Em li vir in!

  Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêb li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerande kurmancî, nivîskar kurmanciya wê xwend û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de, li Stembolê, di nav weşanên Avesta de çap bû.
Di edebiyatê de ceribandineke nû…

Beroj Akreyî li ser tecrubeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê, weha dipeyive:

Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê, yan maliştin û paqijkirina hotêlan e, yan şûştina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in.

 Hevalekî min ê îranî hebû ku li mala pîr û kêmendaman kar dikir. Ez gelek caran pê re rûdiniştim û min li rewş û jiyana wan pîrejin û kalemêrên ku jiyabûn û kar kiribûn û vêga jî, ji jiyana civakê îzole bûbûn, dipirsî.
Ez jî bêkar bûm û li karekî digeriyam ku bikarim av û nanekî peyda bikim, da ku binivîsim.
Yanî min bi mebesta kar û jiyan û nivîsandinê, berê xwe da vî karî. Karkirin ji bo pîrejin û kalemêrên nehez, ciwan, lêqewimî, têkşikestî, pozbilind û piştguhkirî. Hemû demên ku ji malekê diçûm maleke din, li nivîsandina wan difikirîm. Hevalên min ji min dipirsîn: Karê te çi ye? Min bersiv dida: Ez bi şûştina qûna siberoja xwe ve mijûl im.
Li wê yekê difikirîm ku her çawa jî bijîm, dawiya wê, di rewşa herî baş de digihim derpiyekî tijî gû. Yê min yan yê kesekî din? Çi ferq dike?
Ev kitêb berhema du sal karkirin û du sal nivîsandin e. Asayî ye ku dikaribû kitêba min ji vêya ku vêga li ber dest e, pirtir bûya. Lê difikirîm ku ev pîrejin yan kalemêrên ku bi roj ji wan re kar dikim û bi şev wan dinivîsim, serencama heftê, heştê yan not salên jiyanê ne: Devek ku divê pê bixwin, qûnek ku divê pê gû bikin û zihniyetek ku bi piştguhkirinê tijî ye û nizane çarşem çend şem e.
Min dît û ji min re eyan bû ku jiyana mirov di dawî de tenê tûneleke sar û seqem û tarî ye. Lewma jî min dixwest kitêbeke sar bi peyvên sar û tarî binivîsim.
Min ji destpêkê ve dizanibû ku pênûsa min tenê divê şahid be û wek kamerayê kar bike. Vebêjerê min kar dike û tiştekî li ser xwe nabêje. Bi ser de jî nabêje betilî me, nabêje hest bi çi dike, nabêje li çi difikire û di dawî bi xwe jî winda dibe û çîroka xwe di rûpela dawî de û bi peyvekê dinivîse: Kû der?    

Di bin siya mirinê de
Rexnegirê îranî Makan Ensarî ji bo “Em li vir in“ wiha dibêje: “Mirovên Beroj Akreyî di saetên dawî yên jiyana xwe de ne. Piraniya jin û mêrên pîr rastî pirsgirêka xurifînê hatine û dema wan ya buhurî ji bîra wan çûye. Ev çîrok di sînorekî zirav de, ku di navbera jiyan û mirinê de ye, derbas dibin. Her peyveke ku bilêv dikin, di bin siya mirinê de derbas dibe. Sîbera mirinê ew tişt e ku wate daye jiyana windakirî ya kesayetiyan û tevahiya vê kitêbê.“
Ev kitêb ji aliyê “Xelata Hoşeng Gulşîrî”, “Xelata Mîhrecana Edebiyatê” û “Xelata Nivîskar û Rexnegirên Îranê” ve hatiye namzetkirin.
Beroj Akreyî
Di sala 1963an de li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî têkçûna şoreşa Barzanî di sala 1975an de berê xwe daye Îranê û 15 salan wek penaber li Îranê jiyaye. Ji sala 1990 heya 2010an, li Swêdê jiyaye. Ev du sal in hatiye başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê rûdine.
Beroj Akreyî pênc kitêbên helbestan bi kurdî-soranî belav kirine. Du kitêbên çîrokan bi zimanê farisî li Tehranê belav kirine, ku herdu ji bo xelatên edebiyatê yên Îranê hatine namzetkirin. Berhemên Ehmed Şamlû, Huşeng Golşîrî, Firûx Ferrûxzad, Sa‘êdî û… wergerandine zimanê kurdî. Gelek hevpeyvîn jî bi nivîskarên navdar yên Îranê re kirine.
Em li vir in
Beroj Akreyî
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
ISBN: 978-605-5279-09-7
13×19.5, 96 rûpel, 10 TL
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…