Kurdo lo

 

ŞADIYA (DIYA ŞIVAN)

Kurdo şiyarbe ji xewe!
Waye dem û roja me hat,
vaye buhar bi rengê gula
Keske sor xunava dila,

Şoreşa azadî li her dera,
Rojava di bakê xebat û cenge,
Dengê şoreşê bilinda,
Qamişlo bi Al, reng û denge,
Azadî buhar xweş gule,
Kec û xort rabun ji dile,
Bi dîlana serhildanê
Pîroz dikin Kurdistanê.

Kurdo rabe, serî  rake!
Êdî bese em ne kolene
Tenê bihev em hewçene,
Yekîtî û biratî hêza me gela,
Netirsin qet nerevin,
Rêka durist ji bo me eve.
Buhar kenî di bakê me,
Ka mêrxas û celengê me?
Kefenê reş bi çirîne
Bilind baka em zindîne.

Kurdo rabe,  ma ne bese!?
Birakuşî êdî şerme,
Kurdistan hîn bindeste,
Şerê nav xwedî tim serdeste,
Rabe buhar pir dil geşe, 
Dest bi dest dîlan xweşe,
Netewa me deng û hêze,
Li her derê bi xeml û rêze.

Kurdino rabin tev bihevre!
Piroz bikin serhildanê,
Pêşve çûna Kurdistanê,
Ji dil û can geşkin dilê yarê,
Hevgirtin, azadî û serfirazîya dayê.

11 – 6 – 2012 –  Elmaniya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…