Daxuyanî ji Komîta amadekar ya Mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê

Di 19-7-2012an de, komîta amadekar ya mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê civîna xwe ya mehane li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di vê civînê de, danûstandin li ser karûbarê lidarxistina miherecanê hate kirin, û di vê biwarê de  hin bêşinyarên nû hatin raxistin, û hat tekezkirin ku divê mihrecana 17mîn ji her hêlê ve bi ast û şêweyekî pêşketî û şarewerî bê li dar xistin.
Wisa em ji hemû helbestvanên xwe hêvî dikin, ku tev bi komîtê re alîkar bin, û her helbestvanek ligorî karîna xwe bo serkeftina mihrecanê bixebite, û bi helbesteke xwe beşdar bibe, hêviya me ku helbestên bên xwendin di mihrecana 17mîn de bi asteke hunerî li pêş be, nemaze ji hêla ziman û wîneyên helbestî û babetê , çi nûjen û çi kilasîk.
Her em dixwazin xuya bikin ku, girtina helbesta ta 1 -10-2012an e. Her wiha dîsa komîta amadekar ev biryarên jêrîn yên ku di civata çûyî de hatibûn standin dupat kirin:
1- Lidarxistina mihrecanê di dema wêyî naskirî di dawiya meha çêrya pêşîn de.
2- Beşdarî giştiye bo hemû helbestvanên kurd li Sûriyê yên ku bi zimanê kurdî dinivîsinin.
3- Şandina helbestan di rêya Emaila mihrecanê re:
 mehrecanahelbeste@gmail.com yan bi dest di rêya endamên komîtê re, lê divê ku helbest li ser kombiyûter tîplêdayî be.
4- Beşdarî tenê bi helbestekê ye, ku ne zêdeyî 400 peyvê be.

Komîta amadekar ya
  Mihrecana helbesta kurdî li Sûriyê

Qamişlo 19-7-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...