*Çend têbînê (2)

M.Qasim.K.Cezîrê
m.qibnjezire@hotmail.com

Li devera rojhilata navîn, nexasim li Sûriyê. nêrîn ji hev cudane.carna rikberin jî…
 jibo dirêj nekim u belawela jî nebin, çend têbîniyê xwe raberî
 kesên bi xwazin bi xwînin, di kikim

 Siyaset avaye li gora ku  çi mefa jê hene. U gereke ew mefa  ji gel re be,ji welêt re bê,..wisa li Rojava  bi bingeh bûye.mixabin li rojhilata navîn u welatê şûndemayî mefa ezêtiyê bihtir, bi bingeh bûye.
Têbînî:
1-  Hêjî (U.S.A) hêza bihtir xurt di cihanê de, xwepêşandana Rûsî meremeka hilbijartinî bû …u gerra li pey ku çend pariyan jî  berxwe bêxe ,ji kêka bi dû guhertinê ku dibin li cihanîmnexasim li rojhilata navîn.!
2- Êran u partiya Hizbullah ne gelekî ji rojava dûrinm ,belkî bihevre hevbendin jî.bi rengekî ji rengan.
 Ne wisane  weke ku xwe didin pêşindan ji xelkê re …
hindek mefa bi peymana gel Sûrî, demek bihûrandin , belê şaşiyê ku kirin u hinek zêdegavî jî, ew kişandin dijîtiya U.S.A u hêza  Rojava hemî,  nexasim bi pêveçûna çekê newewî,yê  ku ne U.S.A jê raziye, u ne Isra,îl u hevbendê wan jî.
Belkî naxwazin Êranê bi çilmisênin bi temamî,
 ji ber devera Rojhilatanavîn. devereka giringe ji wanre ,naxwazin Turk geşbibin weke berê di dema Alî Osman de , hem Ereb jî hêzeka xurte dema hevbigirin, lê Êran jî ne di cihê baweriya wandeye,heta bi dawî .belkî eve kilît ji kurda re, ku derfetan ne bibihûrênin, xwe nêzîkî rojava bikin- nexasim USA. belê gelekî bi hostayî…!
bi temamî xwe ne spêrin wan ,u sînorê daxwazê xwe u yên wan, nas bikin:
 ligor wê  naskirina bi hostayî, karê xwe birêve bibin.
Ev hêvî, çirûskekî  dide, di van deman de, ji ber xuya dikêe ku hêzên xurt biryara xwe dane guhertinna bikin di cîhanî de, u bihtir di divera Rojhilatanavîn de , ,
 bê em xwe şaşbikin u gotinê qelew hildêrin, hêjî Rojava hêza herî bi kare, u xedî biryare, di cihanî de..
3- Iraq xuya dike ku nêzîkî Êraniye, belê firêm didestê Emrîka deye heta vê gavê-qûnaxê-,
belkî hevbendîyek hebe di navbera Êranê u Emerîka de, li ser bûyerên di deverê de dibin, çi li Efxanistanê,.çi li Misrê ,çi Yemenî u her devera rojhilatanavîn.
4- Turk xwe didin nasîn ku ser bixwene,  lê ne weke ku xuyadikin ,celwa wan bi destê Emrîka ye, hinek di bêjin ku rêcîma niha, bi serokatiya Erdogan,siyaseta sereke ya Emrîkî bi rêve dibe ,
bê guman bi hostayî ji herdu aliyan ve: Turk u Emrîka.
5- Li gor tê nasîn, rojava guhertinekî di bînê gereke ,behra kurda hindek têde xuya dike,
 çiqase?!
 Jêhatina karê kurda pir dike yan jî  hindik dike,
 lewra pêlewanî ji siyasetkar u siyasetzanên kurda re divê.
Rojava ( ewropa u U.S.A) mafê kurda hemî bi destwan ve naberdin, tenê qasê mefa jê bibînin. Xuyaye qasê ku ragirtinekî çêbike di navbera hêzên deverê de : Ereb ,Turk u Furs jî.
ji lewra weke sîstemeka Fîdîralî yan Otonomî yan nêzîkî wan, belkî erêbikin u pi şgiriyê  jî jêîre bikin…
Eger kurd bi xwazin vê derfetê ji destê xwe nekin, gereke hêzê xwe bidin serhev, bi rengekî berketî, Nexasim hêzên sereke: pdkynkpkk….u kurdên Sûrî hemû.
Ne bange ku kurd vegerin ola misilmanetiyê, belê pêhesandine ku misilmanetî  xwediyê behreka berçave di tevna dîrok u keltûra kurdî de ye, ji lewra eger ev rastî  bê hisab bê ,ji hevketina kurdî bihtir dom dike…
li gor vê nêrînê çi rengê keltora cuda, çi olî be, çi civakî be, yan bi çi rengên dinbin  belkî bihtir bandorek nebaş bike.
 ango gereke Dêmuqratî rêbaza kuredabe di qûnaxa werê de,
Belkî hinek zehmetî hene, lê ligor ku Roman di bêjin:
(( riya hezar mîlî bi gavekî destpê dike))  .
…………………………………….

*ne zimanzanim. belkî zanim hindekî bi xwînim,. Bi hêvîme ku limin bibûrin u bi spasdarî jî şaşiyê min raber min bikin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…