Ji pirojeyên Komeleya Urkêş simînara Dr. Kemal Sîdo

Bi alîkariya şarestaniya bajarê Tübingen (Baden-Württemberg), beşê hevgirtin û wekheviyê, û dibistana gel ya bilind (vhs). Komeleya Urkêş ya çand û hunerê li Tübingen, karî pênc simînaran bi zimanê Elmanî organîze bike, bi navê cîhana kurdan (Miletek tenê bi gelek welatan).

Simînara yekem rêzdar Dr. Kemal Sîdo pêşkêşkir. Di mijarê de li ser rewşa gelê kurd li Turkiyê , û Soriyê, û Êraqê, û li Îranê axift.

Dr. Kemal Sîdo ji mêvanan re, rewşa gelê kurd piştî parkirina welatê wî di navbera dagirkiran  de da nasîn. Birh û zordariya siyasî ya liser wan tê şopandin şîrevekir.
Ereb kirina cî û warên kurdan, sitandina erd û gundan bi darê zorê ji xudanên wan, û qedexe kirina zimanê dayîkê. Bi vî awayê ne mirovayî ,gelek miov û malbat ji axa welatê xwe reviyan beyan bûn ,bûne mişehtê  hundirê welêt û koçber cîhanê. Bi salan mêtingerên Tirkiyê û Soriyê û Êraqê û Îranê sitemkariya ne mirovayî,û hemî rengên kuştin û tinekirinê di derbarê wan de bikar tînin. Hemî mafên wî yên mirovayî jê tên sitandin û dizîn, bi kuştegîrên lewitî û gemar, mîna Helepçe di sala 1988 an de li Kurdistana Êraqê, li vê deverê bihtirî 5000 kurd di rojekê de bi jehra zikreş û çavtengên ereb candan.
Dr. Kemal Sîdo bi awayek berfireh, rewş û xwestekên miletê kurd li rojhilata navîn (Tirkiyê, Soriyê, Êraqê, Îranê) dan  xuyakirin.
Piştî dawîkirina simînarê birêz Dr.Kemal rê ji pirz û gotinên mêvanan re vekir. Bi  hevparkirina pirs û bersivan, danûsitandin di derbarê rewşa kurdan de gelek pirsên şêlo ji mîvanan re zilal bûn.Girêdanek xurt ji hêla pişdarvanan bi simînarê ve hate xuyakirin, agahiyên nuh ji wan ve diyar bûn, bi seyr û şabûn û dilên germ şev bi hev re dawî kirin.
Hêjmarek baş ji kesên Elman û biyanên dîrtir, doza kurd û kurdistanê ji hêla wan ve ronî bî.
Li dawiyê nûnerê komîteya rêvebir yê komeleya Urkêş hêja Kawa ( Birahîm Ebdila) bi navê hemî endaman, bi zimanê Elmanî spasiya hatina Dr. Kemal Sîdo û hemî kesên amade bûyîn kir.Û di derbarê rola çandî û giringiya wê di jiyana gelê me de,û danasîna wê ji xelkên din re.  Bi van çend hevokan şev bidawî kir: Hêjmara kurdan bihtirî 40 Milyonaye, ji mafê wî ye li ser axa xwe bijî. Û welatek yê wî jî dinava cîhanê de bê dîtin û bi navkirin. Û bi zimanê xwe fêrî jiyanê bibe, û bi hemî şêweyan mafê xwe yê mirovayî, netewî, siyasî, çandî bi kar bîne. Spasî

 

Nizar Yosif

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...