Gelo Ev Pênûs Nû Ye….!!?

Qadir Egîd

Ji dilekî pak û temîz  ez mizgîniyê didim xwe û we û hemû xwendevanên Kurd ku Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Li Sûriyê hejmara yekem ji rojnameya xwe ya nav balkêş( Pênûsa Nû ) di warê çand û wêjeya kurdî de weşand. Bi hêviya  ku ev rojname ne wek hemû yên  berî xwe kilasîk be, heman riyê neşopîne, dengê pênûsa azad  û nivîskarên bêkes be, û karibe rojnameya kurdî ji wê pêçeka  ku ev dehê  salan tê de pûç û qerimî maye derxe.
Dixwazim bi kurtayî hindek xalên ku di rojnameyê de cihê rawestandinê ne diyar bikim, ta em bikaribin pênûs bi pênûs vê pirojeyê serkeftî bikin, û rê nedin kesên keysebaz û çavteng ku wê di destpêkê de beravêtîbikin.Xalên ku dixwazim wan diyar bikim ev in:

– Navê ku pêşî ji rojnameyê re hatibû bijartin (Pênûs) bû, ew nav jî peyveke dî lê zêde bû û bû Pênûsa Nû, sedem jî gelekî diyar e: Ji ber berê rojnameyek bi navê (Pênûs) ê hebû, û nedibû ku dîsan ev nav dûbare bibe. Lê pirsa ku riwê wêjeya kurdî diqetîne ew e:Gelo tu kes di Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd de tune bû ku wan bi vî navê pêkhatî hayedar bike…?

–  Ger em  ji logoyê  de destpê bikin, pirseke balkêş xwendevan dorpêç dike; gelo ev rojname rojane, heftane, yan jî mehan e ye?
Ev têbînî jî di logoyê de bi cih  û nîşan nebûye.

– Di logoyê  de diyar e ku rojnameya Pênûsa Nû  wêjeyî û rewşenbîrî ye, lê ez bawer im ku çi rojname eger ji hêla Hevbenda  Rojnamevanan ve biweşe wê ne dûrî siyasetê be, herweha  Pênûsa me jî bê ku hayedar be xwîna siyasetê di rehên wê de digere. Lewra ez dibêjim divabû peyva siyasî jî li ya rewşenbîrî û wêjeyî zêde bibe.

– Rûpela yekemîn ji rojnameya rojnamevanên kurd ne bi zimanê dayikê
hatiye nivîsandin  û xemilandin. Rûpela yekem ji her karînîşana wî karî ye, herweha di rojnameya me de jî ku bi zimanê erebî û bi du  nûçeyên mirinê  – tev rêzgirtina me ji her duwan re jî  – destpê kiriye.

– Hevbend di  gelek daxuyaniyên xwe de jibîr dike ku ew Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên (Kurd) e, lewre tenê dinivîse Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanan.

– Ji rûpela yekê ta ya  heftan navê hevbendê (şazdeh) navnîşanî dixemilîne,  hevbendê dikarîbû ev nûçeyên ku bi wan rabûye, pîroz kiriye, şermezar kiriye, yan diyar kiriye li ser  rûpelên beşê erebî ên bêdawî (24 rûpel) belav kiriba.

– Tu daxuynî yan nûçe bi navê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd di beşî kurdî de tune ye. Eger hevbendeke kurdî be, ne divê hemû daxuyaniyên wê bi kurdî bin û di beşê kurdî de bin..?

– Gelek ji kurdên me yên Sûriyê û di nav wan de Hevbenda  Rojnamevanên Kurd ger gotina (Kurd) bi erebî dinivîsin tîpa (O) ji dêvla (U) dinivîsin, ma em Kurd in yan Kord in?
Anku ez dixwazim bibêjim gotina kurd di zimanê erebî de wilo tê nivîsandin (كـُرد) ne wilo (كورد). Dibe ev yek jî di bin bandora Kurdistana azad de be..!

– Birêvebirên Pênûsa Nû bîst û çar rûpel  li ber zimanê erebî raxistine, dilê wan bi vê yekê jî rehet nebûye , lewra dest danîne ser du rûpelan  ji dawiya beşê kurdî yê belengaz jî û  xistine bin xizmeta zimanê erebî de.

– Tiştê ku bala min kişand di beşê zimanê erebî de rûpela dawî bû, û ji wê rûpelê jî helbesta dawî ya bi navê (Kurdo..tu çiqas jibîrkirî  yî) bû.
Gelî berpirsên pênûsa me ya nû, eger hûn dizanin zimanê me ewqasî bindest û jibîrkirî ye, çima hûn di kêleka çavên xwe re lê dinêrin, û çima ne bi her du çavan..? Ma nehêjayî ye…? Yan kêmî yê erebî ye..!!?
(ev jî bi xwe dilêşiyeke berî ku rexne be)

– Diwazdeh quncikên Erebî ne, lê (ya) kurdî yek tek û tenê ye.

– Bîst û şeş rûpelên erebî ne, lê yên kurdî şeş in..

– Çend  şaşiyên (beloq) di rûpela 31ê de derbas bûne, xuya dike komîta şêwirdariyê  ne li beşê kurdî û ne li yê erebî jî vegeriyaye. Ew şaşiyên bi zimanê erebîjî ev in:

ـــ  الجريدة تعتذر عن نشر المواد المرسلة  في حال تم نشره (
نشرها) مسبقا أو تم ارساله (إرسالها) الى ( إلى )أي جهة إعلامية أخرى.
ـــ  تم اعتماد شعار جديد للجريدة هي (هـو)….
ـــ  يشار  إلى ان ( أن ) البيان الخاص بالإعلان عن إصدار الجريدة والذي تم نشره في المواقع الكوردية قد ذكر ان (أن) الاسم المعتمد للجريدة هي (هـو) Pênûs وكان الشعار المعتمد في البيان كما يلي…

– Eger em  – li gor nivîskar Helîm Yûsiv- beşê zimanê xatûnan bidawî bikin, û bikevin beşê zimanê cêriyande , ew jî ji destpêka logoyê de belengazî jê dilop dike,  eger em  logoya beşê kurdî li gor ya erebî wergerînin divabû ne tenê  rojnameyeke çandî bihata nivîsandin, lêbelê rojnameyeke çandî û wêjeyî ba.

–  Meha Hezêranê jî ya ku di logoyê de şaş hatiye nivîsandin (Heziran) naveke kurdî jî jê re heye ew jî  (Pûşper) e.

– Peyva (Sûriyê) di logoya kurdî de bi du şêweyan bikar hatiye, û yê jorîn durustir e.

– ya ku bêtir dil diêşîne, û merov matmayî li hember radiweste; ku logoyek  biçûk mîna muhrekê bi navê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Li Sûriyê di rûpelên (2 – 31)ê de bikar hatiye, lê mixabin ku tiştekî wê bi zimanê kurdî ve girêdayî tune ye, ew tenê bi zimanê ingilîzî û erebî ye.
Eger di vê logoya jêrîn de, di cihê (رابطة الكتاب والصحفيين الكرد في سوريا) hevoka (Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Li Sûriyê) ba wê ne bedewtir û ciwantir ba….!!?

– Mezinbûna tîpan di beşê kurdî  de ji yên erebî biçûktir e, ev yek dibe sedema ku xwendevan ji beşê kurdî bireve, ji ber berê mirovê kurd jankêşîkê di xwendina zimanê kurdî de dikişîne, îca ger tîp jî hûr bin û neyên xwendin , bobelat di vir de ye.

– Hindek mercên weşanê du caran dûbare bûne,  wek nimûne ev her du mercên jêrîn, kurt dibûn û dibûn yek:

1 – Birêvebiriya  rojnameyê  di  belavkirin  û  nebelavkirina  nivîsan  de  azad  eher wisa rojname ne tim mecbûr e sedemên nebelavkirinê diyar bike.
2 – Desteya  rojnameyê  ne  tim  mecbûr  e  bersiva  nivîsevan  bide,  eger  hat  ûnivîsa wî nehat weşandin an bi dereng ket.

Û ev her du jî kurt dibûn û dibûn yek:

1 – Dê  zimanekî  petî  ji  rojnameyê  re  hebe,  êdî  desteya  birêvebir  azad  e  diserastkirina çewtiyên rêzimanî û destnivîsî de.

2 – Em wek desteya rojnameyê ji mafê xwe dibînin ku zimanê nivîsan serrastbikin, lê divê ku naveroka nivîsê neyê guhertin.

– Di beşê kurdî de çend navên di wêjeya kurdî de xuyayî  ne weke birêvebiran hatine nîşankirin, karê wan jî serastkirin û lêvegera li gotarên ku di beşê kurdî de diweşin. Lê gelek gotar derbas dibin bê ku tîpek ji wan serast bûbe, yan jî hatibe xwendin. Ew jî ne xem e, ma ev birêvebiran li gotarên xwe jî venagerin û rast nakin berî ku biweşînin…!? mixabin ku nivîsên hinan ji wan û şaşî di wan de peyda dibin hene, ez nivîsê û nivîskar binav nakim, tenê ji bo em ji warê rexneya rojnameyê  dûr nekevin.

 – Ez ê wek nimûne li ser gotarek nivîskara  me Narîn Umer ya ku heft quncik di rûpelên  (1- 4- 5-5- 24- 25- 30 )deli ser nivîs,  xelat û çalakiyên wê di heman hejmarê de  cî girtine – Pênc ji wan bi zimanê erebî û dido bi zimanê kurdî –   rawestim. Gotar bi navê:

Narînkek zelal ji xelata MelaEhmedê Palo re

Narîn Omer (Umer)

( Ji hestê dil û can ez narînkek Botanî û Koçerî  di rêsim(dirêsim) û di rêka çand û wêje ya(wêjeya) kurdî de di weşînim (diweşînim), û pêre( pêre)gurzek sipasiyên şadîmaniyê ji  kombena (kombenda) Nivîskar û  Rewşenbîrên (Rojnamevanên) Kurd Li Sûriyê re û ji malbata Seydayê nemir (Mele Ehmedê Palo) re li ser wê baweirya mezin ya di bîroka(dîroka) dil û ramanê min de çandîn (çandin)(dişînim (li vir peyv dişînim ji hevokê kêm bû)), û ez jî soza mezin dikakila baweriya wan de di çikilînim (diçikilînim)  kû (ku) ez li himber wê baweriyê bimînim da em hemî bi hevre (hevre) xizmeta çanda xwe bikin, û alîkarbin(alîkarbin) di hemî doz û peymanên gel û miletî (miletê) xwe de.
Helbet  ev  xelata pîroz û wate giran
(wategiran) ne para min bi tenê ye, belê ez wê diyarî  hemî  nivîskar û rewşenbîrênkurd û xizmetkarên çanda me dikim, û diyarî bo giyanê seydayê hêja dikim yê kû (ku) jiyana xwe û temenê xwe di xizmeta çanda kurdî de derbaskirye (derbaskiriye), û ji hemî kesên malbata Palo re.
Sipasî bo hemî kes û heval û mirovên bi min re alîkar û dilsoz(bûn (ev peyv jî li vir kêm bû)), bi taybet  malbata min, ew her sisê
() kulîkên(kulîlkên) baxêdilê min dixelînin (dixemilînin), zarokên min (Dastan, Sazîn, Şêrîn), û bavê wan yê dilsoz (Ridwan Remo.)
Serkeftin û pêşveçûnê ji gelê me re dixwazim, û bi hêvî me xweşî û azadî para me bimîne di pîşerojê
(pêşerojê) de.
Sipasiyên zelal bo malbenda Apo Osman Sebrî), û hemî xwîşk û birayên amadekar û tilivizyonên kurdî ûmalperên kurdî û malbend û nivîsgehên
( wateya vê peyvê çi ye?) bi rûmet re. Gurzek awaz û sitranên (stranên)semadar bo hunermendê hêja)Seid (Se’ed)Ferso) re bo amadebîna (amadebûna)wî ya bedew.)

– Yek ji mercên weşanê di Pênûsa Nû de ew e:

(Em wek desteya rojnameyê ji mafê xwe dibînin ku zimanê nivîsan serrastbikin, lê divê ku naveroka nivîsê neyê guhertin )

Eger  (yek ) ji desteya rojnameyê di  beşê kurdî de li vê gotarê vegeriyaya tekez ev yek nedibû û ewqas şaşî derbas nedibûn.

Ji mêj ve min dixwest li ser xelata  Mele Ehmedê Palo rawestim û hindek têbîniyên xwe bînim ziman, lê va derfet çêbû ku ez hindekî li ser rawestim  ji ber ku ew jî ji aliyê Hevbenda  Nivîskar û Rojnamevanên Kurd  hatiye binavkirin û di Pênûsa Nû de hatiye nîşankirin.

Pirsên min ji hevalên hevbendê  re ev in:

a -Xelat li ser çi bingehê hate dan?
b – Çima navên endamên komîta berpirs wek her pêşbazî ku dibe ne diyar bûn?
c – Çima encama pêşbaziya vê xelatê di malperan de eşkere nebû?
ç – Çima xelata  ku wek bawernameyekê ji hêla hevbendê ve hate dan bi zimanê erebî bû? Mane hevbend, helbestvanê ku xelat bi navê wî, helbestvana xelat wergirt, û em tev de kurd in….!!?

hûn jî bi min re ji xwe re li van her du xelatan binêrin û bibêjin kîjan ji wan xweşiktir, bedewtir, û bêtir çavên merov dadigrin, tekez ya Kurdî ye:

Ne ku ez ji rêzgirtina nivîskara me Narîn kêm dikim, lê ez dibêjim; helbestvan, çîroknivîs, romannivîs û wêjevanên me (maşelle ) pir in, çima
 hilbijartineke eşkere çênebû û xelata Mele Ehmedê Palo ya Afirandina wêjeyî ne ji para wan bû.

Wek ku H,N,R,K,S nivîskar Narîn (Helbestvan û wêjevan) bi nav kiriye, gelo dibe ku yeka  wêjevan ev qas şaşitiyên ziman di (Spasnameya) wê de peyda bibin?

Dibe min tiştin jibîr kirin, nanîn ziman, lê wê gelekî baş be, ger Pênûsa Nû, dengê rewşenbîrên kurd be, riya peyva azad be. Wê demê em ê hemû pênûsên xwe di xîmava pêşketina wê de dakin, ta ku em û wê pênûs bi pênûs ala wêjeya kurdî li banê gerdûnê hildin.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…