Zimanê şêrîn

lazgîn dêrûnî

Di destpêkêde ez cejna zimanê kurdekî pîroz dikim û ez dibêjim hersal win û zimanê xwe saxbin lê bi pêşvetir.

Çiqas dayîk şêrîne wilo zimanê dayîkê jî şêrîne, mirov di zimanê dayîka xwede serbeste û peyva wê resene,çawa dayîka kesî nabê dayîka mirov lewra zimanê kesî jî nabê zimanê mirov,her netewek zimanek,em kurdin em jî xwidî zimanin,zimanê kurdî zimanekî saxe,zindiye ,serbixweye,dewlemende,gelek zarav têne ser soranî,kurmancî,behdînî, hewramî ,zazakî…….
Zimanê kurdî sitûneke bingihiyê di netewiya kurda de ,vî zimanî destane û çîrok û çîvanokû sitran û rist û helbest û metelokê kurda parastine ,ji hezarê salave nifş daye nifş hetta gihaye roja îro li ber destê me.
Kurdên bi rûmet:îro derfeteke zêrîn hatiye bi teybet ji bo me kurda tê xwestin em wê qizinckin ,em li zimanê xwe xwedî derkevin,navendên zanistî çêkin,dibistanan avabikin,bere xort û keçên me biçûk û mezin fêrî zimanê xwe bibin,fêrbûna zimanê kurdî giringe û pêwîste di vê qûnaxê de
Ji rewşenbîr û nivîskar û helbestvan û zimanzana tê xwestin kû bi rola xwe rabin ,wizeya xwe derxin bighînin gelê xwe ,bi karû xebateke xwertir ,ew hestê miletin,çavê milet li waye ji ber xwedî şiyanin, ji wan tê xwestin weke mûma xwe bi helînin da ronahiyê bidin dora xwe ,riya rast û dirist bidin xwiya ,ew çavê gelin rastî û ne rastiyê jev cuda dikin ,wek CEGERXWÎN bin ,wek XANÎ û HERÎRÎ û FEQHÊ TEYRABIN,nûbihara çêkin ji zarokên kurdare da serbest û azadbin di zimanê dayîka xwede.
18/5/2012
 lazgin60@gmail.com        

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…