Siwarê hespê xelkê peya ye

Ezîz Xemcivîn

Ji gotinên pêşiyan ên bav û kalên me xweştir û bicîtir nînin..dema ko nivîskarek, helbestvan, roman nivîsek an stranbêjek bi zimanê xwe hestên xwe derdibirîn dike, çiqasî ne li asta afrandinê be jî, lê sûdakê digihîne tore û zimanê xwe..
helbet naxwazim bêjim ko her nivîsîn baş e, an bicî ye; lê merov bi giştî bi dareke piçûk di xaka tore de biçîne, bê guman ew dar heger ava rind û roka seza bigihê wê rojekê ji rojan bi mezinbûna xwe nav û dengiyekê bide..
Lê ne ko dibêjim bera nivîskarên me bi zimanê din nenivîsin, ev bi xwe şaştiyeke din e, ji ber hinek ji nivîskaran afirandinê di zimanê beyanî de jî dikin.. sedemê evê mijarê jî ew e ko ta niha zimanê me bi rengekî akadîmî nehatiye fêrkirin û bandora fêrbûna me bi zimanê biyanî li ser me em bêjin nebêjin heye..
Dixwazim mebesta xwe ji evê gotarê bêjim ko min li ser stranbêjên kurdan anî ên bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî distirên mînak rehmetiyê Ehmed Kaya, Hûlya Avşar, Mahzûn, Ismet Reşîd û Rêber Wehîd….h.d
Her yek ji wana cuda cuda dibêje ez kurd im û karim bi kurdî bistirêm, baş e dema evana bi kurdî bi çavên dilbera xwe re bipeyivyana, dema bi kurdî li derya hestên dilberê avjeniyê bikirana, tekez wê li bal xort û keçên me ên ko li stranên Erebî, Tirkî û Farisî guhdarî dikin û bi taybetî nifşê Setalat û Internet, wê çiqasî guherîn bi wan re çê bibe; çimkî gotina kurdî bi şîrê diya xwe re noşandine û pêsîrên ewê diyê herdem germa welat, azadî û evîna kurdewariyê guhastiye hiş û damarên merov.. lewra ez hez dikim ko hemû stranbêjên kurd tev ko dizanim evê gotar û bangê naxwînin, lê dibe ko bibihîzin lê divê bêjim hêvî dikim ko herdem strana kurdî bigihînin guhdar û hezkerên xwe..
Sedemê nivîsîna min li ser evê babetê kasêta nû a hunermendê kurd Rêber Wehîd e, a ko ji aliyê dezgeha sema de hate weşandin Rêber Wehîd hunermendekî kurd ji bajarê Qamişlo ye lê ta evê dema dawî bi zimanê Erebî distrand, ew xortekî jîr û deng xweş e, û gava yek wisan be û li hêlekê ji dibistana hunermendê mezin Seîd Yûsiv û rehmetî Mihemed Şêxo be gelo çi kêmî wî heye an çima wê here bi zimanê Erebî stranên xwe bibêje; tev ko ez ne dijî tu zimana me, lê her zimanekî têra wî hunermendên wî hene..
Kasêta Rêber Wehîd di nerîna min de heya astekê baş serketî ye, li gel ko ez ne kesekî muzîkvan im û ji muzîkê nagihêm lê guhdarekî baş im, hinek rexnê min li kasêtê hene ji aliyê levakirina wî ji peyvê re hîn bandora levakirina erebî li Rêber heye û bijartina wî ji gotinan re kêmanî têde heye li gor nerîna min dibe ez ne rast bim jî, lê bi giştî deng û awazan ser her tiştî vegirtiye û stranin ji ûjdan û hestin pir bilind mînak dengê bilbilan li ser dara azadî û evînê strandiye..

19/1/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…