Hijmara (24) an ya Hawara Nû derket

Hewlêr-kurdistan

Hijmara nuh ya (24) an ya meha Befranbarê ji kovara Hawara Nû, ya ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî mehane li paytexta herêma Kurdistanê derdikeve, kete ber destê xwendevanan de.
Hijmara nuh gelek babet û gotar û lêkolînên ramanî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî vehewandin.Ji bilî sergotara bi navnîşana “Nêrîna Kurdistanê ji rapora Baker-Hamilton” ev babet û gotar di kovarê de cihgirtine:”belgeya bendên sereke di rapora Baker-Hamilton de “û hevpeyivîna qenala El-Cezîre–zindî-bi Selah Bedredîn re û “Di bingeha xirabbûna rojhilata navîn û renckêşana xelkên wê de “ya Burhan Xeliyon û “Dadgeha navneteweyî di rê deye tevî destkuştin û qerzan”ya Raxîde Derxam.
Di beşê kurdî yê kovarê de, dosiyeya hijmara nuh derbarê salvegera 46emîn ya şewata sînemeya Amûdê bû, di vî warî de çend nivîsên taybet bi vê boneya diltezîn hebûn:Wexta ku li Amûdê dem rawestiya ya Selah Bedredîn-Agirê sînemeya Amûdê hêjî geş e ya Besam Mistefa–semînera Kombenda Kawa ya bi vê boneyê.Her weha , deqê semînerên heftane yên kombendê :semînera sekreterê PDK birêz Fazil Mîranî “Kurd di nav rûdanên siyasî yên taze de“-semînera birêz Keyfî Ebdullah”Kerkûk û madeya 140 a destûra Iraqê”-semînera birêz Şêrwan Heyderî”xwendinek derbarê destûra herêma kurdistanê de “ di gel hindek nivîsarên din û quncikên herdemî yên kovarê.Ji bo agahiyên bêtir navnîşana me ya elktironî eve:www.hevgirtin.net.

Sergotar
Di şûna sergotarê de

(nêrîna Kurdistanê ji rapora Baker-Hamilton)

1. Nehatina komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî bo Kurdistanê, ji ber çi sebebî dibe bila bibe, kêmasiyeka mezin bû û wisa li ravekirinên wê raporê kiriye ko pêbaweriya xwe ji dest bide.
2. Di pêşniyara hejmara 26-ê de wê grupê daxwaza jinûvelênêrîna destûrê bi beşdarbûna pisporên Neteweyên Yekgirtî kiriye.
Her jinûvelênêrîneka destûra Îraqê divêt di çarçeweya wê mekanîzmayê de be ko di destûrê bi xwe de behsê hatiye kirin. Ji bilî vê em hemî rengên destkariyê red dikin û divêt hemî alî bizanin yekîtiya axa Îraqê bi pêbendbûna vê destûrê ve girêdayî ye.
3. Di pêşniyara hejmara 28-ê de behsa wê yekê hatiye kirin ko qezenca ji petrolê bikeve bin desthilata hikûmeta merkezî de û li ser esasê hejmara niştecihan bêt dabeş kirin, herwiha ko desthilata herêmî bi ser bîrên petrolê yên nû de digel lihevhatina niştimanî nagunce.
Di heqê vê pêşniyarê de, em pêbendbûna xwe bi wê destûrê ve dubare dikin ko rêyeka minasib destnîşan kiriye û em hemî rengên destkariyê tê de red dikin.
4. Di pêşniyara hejmara 30-ê de ko di heqê Kerkûkê de ye, rapor behsa paşvedana bicihkirina madeya 140-ê dike û têt xwestin ko çareseriya vê meseleyê bikeve ser milê ”Grupa nêvneteweyî ya piştgiriya Îraqê” ko di raporê de daxwaza avakirina wê hatiye kirin. Qenaeta me ew e ko destûrê mekanîzma û dema bicihkirina madeya 140-ê diyar kiriye ko ev jî kêmtirîn tişt bû ko kurd pê hatin razî kirin, ji ber hindê jî her paşvedanek di prosesa bicihkirina wê madeyê de xetereka pir mezin peyda dike û bi ti awayî ew ji aliyê xelkê Kurdistanê ve nayêt qebûl kirin.
5. Di hemî raporê de behsa giringiya xurtkirina hikûmeta merkezî û lawazkirina desthilata herêmî hatiye kirin ko ev bi xwe jî li dijî prensîpên federalîzm û destûrê ne ko Îraqa nû li ser hatiye ava kirin.
Li vê derê em dubare dikin ko awayê federalîzmê rêya tenê ya parastina yekîtiya Îraqê ye.
6. Li çend cihên raporê de bi aşkerayî berjewendî û tirsa welatên cîranên Îraqê hatiye berçav kirin û daxwaza roleka zêdetir ya wan welatan hatiye kirin ko bi qenaeta me ev li dijî berjewendiyên gel û axa Îraqê ye, nemaze berjewendiyên gelê Kurdistanê, û ev desttêwerdanek e jî di karûbarê Îraqê de.
7. Di hinek niqteyên raporê de wekî pêşniyara hejmara 27-ê û 35-ê daxwaza wê hatiye kirin ko ew aliyên ko li dijî prosesa siyasî bûn û karê şidetê kirine, bên xelat kirin û ew jî bi beşdarkirina wan di hikûmetê û desthilatê de ko li gor qenaeta me ev jî li dijî berjewendiyên piraniya herî zêde ya xelkê Îraqê û demokrasiyê ye.
8. Digel spasî û pêzanîna me bo serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê George W Bush û îdareya emerîkî di roxandina rejîma berê û mihaweleyên wan di avakirina Îraqa nû de, em wisa dibînin ko komîsyona James Baker û Lee Hamiltonî hinek pêşniyarên nerealîst û nelicih pêşkêş kirine ko goya arîkariya Emerîkayê dikin da ji tengasiyê derkeve.
Heger bi van nêrînan bixwazin wan pêşniyarên nelicih li ser me ferz bikin, hingê em bi navê xelkê Kurdistanê radigihînin ko tişta li dijî destûr û berjewendiyên Îraqê û Kurdistanê be em qebûl nakin.
9. Ev rapor berovajî wan gotinan e ko rêzdar James Bakerî bi telefonê ji me re behsê kiribû û gotibû ko di raporê de behsa liberçavgirtina xweseriyên Kurdistanê hatiye kirin. Herçend berî derketina raporê me fikr û qenaetên Kurdistanê diyar kiribûn lê belê komîsyonê ti giringî nedaye nameya me û nexwendiye jî.
Di dawiyê de em dibêjin:
— Em bi ti awayî pêbendê vê raporê nabin.
— Çênabe ko prosesa demokrasiyê û destkeftên gelê Îraqê û bi taybetî yên gelê Kurdistanê bêne berterf kirin, û nemaze piştî hilbijartin û destûrê ko ji aliyê % 80-yê xelkê Îraqê ve hatiye qebûl kirin û civaka nêvneteweyî û berî hemiyan Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê piştgiriya wê kiriye.
— Berî ko çareseriya problemên Îraqê ji aliyê xelkên dî ve bêt kirin, bila ji aliyê îraqiyan bi xwe ve bi rêyeka rasteqîn bi lihevhatineka niştimanî bêt kirin û ji bo vê jî em daxwazê li hemî hêzên îraqî dikin ko ewên bawerî bi prosesa siyasî û destûrê, û îraqeka federal û demokratîk hebin bila pêngavên esasî ji bo çareserkirina van probleman bavêjin da ji çareserî û pêşniyarên xelet yên welatên herêmî û cihanî rizgar bibin.

2006-12-07

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…