Sûrî li bîranîna Şêx Maşûq, li Hannover digihin hev

Tengezar Marînî

Di bîranîna heftemîn sala şehîdabûna şêxê Şehîdan, Şêx Maşûqê Xeznewî, li Hannover, ku ji hêla revenda kurd û revenda Sûrî li Niederschsen hate lidarxistin, di roja 9.6.2012, hejmareke mezin ji kurd û ereb û hinek elman amade bûn. Kurê Şêxê Şehîd, Şêx Murşid ew jî beşdar bû û bi vê boneyê li ser rewş Şêx û fikr û ramanên wî bi dirêjî axift. xemgîniya xwe diyar kir, ku ramanên Şêx nayên bibîranîn û li ser guftûgo çênabe.
 ji bilî Şêx Murşid, ji gelek komên olî û netewî yên civaka Sûrî di vê bîranînê da, di podiomê da beşdar bûn û hestên xwe li ser bîranînê anîn zimên, her wisa jî li ser paşeroja Sûrî û mafê neteweyan û grûpên olî guftûgo hatin kirin. Ji yên beşdar, ji bilî Şêx Murşid, Dr. Ekrem ji hêla elewiyan, Şêx Ismet birîmo, ji êzdiyan, Khalid Alzayid ji hevrêziya piştgiriya şoreş li Hannover, Silêman Gewriyê ku endamê partiya gel û ragehandina Şamê û suryanî ye, û nivîskarê kurd Husên Çelebî . hêjayî gotinê, ku rêzdar Ebdul Hamîd Xalîl ev guftûgo bi rê ve bir. Beşdaran bi pirs û danûstendinê şev xemiland. Di beşê yekem de, ku deqek rawestan li ser giyanê Şêx Maşûq û şehîdên kurd, kurdistan û şoreşa Sûriyê hate rawestandin. Berpirsê pirtûkxaneya Hanna Arendt û navenda Zanistê Walter Koch li ser pirsa kurd, Sûrî, aşîtî û demoqratiyê axift. Hunermend Zubêr Salih bi strana Meded Şêxê min meded ji peyvên helbestvanê kurd Ehmed Huseyî pêşkêş kir, ji gotinên hêja Mihemed Oskê, ku bi xwe nikarî beşdar bibe, hêja Hisên Çelebî , wî xwend, Fîlmekî dokumenter li ser Şêx, axaftin û ramanên wî ji hêla Hunermend Şîraz Çeto hate pêşkêş kirin, Hunermend Dilovan Dogan bi strana xwe ya li ser Şêx Maşûq çêkiribû bi dengekî operalî pêşkêş kir, xanim Diya Şivan bi nivîsekê di biwara heftemînsal da, hestên xwe mîna dayikek kurd bi cih anîn, hunermend Beşîr Dêrikî, bi dengê xwe yê çiyayê strana li ser Şêx bi rengê folklorî got. staran wî Şêx Ebdulrehmanê Garisî anî hizra me, dema şehîd bû û seydayê Cegerxwîn li ser nivîsî..pêşkêşê beşê yekê bi helbestekê diyarî bo herdû şehîdan, Şêx Maşûq û Mişel Temo kiribû xwend. di dawiya programê da, Hunermend Şîraz wêneyekî Şêx Maşûq, ku wî bi destê xwe nîgar kiribû, diyarî Şêx Mursid, kurê Şêx Maşûq kir û ji hêla komîta amadekar ve ala Kurdistanê diyarî da hunermend Şîraz Çeto….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…