Konê ReşEzbenî!
Carna tu nizanî çima şerê te dibe; şerê dêmê te, navê te, navnîşana te û ta bi şerê livandina te dibe.. Hewildidin ku te bikin yekî din… Duristiya baweriyên te biguherînin û te bikin rewrewk.. Û da ku te bikin wek xwe şerê duristiya te dikin…
Guh li wan neke, kevjal nikare darên beriwan ji qurim ve bibirre..
Tu xemgînî! Ji ber ku derewan dikin? An ji ber ku hewil didin, bi navê te bazirganiyê bikin? Ne xeme Ezbenî! Derewçîn, bi derewan rojên xwe derbas dikin, tevî ku rojên wan kinin, ji wan werê werîsê wan dirêje, dikarin li her derê bigerin û kes wan nasnake.. Bîr nabin ku ew wek rewrewkê ne, çendî mirov nêzîk wan bibe bidûr dikevin û çendî dûrî wan keve nêzîk dibin.. A çê, tu bi wan bikene..
* * * Ezbenî! Guh li reyandinê neke, ew kes wiha fêr bûne ku, li ber deriyan kewtekewê bikin û xelkê agahdarî derbasbûna kerwanên mirovahiyê bikin.. Ezbenî! Ku te teyrê berate li cihekî dît, xweş zanibe ku teyrê baz di wê deverê re derbas bûye.
Gelo te bihîstiye rindekî şerê xerabekî kiriye?!
Ezbenî! Çendî ewir reş, spî û tarî be nikare heyvê veşêre, ji ber ku ewir ne bi destê xwe ye, di bin hêza ba de digere..
* * * Ezbenî! Ew nexweş in, ne azad in, heyranên berjewendiyên xwe ne û armanca te azadî û serbestiye.. Mêzandina bi rex wan ve xisar e, li wan mêze neke, wan di nexweşiyên wan de bihêle.. Ew ji azadî û duristiya te didexisin, kesî şerê mirovê nesax û reben nekiriye.
Li wan nefitile û ne wan bîne ber çavê xwe, ji xwe ew li vê yekê digerin ku xwe bikin hemberî te..

Şîrove (0)