Serdana Kurdistanê; Festîvala Ceneral Îhsan Nûrî Paşa – 2 –

Konê Reş

(Duhok; paytextê zindîkirina helkeftên netewî ye)
   Piştî ku me gotinên xwe li Barzan, ser gora nemiran gotin û me çayek di mêvandariya Barzaniyan de vexwar, em zîvirîn bajarê Duhokê. Saet dor 9ê evarî em gihan Yekîtiya Nivîskarên kurd – tayê Duhokê.

 Camêr Hesen Silevanî serokê yekîtiya nivîskaran û hevalên xwe bi sîngek fireh pêşwaziya me kirin, şîv bo me anîn û bi comerdî alîkariya xwe ji me re diyar kirin..
 Piştî şîvxwarinê, em bûn du beş, beşê mezin ku hejmara wan dor 20 kesan bû, zîvirîn malên xwe li Amedê, Batmanê û Stenbolê.. Bi tenê ez û herdu kekên xwe Arjen Arî û Tîtalê Keremê Seyad li Duhokê man. Mana me her siyan, ku em di (Festîvala Şoreşa Agirî 1926-1930 û Ceneral Îhsan Nûrî Paşa)de amade bibin. Ewa ku di roja 25ê nîsana 2012 de li Duhokê, di hola Yekîtiya Niviskarên Kurd de dest pê kiribû, di bin durişma (Duhok; paytextê zindîkirina helkeftên netewî ye).
Hem jî ku em serdana Lalişa nûranî bikin. Her wiha jî kak Tîtalê Kerem hatibû vexwendin ji rex Yakîtiya Nivîskarên Duhokê ve ku bê xelatkirin, ji kar û barên wî û bavê wî Keremê Seyad re di radyoya Yerîvanê de û her wiha di weşandina rojnameya Riya Teze de..
A dinî rojê 26ê nîsana 2012 an, em di festîvalê de amade bûn û ji rex birader; Îsmaîl Tahir Cangîr, Kerîm Beyanî, Yasir Hesen, Wesfî Hesen û Hesen Fettah û yên mayîn ji komîta bilind a festival, ragihandina parêzgeha Duhokê û komîta pêwendiyan bi germî hatin pêşwazî kirin. Nexasim xortê hêja Ferhad Doskî ku ji min qut nebû.. Û her wiha çav bi biraderên xwe ji nivîskarên Duhokê û dîroknasên mêvan yên ku ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din hatibûn û beşdarî festîvalê bûn ketin wek: Rehîm Şinoyî û keça wî Amitiss yê ku di salên Ceneral Îhsan Nûrî Paşa yên dawî de pêre bû û wek kurê wî dihat naskirin û ji bajarê Şinoyê hatibû, Mustefa Balbal, Siware Fettûhî ji Mehabadê, Musediq Tovî û Hacî Cafer ji Yekîtiya nivîskarên kurd tayê Duhokê, Dr. Abdulfttah Botanî, Îhsan Çolemêrgî, Tehsîn Sefer, Nîjyar Naeman Bacilorî, Bavê Nazê, Masûm Mayî, Ehmed Ebdella Zero, Ismaîl Hêcanî, Vedan Adem, Kamîran Berwarî, Mesto Dinanî û Kovan Xankî û gelekên din ku nave wan nayêbîra min..
Di eynî rojê de, panela çaran bi beşdarbûna min û kak Tehsîn Sefer ji Kurdistana bakur destpêkir. Birêvebera panelê Zozan Sadiq Berwarî, di destpêkê de çend gotin, derbarî min gotin û destûra axaftinê da min. Sebaretî min û Şoreşa Agirî û Ceneral Ihsan Nûrî Paşa, min di sala 2000 î de pirtûkek bi navê (Komela Xoybûn 1927 û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê1930), li Hewlêrê daye çap û belavkirin. Vêca min di semînera xwe de xwest, ez ronahiyê berdim ser rola Kurdên Rojava di avakirina Xoybûnê de û piştgirtiya wan a havîna 1930 ji serhildana Ceneral Ihsan Nûrî Paşa re.. Hem jî min da zanîn ku gundê Dugirê û hotêla Baron li Helebê wek motkê bûn ji komcivînên welatparêzên Kurdan û Ermenan re ta ku Xoybûn di sala 1927 an de li Libnanê hat damezirandin.. Û her wiha min rola Bedirxaniyan (Mîr Celadet, Sureya, Xelîl Ramî) di avakirina Xoybûnê de anî ziman û wiha jî rola Vahan Papazyan ku yekî ermenî bû ji partiya Taşnaqê û rolek mezin di avakirina Xoybûnê de list.. Hem jî min rola çiyayê Şingalê, keleha xwîniyan, wek rawestgehekê ji Ihsan Nûrî û hevalên wî re da zanîn, nexasim piştî ku serhildana wan li Beyt Elşebab têkçû û ceneral Ihsan Nûrî û hevalên xwe, ji Şingalê bi alîkariya Kurdên rojava derbasî  Bexdayê bûn.. Wiha jî min rola Memdûh Selîm Beg Wanî, Dr. Şikrî Segban, Biro Hesko Têlî şirovekir û dawî çawa ku neferên eşîra Celaliyan bûn ardiwê şoreşa Agirî, anî ziman..
Piştî ku kak Tehsîn Sefer jî semînera xwe a bi navê (Ihsan Nûrî Paşa û Rêkxistina Azadî) xwend, hin giftogo derbas bû.. Di pey re xelat hatin belav kirin.. Di pey belavkirina xelatan re serokê Yekitiya Nivîskarên Duhokê Helbestvan û Çîroknivîs Hesen Silêvanî, Tîtalê Keremê Seyad ku yek ji karmendên Radyoya Yerîvanê ye û di rojnameya Riya Teze de kar dike, xelat kir.. Tîtalê Keremê Seyad jî, ji bo xelatê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekitiya Nivîskarên Duhokê kir. Hêjaye gotinê ku Tîtalê Kerem 46 salî ye û kurê Keremê Seyad e. Û wiha Festîvala Ceneral Ihsan Nûrî Paşa bi dawî bû.
Li gor programê festîvalê roja 27ê nîsanê 2012 terxankirî bû ji geşt û seyranê re. Sibehî em ji otêla Jiyan ber bi navçeya Zawîte ve çûn, di taxa Berojkê re ji Duhokê derketin.. di geliyê Bêsirê re çûn Bagêra, Siware Tûka, Sarkê û Mêrga Dirêj.. Li geliyê Aşawa em rawestiyan û me bêhinvedanek xweş derbas kir.. Em di çepera Tahir Axa re derbasî çiyayê Metîna û Bamirnê bûn. Di derbasbûna Bamirnê de, em çav bi nivîskar Mustefa Nûrî Bamirnî ketin, em lê sekinîn û me silavek lê kir, paşê em çûn ser kaniya Bamirnê û goristana şêx Behaeldînê Neqişbendî ewa kevnar û bi kulîlkên gîhayê Helizê zer dikir.. Sebaretî vê serdanê û şirovekirina rêka ku em têre çûn û zîvirîn ez spasiya nivîskar Musediq Tovî, Hacî Cafer û kak Ismaîl Tahr Cangîr, Kerîm Biyanî û kak Ferhad Doskî dikim.
Dawî dibêjim; bi hêvî me ku Duhok di her 12 mehên salê de; Paytexta zindîkirina helkeftên netewî be, wek ku çawa bûka Badîna ye.
Qamişlo, 15.06.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…