Pênûsa duyemîn

  ‘’Pênûsa Nû’’ rojname ye, ne kovar e. Rojname dikarin hemû celeb û şêweyên nivîs û berheman hembêz bikin, ta bi reklam û wêneyên taybet.
Nav ‘’Pênûsa Nû’’ ye, nayê wê wateyê ku tenê nivîs û berhemên nû û nûjen diweşîne û deryê weşandinê di rûyê nivîsên din de digre.
Jixwe nema bi pênûsan tê nivîsandin, dem dema laptop, Iphone û Ipadan e. Nav astengî û pirsgirêkan li pêşiya nivîsên ne nû ne jî kilasîk dernaxîne.

Piştî derketina jimara yekemîn, gelek dost û zikêşên çand û wêjeya kurdî name şandin, bîr û boçûnên xwe, rexne û dîtinên xwe gihandin me.
Di wexta ku em gelek gelek spasiya wan dikin, em dibêjin: eger ne ji mirovên mîna we ba, ew ê ji zû ve ziman, çand û wêjeya me kurdan seqet û bawî bibûya. Me hin têbînî û rexneyên wan bi cih anîn, wek ji hev cudakirina her du zimanan, kurdî û erebî. Emê ji ana û bi şûn ve bi her du zimanan du rojnaman derxînin. Her wisa emê hemû karînên xwe bi cih bînin daku zimanê kurdî bilintir bikin. Li vir bang li zikêşên zimanê kurdî dikin ku ji me bêtir xwedî li rojnameyê derkevin, em karekî teknîkî û rêxistinî dikin, belê ew bi nivîs û berhemên xwe dikarin xwedî li ziman û pêşketina rojnamê derkevin.
Jimara yekemîn tecrube û gava yekemîn bû, bê guman hin şaşî û çewtî derketin, em soz didin ku emê jimar bi jimar rojnamê ber bi aso û astek bilind ve bajon, her wisa emê hemû bi hevûdu re wan şaşî û çewtiyan nehêlin û rojnamê gav bi gav bi pêş ve bibin.
Li welêt ‘’Pênûsa Nû’’ çap bû, lê jimarek hindik. Hêviya me û we ew e ku piştî rûxandina rêjîma diktator bi jimar in mezin çap bibe û bighê hemû destên zelal û xweşik.
Emê hewl bidin jimar bi jimar guhertinên baş û pîroz bixin rojnamê, wek, emê dest bi hevpeyvînan bikin, emê bi navê rojnamê hin pirsan ji nivîskaran re bişînin û li gel bersivên wan biweşînin. Her wisa emê di her jimarê de çîrok û serpêhatiyên folklorî yên curbecur biweşînin.
Mixabin nivîskarên kurdî-nivîs kêm in, yên hebûn jî hema hema çûn û ketin dawa erebî, ji ber wê emê bi pilan derfetê bidin nivîs û berhemên kurdî, navên nû û kevn, daku em nivîsandina bi kurdî geş bikin, daku kurd bi kurdî binivîsin, ji ber wê rojname ne berpirsyar e di ber şêwe û naveroka nivîs û berheman de.
Rojnama Pênûsa Nû rewşenbîrî, wêjeyî û hunerî ye, rojnama we ye, xwedî lê derkevin, bixwînin û bidin xwendin.
Mercên weşanê
-Rojnama Pênûsa Nû gotar û helwestên siyasî, daxwiyaniyên partî û rêxistinan naweşîne, di heman demê de lêkolîn û gotarên rexneyî ji bo sûdwergirtinê diweşîne.
-Gotar an berhema bê wêne, navnenas û bi naveroka ne di ast û ramana rojnameyê de be nayê weşandin.
-Em nivîs û berhemên bê naverok, her wisa wan nivîsên ku dê kesekî birîn, tawanbar û her weha kesayetiya hin mirovan birîn bikin, naweşînin.
– Berhemên werin weşandin bi taybetî yên rojnameyê ne, bi hêviya li cihekî din nehatibin weşandin.
– Birêvebiriya rojnameyê di balavkirin û nebelavkirina nivîsan de azad e, her wisa rojname ne tim mecbûr e sedemên nebelavkirinê diyar bike.
– Em wek desteya rojnameyê ji mafê xwe dibînin ku zimanê nivîsan serrast bikin, lê divê ku naveroka nivîsê neyê guhertin, mebesta me ew e ku zimanekî petî ji rojnameyê re hebe, ji ber wê desteya birêvebir azad e di serastkirina çewtiyên rêzimanî û destnivîsî de.
– Ji bo nivîsên wergerandî, divê nav, sal û cihê orjînala nivîsê bi wergerandinê re diyar bin.
– Rojname tenê bi E-mailan pêşwaziya nivîs û berheman dike.
-Rojname ne berpirsyar e di ber dîtin, bîr û boçûna nivîs û berheman de, belê em di ber naveroka nivîs, daxuyanî û şiroveyên bi nave rojnameyê derdikevin de, berpirsyar in.
-Cê nabe di nivîsan de dijûn û gotinên kirêt ji kesayetî, rêxistin, ol, komele û partiyan re bêne nivîsandin.
-Rexnegêrî divê li gor raman û pirensîpên rexnegêrî û nivîsevaniyê bin.
-Bicihkirina nivîsan di hundurê rojnameyê de li gor asta nivîsê û li gor mercên hunerî tê kirin.
– Emê memnûnê nivîsevanên xwe bin eger nivîsên xwe bi riya wordê wek pêvek û wêneyekî(ne di wordê de) bişînin.
-nivîs û berhemên bi kurdî li ser maila beşê kurdî: kurdi.penusanu@gmail.com , bişînin.
Dubare Pênûsa Nû li we, li me û li gelê kurd pîroz be.
Tîrmeha 2012an
Desteya birêvebir a Pênûsa Nû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...