Dîdargeha Girkêlegê ya rewşenbîrî 61 saliya komara (Mihabad) bi bîrtîne

Di şeva 22 / 1 / 2007 dîdargeha Girkêlegê ya rewşenbîrî 61 saliya komara Kurdistana dîmûkratîk (Mihabad) zindîkir û du seminar hatin xewendin:
1) – Bavê Şervan bi rengekî fereh axivî li ser avakirin û bûyerên Mihabadê û têkiliyên netewên serek pêre mîna Inglizan û Emerîkan taybet yekîtiya Sovyêt û wilo jî egerên ruxandina komarê û rola seydayê nemir Qazî Mihemed ya netewî û lehengî di rêveberiya komarêde.
2) – Bavê Saman axivî li ser rola seydayê Berzanî di berevaniya bi rûmet û nirx di cengên giran di ber komarê de dijî hêzên Îran yên leşkerî .
Dûv semînaran re tevlîbûnek germ peyda bû ji aliyên mêvanan ve yên ku nêzîkî 50 beşdarîbûn bi şêweyek dîmûqrat û rexnên sûde bi dawî kirin .
Di dawiya şevê de  komîta rêvebir wêneyên mezin yê pêşewa Qazî Mihemed û sirûda Ey reqîb diyarî mêvana kir yên ku diyar bûbûn jêre ji aliyê partiya yekîtî ya kurdên Sûrî .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…