Ez û Dotmam

 

Dilşad Mella

Min dî keçek li govendê
Rû bi şewqe wekî findê
Nazike bejna lewendê
Min dipirsî ma ev kî ye?

Hûrik nerî û kenê xwe da
Min bi çavan silav veda
Mirim ketim bextê xweda
Dema hejand porê siyah

Xwe berda nav xwîna min de 
Wî zû li deryê dilê min da
Sed merheb hey gula rinde
Dil ji ter xweş war û cî ye

Perî û horî delalê
Birhên te rengê hilalê
Were em herne sema lê
Me ji gotinên xelkê çi ye

Disa ketim mitala wê
Min dipirsî li rewşa wê
Li êl û gund û bavê wê
Dilovanê ma tu ji kû ye

Go `z nêzîkim ne dûr ji te
Were çavan kilkim bit e
Tu min nasnakî sed heyf li te
Go rebeno
Ez dotmama te me!?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…