Nivîskar Arşek Baravî semînerek rewşenbîrî li ser (dîroka zimanê kurdî) pêşkêşkir

Yekîtiya nivîskarên kurd li bajarê Hesekê semînerek rewşenbîrî li ser dîroka zimanê kurdî lidarxist, M.Arşek Baravî ji bajarê Amûdê semîner pêşkêşkir, M.Mehmûd Badilî serokê yekîtiya nivîskarên kurd li bajarê hesekê bixêrhatina mêvanan kir û spasiyek taybet ji (partiya dîmoqratî pêşverû ya kurd li sûrya) re kir li ser pêşwazîkirina semînerê li navenda cegerxwîn,
piştî beşdarên semînerê kêlîkek bêdeng li ser rewanê pakrewanên şoreşa sûriyê û yên gelê kurd rawestiyan digel sirûda ey reqîb, M.Miş`el Osman li ser kurtejiyana Arşek Baravî û berhemên wî axivî,dûvre  M.Wecîha Ebdilrehman M.Arşek Baravî ji beşdaran re pêşkêşkir,destpêkê M.Arşek Baravî li ser şoreşa sûriyê û mafên gelê kurd axivî dûvre dest bi mijarê (dîroka zimanê kurdî) kir,mijarê xwe bi firehî û bi zimanekî kurdî zelal şirove kir,dûvre deriyê pirsan û gengeşê vebû, danûstandinek berfireh û giring di navbera beşdaran de û mamoste Arşek de hat kirin.
Roja îniyê 10/8/2012
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…