Mehfûzê mele silêman
* Rewşenbîr Mûma ku bi xwe dibişive, û bi tîşkên xwe perdên tariyê di çirîne, û bi tîrêjên xwe dîwarê reşiyê diruxîne.
* Ronakbîr Şivanê zîrek û hişyare, ku keriyê xwe bi guhdan rêzdike û di civîne, û bê ziyan di çêrîne, û bi rehetî û hesanî ber bi mal vedigerîne.
* Rewşenbîr ewrê giran û bê denge, di dem û cihê ku tê xwestin , barê xwe valadike û di barîne, jîndar , zevî û deviyan pê avdide.
* Ronakbîr Şûrê tûje, yê ku pêşî xwediyê xwe di parêze û bendên sîtemê û zorê dişkîne .
* Rewşenbîr Rêber û efserê bê tirs û reve , ku her dem li pêşe, bi dilsozî û şarezayî leşkerê xwe serfirazdike û serkeftîdike.
* Ronakbîr Hoşê dagirtî ji lib û beran, bi şanazî û bi rûmet serê xwe ber bijêr dike .
* Rewşenbîr Çekê cengawerê lehenge , ku dema gerek û pêwîst be, bi kêr tê û pêk tê, bê zirt û fort.
* Ronakbîr Asîmanê bê sînore, bi saz, rêk û pêk, û bê rawestan dizîze û diçerixe .
* Rewşenbîr Hostayê bi endaz û pîvane, dîwarê xwe bi binyad û tekûz avadike, da ku nekeve û nehêrive .
* Ronakbîr Felemezê dûrbîne bi raman û nerîne, ne bizdoneke , ne keysbaze, xwedî helweste , ne du rûwe, ne dudiliye û ne tiroviro ye…
* Rewşenbîr ne kesê bi berg, û bi nav û nîşana ye, belam bi reng, navrok û ramana ye .
* Ronakbîr ne bi ezîtiyê û pesindana xweyitiyê ye, belam bi teraziyê û qurbaniyê ye, ne bi xwepêşandan û zimandirêjiya arzane, belam bi bêdengî û karê girane, ne bi gelc û halana ye, belam bi nexş, rêz û pîlana ye.
* Rewşebîr karbideste, bi helwest û raweste,ne pere-pereste, û ne tizbeha nav deste,û ne tiralê gêj û meste.
* Ronakbîr bazê serbeste bi fire , bi hilme û pence, ne mirîşka li ber devê deriya stûxware, û çav li ber desta ye.
* Ronakbîr pênûsa azade ji bo serxwebûna gelaye û pêşxistina welataye, ne çîtika bi bade ji bo pesindana kesa ye û şabaşiye jibo malbataye .
* Rewşebîr pilingê azaye li çol û beja ye , ne segê li ber deriya ye,û çavê wî li pariyaye.
* Ronakbîr xwe ,hêza xwe, û rada zanîna xwe baş nasdike, paşî sînor û tixûpê kesê bilî xwe der basdike.
* Rewşenbîr ne bi nîq lêkirinê ye,ne bi devjengiyê ye,ne bi dev avêtinê ye, ne bi gurkirina agirê dijminatiyê û dubendiyîtiyê ye,ne bi jev belakirina rêz û koma ye.
* Rewşenbîr nimûnê perwerda mala xwe ye, haveynê sicî û olê xwe ye, balyozê çivaka xwe ye, deng û rengê warê xwe ye, weynê qenctirîn hevwelatiyê xwe ye, nama armanc û doza gelê xwe ye.
* Ronakbîr konekî sipiye û bi xwediye,hindurê wî ferehe û bi roniye,rewaka wî aştî û dilovaniye, stûna wî hezkirin û levhatine, şelîtê wî dostaniye, xwedîtiye,welatparêziye,mirovaniye..
* Ronakbîr bextê gewre, rûmeta cewre, hişê paqije, hestê raste, peyva diruste, derûna çake, rewanê pake, xwîna çalake, di laşê welatparêziyê de, û di gewdê netewatiyê de .

10.05.2012