Ceneralê Amûdê ..!!

  Xelîl kalo

Rojekê ji rojan ,berî bist- sih salî ji niha .dibêjin ku xwedê ji razî ceneral Hewaro li ser pira qamişlo bû ,seyrî cûn û hatinê di kir . mirov û tirimbêlan di hijmartin wekî efserê dîna”zabit” .li kêleka wîya  cep û rastê kor û parsekên bajêr destê wan ber bi ezmna ve  ya reb ya raba wan bû  .
Di wê demê de serkirdeyekî partiyên kurdan di wir ve bûrî dît ku Hewaro li wî meyzedike ,ew jî baskî wî ve çû û silav lêkir û /25/ WEREQE xistine destê wî ji ber ku Hewaro kurê bajarê wî bû, di hemen demê de ji aliyî dî ve du polîs “şirte” hatin baskî wan ve û bê ku haye wan ji wan hebe , dema Hewaro ew dîtin wî gomankir ku ew hatine wî mesûlî bigirin . wî berê xwe dayê de û wuha jêre got: min berî niha ji tere ne gotibû dev ji vî karî berde” siyasetê “, ev ne karê teye û va  te biya min nekir ..aha de vêce bixwe û bere te bigirin . lê şirtî derbasbûn ber biriya xwe ve çûn. 

Mebest ji gotina vê serpîhatiyê ewe ku hingî wî serkirdeyî û yên dîtir weke wî dev ji karê siyaseta kurdan berdabane û zarokîn xwe xwedîkiribane , û derî ji nifşê nûre vekirbana . sedî sed wê rewş û kar û barê kurdan ne di vî warê teng de bane . lê mixabin biya ceneralê Amûdê nekir û heta niha ew û bilî wî bûne pût û werîsê girêdana kurdan bo pêşve çûnê û niha gêra gavana bi me dikin …û rewşa me kurdan ya îro bersiva herî balkêşe ku gû li rîxê dikin , ma ne seyre ku ceneral hewar mirovekî dîn bû rast difikirî û yên dibêjin em xwedî bawername ne û xwedî ezmûne û tecrîbene weke dîna di fikirin..

25.7.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…