BIRADOSTÊ MÎTANÎ
Li bajarokê girkê legê şeva 7/5/2012/ dîdargeha girkê legê ya rewşenbîrî şevek çandî lidarxist ser torevanê me yê hêja MELA EHMEDÊ PALO bi arîkariya kurê wî RÊZAN PALO û biriyê me ÛSIV BAVÊ EBDILWEHAB yên ji qamişlo hatin mêvantiya dîdargehê
-M.RÊZAN PALO bi ferehî axivî ser jiyan û zehmetiya nemir PALO û berhemên wî mîna_1_birîna niştimanî -2- bîr û bawerî -3- baxê evînê -4- baxê niştiman -5-civîna nemiran -6-ferhenga kurdî –tirkî -7-ferhenga kurdî –kurdî-8-ferhenga kurdî-erebî-9-pendê etar-10-rêzimanê kurdî…û piştre bersivên beşdaran didan
-ÛSIV bavê EBDILWEHAB wek cîran jêre nerînên xwe li ser nemir seydayê PALO dan ji civatêre.
– Helbestvan IZEDÎN binavê navend û dibistana kawe li girkê legê nirxek giranbuha da helbesta seyda li gor wî çend helbest jê xwendine û ji civatêre hinek ji wan xwendin.
-Helbestvan HEMDÎN got min gelek ji helbestên seydayê PALO nexwendine lê li gorî yê min xwendî ew gelek xweşin .
-Helbestvan D.ŞIYR bi kurtayî nirxdarî ser helbestên seyda kir û got wî digote seydayê CEGER XWÎN helbestên min ji yê te bêtir pêşketîne lê hingî wî karek toreyî fereh dikir lewra navdar nebû gelekî dikarekî toreyî taybet de û mirov zanê kû helbestên wî yê wî bixwebûn newek yê CEGER XWÎN bandora cizîrî lê xuyaye û dema mirov vekolîn berya deh salan bikra ser berhemên PALO ewê niha navdartir bane û wê li ser gora wî avahîka mezin hebane.
-Berêz RIDWAN got seydayê PALO jî hevbehrê kêmaya navdariya xwebû jiber wî keda xwe nedida û ez gelekî li mala wan mame û dostaniya min bi rêzan re pirbû ezanim çiqas seydayê PALO nexweşî kişand û li gorî partiya arî dikir lê divabû ew arîkarî bêtirbane.
-Ciya zana binavê hevgirtina jina kurd li girkêlegê sipasiya civatê û dîdargehê kir û piştî axavtina xwe helbesteka xwe bi kurtayî xwend.
-helbestvan BAVÊ ŞERVAN kêfxweşiya xwe diyar kir binavê dîdargehê û got xwezî me şevên halo ji gelek torevan û helbestvanan re li darxistane mîna MELA EBDILA yê HILÊLIYÊ û êdî pirsin ji mamosta rêzan PALO kirin .
-minjî(BIRADOTÊ MîTANî) binavê dîdargehê kêfxweşiya xwe diyarkir û got ev şevbiwêrk pêwîstiya wê ewe kû em torevanên xwe bidne naskirin ji kesên xwere li girkê legê û xwezî şevna din hebin helbestvan helbestên wan nirixdarî bikin û dive em li çanda xwe û berhemên torevanên xwe bibin xwedî .
-Helbestvan RÊÇAR BOTANÎ wek endamekî dîdargeha girkê legê û ya koçka mihemed şêxo ya hunerî sipasî kir û helbesteka xwe xwend .
-Helbestvan MEHMÛD ji koçka D.Nûredîn zaza ya rewşenbîrî got gotinên helbestên PALO hişkin û piştî axavtina xwe helbesteka xwe xwend.
-Dinavre ewqas pirs dihatin kirin ji mamosta rêzan ji wan pirsan mamosta lewend got çima hun hema barê giran li partiya dikin û dibêjin arî seydayê PALO nekirine m.rêzan got em hêviyan Jiwan dikin ew pêşengê vî miletîne lewra emê gazinê xwe ji wan bikin.
Dinav bernamêre mamosta BEXT REŞÊ KOÇER gelek malikên helbestan yê hatn xwendin li ser çil rojiya nemir PALO 1991 xwendin ew helbest bi şêwekî serkeftî.
-şev bişêweyek kêfxweş û bi sûdeyek wêjeyî derbasbû û mêvanan helwesta xwe diyarkirin binixek giran ji nemir mela EHMEDÊ PALOre û jimarek baş ji rêzmana kurdî ya wî ji xwere birin ……