekî wêjenivîs û konevanê ronakbîre, cerdevanên nependî û pakrewanên bê kêl û gor timî ewin, lê sed mixabin dîsa ewin yên ku di cîhana direndeyên hovane de, berxwedana sermedî bo jiyaneke aştiyane dikin.
Gelî xwênerên hêja bê gumane ku herdû xelekên siyasî û rewşenbîrî, demdar bi hev re mebestên rewanbêjeya pendegojî zelal dikin, û di armancên dûrbîn û serteyî de ji hev cudaxwaz nabin, tenha eydiyolojiya li gel geryana dîrokê û pêşdiyardeyên gotebêjê, tilam û têkeliyên navbera kes û civakê ciyewazî û nakokiyan peyda dikin, loma şareza û konevan, ango ronakbîr û siyasî bizûtî têgeha wê destnîşan dikin, û zanyariyê ji karubar û ezmûneya jiyanê raçav dikin.
Berya ku rêjîmên totalîtarî rêbazên radîkalî û ramanên rajorî, ango ramanên têzdar di qewarên meşqekirî de bînin, yên dûrî ezwerî û arezûyên giştî di rêya gotar û quretiyên şayîk de diweşînin, û rabrî mijareke wa kesên firezan û pêşbîn, êşnas û berhemdar vexwendîne, ku ji ser zemîna ketîwarî xestên dola dezgeyên zendegî bi xwe re hiltînin, gerke Ala rasteqînê li ser riswakirina keysebazên tenperest hildin, lê naxwe ku emaje pê hatiye dayîn ku ji tuxmê zendegî hatine, negengaze ku hin caran bi ser mal de jî pelû bibin, êca mirov hîç mat nemîne ku rojekê bibin xwedî semyan, û helwestên taybet bo semyanê xwe di navgîna civakê de bigerînin.
Gihame payîza temen herweku hin caran yadîlixêvên mirinê, li hestên min dixuricin û li bîranînên min vedijenin, herwiha hewl didim ku wan bi pêmijûliya ziman, bi wêjenivîsên armancgir, bi pakrameyên siaysî û berhemên mêwedar, yên hevrêj û pêşiwar wan ji ber deriyê xwe paşdemî bixînim, û li şûnwarê xwe piştî mirinekê bo nifşên nûhatî bihêlim.
Biorînin dêmekî nema lê hêjaye ku kesî ji xwe bixeyidînim, dixwazim destê xwe di bin sîwana ziman, çand û evraya kurdayetiyê de, dirêjî her kurdê pêmijûliya karê siyasî, rewşenbîrî û afirandinê dike bikim, hîç naxwazim temenî mayî di xilobata valayê de drbasbikim, reha min dil nîye ku di nêv agirpêja dojeha kesên dexsok de bikelim, û her dê dadmendiya xwênerê ronakbîr û civaka kurdî nameyên çê û xiraban ji hev cuda bikin …zor sipas.

Teplice komara Çîk…20-7-2012