hilweşandina rijêmê ye yan guhertina hişemendiyê ye jî

M.Emîm Sadûn

Şoreşa gelê Sûriyê dirêj kir, guman û nêrînên gelek çavdêr û zêrevanên siyasî  berovajî derxist, û herweha bîr û helwêstên gelek alî û hêzên siyasî jî tevilhev kir . şoreşê dom kir û di vê domdariya de tenê gelê Sûriyê qurbanî dan, û renc û êş kişandin, xort û lawên dilgerim û paqij, keç û dayîkên dilovan, tifal û pîrên bê zar û ziman bûn ardûyê şoreşê, mal  û can bi hev re di vê rêyê de dan .
gelê Sûriyê di nava agirê vê şoreşê de xwe bi tenê dît, kes ji ber derdeserî, girtin û kuştina gelê Sûriyê pê ve nebezî, û ti hêz û alî bi hewara wî ve jî nehatin , tenê wan hêz û aliyan carna zimanê xwe li ser rijêmê gij û tûj kirin, û carin dîtir zimanê xwe di gewriya xwe de daqurtandin, ziman di devê wan de bû marekê mirî . di berê de bav û kalên kurdan gotine 🙁 kesê ketiyan nîne) .
Gelê Sûriyê eve çil sale di nav pencên vê rijêma sitemkar de tê guvaştin û dibin nîrê simên giraniya barê zordariyê de dinalê, di wê demê de jî ti hêz û alî pêve ne dihatin , û ne ev tenê jî hin ji wan hêzan piştgirî û alîkariya vê rijêmê dikirin û têkiliyên xwe yên hemereng pêre xurt û qayîm dikirin .
  Raste, çaxa ku gelê Sûriyê bi şoreşa xwe rabû û serî di rûyê vê rijêmê de bilind kir, agehdariya kesekî ne kir û ew beryar bi vîna xwe sitand, û li benda ti aliyan jî ranewesta, û destên xwe jî li ber kesî ne vegirt, ji ber gelê Sûriyê bi xwe li derfetekî digera, ku bikarê zû ji vê rijêma gendelkar û diktator rizgar bibê, û mirov divê derbarê de ji bîr nekê ku astê sitem û zordariyê giha bû duryanên bêçare û metirsîdar .
Ji ber vê yekê, dema delîv peyda bû, gelê Sûriyê jê re amade bû, serî hilda û dest bi şoreşa xwe ya pîroz kir . vêca, dema îro gelê Sûriyê li meydana cengê, bi destên vale û singên rût di rûyê tank û topan de xwe bi tenê dibînê, ev ne gunehê wî ye û kêmayê jî  jê re çênakê, ji ber beryara sitandî, beryareka dîrokî ye û wê bi xet û tîpên zêrîn li ser lat û zinarên keviran bê kolan û bi rengê xwîna zelala şehîdan bê xemilandin. Erê, îro gelek nanxwer, tirsonek, dûvelank, xwefiroş û patoxwerên rijêmê hê beryara xwe ne dane, û ker û lal di binê malên xwe de rûniştine, kumê sernimziyê dane serê xwe û felsefeka rij û xav belav dikin, li hêncetan ji kerbûn û bêdengiya xwe re digerin. Lê gelê sûriyê baş dizanê kerbûna wan ji ber çiye, û çi eger û hokar li dûv jî hene, ji ber tiştek ne maye nixumandî, her tişt hatiye xuya kirin û tiştek veşartî di bin cilikê de jî ne maye, ta ku ew bikarin vê felsefa kelê û rût li ser gelê Sûriyê û şoreşgerên wê pêkbînin û pê re jî zimandirêjiya li ser vîn û rûmetiya wî bikin . belê, em di zanin hêz û aliyên nêvdewletî  û herêmî, ji ber parastina berjewendiyên xwe tucarî bi karê hewarhatinê ranabin, ji ber ne komelên xêrxwaziyê ne û ji bo xêr û yarmetiyên mirovane hatine avakirin, ew hikomet û desthilatdarî  ji bo parastina dewletên xwe dixebitin, wisa jî li gorî wan berjewendiyan nêzîkî  kêşe û giriftariyên gelan jî dibin . her dîsanê, em di zanin ku îro terafa agirê şerê di navbera şî””””””””a û suna de geş dibê, û aliyên ku pifdikin vê terafê û dixwazin vî şerî gur bikin pîrin, niha dema Meclisa Alîkariya kendavê yan jê Erdogan, yan jê dewletên ku di Şoreşa buhara Erebî de serketin, dixwazin piştgirî û alîkariya şoreşa Sûriyê bikin, ew bi xwe ne ji bo çavên gelê Sûriyê vê alîkariyê dixwazin, ji ber wek tê guman kirin, ew hêz li esmana digeran ku delîveka bi vî rengî bi dest wan bikevê, ji xwe re îro ew derfet li Erdê û li ber lingên xwe dîtin, ji ber wê jî, ew hêz û alî dev ji rijêma Ba””””””””as bernadin, û wê dûr yan jê nêzîk vê rijêmê bi tevaya dezgeh û bingehên wê ve dê hilweşînin, ev şer niha ji destê gelê Sûriyê jî der ketiye û ketye nav destên hêzên nêvdewletî û herêmî de, navenda cengê xaka welatê Sûriyê ye, lê yarîvanên serkî ne tenê gelê Sûriyê ye, û wê ew hêz û alî vê şoreşê li gorî berjewendiyên xwe bigerînin . di baweriya me de, ev rijêm wê hilweşê ku Çîn, Rosiya û Eyran bivin yan jê nevin ,rikeberiya sûriyê bibê yek yen jê bimînê û di çala çirava parçebûn û şaşiyan de vegevizê. lê rastîn hene, di gumana me de, wê ti hêz nikaribin wan rastiyayan paşguhê xwe ve bavêjin, ew jî ewin, ku niha ev miltê daketî celdan, û mal û canê xwe bi erzanî dayî û bûne hilgirê alaya şoreşê û berdewam kirina  vê şoreşê bi mal û canê xwe, û agirê vê şoreşê geş û gur dikin , ew dê bimînin xwediyê şoreşê û ti alî wê nikaribin wan ji bîr bikin , dibê ku hertişt weke wan neçê serî, lê di hizra me de, ew xwîn û xwêhdan beyhode li ber bayê wenda nabê. û her dîsanê di baweriya me de rikeberiya sûriyê di ber vê sistî û lawaziyê de berpirsyare, û ev parçebûn û ne gihandinhev jî îro ji alîkî ve kartêkirineka nêgatîv li karê şoreşvanan yê li kolanê dikê û ji aliyê dî ve li helwêsta hêzên nêvdewletî beramberî  pirsgirêka Sûriyê jî dibê,û pêhtir hêzên rikeberiyê yên berpirsyar di vê derbarê de û dibê cihê gazindê Meclisa Niştîmaiya Sûrî bi serokatiya Dr. Burhan Gelyon ne, ji ber ew hêzeka serekiye di şoreşa Sûriyê de û ta vê demê helwêsta  wê ji pêşerojê Sûriyê re ne zelale û  gelek alozî û pirsgirêk di navbera wan bi xwe  de peyda bûne, nexasim derbarî  sopaya azad û kêşa kurdî, û rengê çareser kirina vê kêşê, wek kêşa miletekî resem û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî . dibê ku hin ji aliyên rikeberiya Sûriyê simsariyê li cem Çîn û Rosyayê dikin, guman dikin û dixebitin ku di Sûriya bê de,wê hebûna xwe li ser qoq û cendekên şehîdan ava bikin û vê delîva teng li gorî bîr û boçûnên xwe bigerînin , lê ew ji wan re xewne û  çarenûsa wan jî, ne dûr û cudaye ji ya rijêmê , rastiya wan ji gelê sûriyê re û bi taybetî ji şoreşger û çalakvanan re eşker bû ye, perde li ser rûyê wan hate rakirin û ew jî wek rûyê dî yê rijêmê îro tên dîtin , û kar û helwêstên wan di herikin ser coka parastin û mana rijêmê.
Xuyaye, Meclisa Niştîmanîya Sûrî bi hişemendiya berê difikirê û hê jî ji wê çandê rizgar ne bû ye û xwe dibînê nûnerê rewa û bi tenê yê gelê sûriyê û şoreşa wî ya pîroz ,ji ber wê jî ta niha di nava gelek şaşî û kêmasiyên malwêran de dijî  û dikevê xwenan, û gelek bîr û ramanên gemar û çepel der dikê, lê belê, tevî vê jî, ew dê bimênê hêzeka serekî û bingehîn di rikeberiya Sûriyê de û wê di Sûriya nû de jî roleka berçav û xuya bilehîzê . lê dîsanê ev wê hêz û şiyanê nadiyê, ku bişê danpêdanê bi mafê gelê kurd nekê ,wek pêkhatiyek resen û serekî li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û netewa didwaye di welêt de , û ji mafê wî ye ku ew çarenûsa xwe bi vîna xwe destnîşan bikê . di Sûriya bê de, ti hêz û alî nikarin kêşa gelê kurd û hebûna kurdan  ya dîrokî paşguhê xwe ve bavêjin, îro dem hatiye ku miletê Sûriyê bigihê wê baweriyê ku bê çareser kirina kêşa kurdî , tucarî Sûriya nû ya pêşerojê ava nabê û aramî û seqamgêrî jî tê de cih nagirê. û gelê kurd jî gihaye wê barê, ku ew di bin ti merc û nîran de dev ji mafê xwe yê netewî bernadê, ji ber wek me berî niha jî gotî, îro derfeteka zêrîn peyda bû ye û pişteka mezin jî ji vî gelî re çê bû ye, vêca, ew qebûl nakê ev derfet ji dest derkevê , lê ta ku miletê kurd bikarê van maf û hêviyan pêk bînê, berî her tiştî divê navmala kurdî bi rêk û pêk bikê, hevrêzî û hevgirtina gelê kurd bi rengekê xurt û li ser bingehin asê û mukim lêbikê, û gotina kurdan berî her tiştî yekbê û dilê kurdan bi hev re bê. eger ev pêkbên, mirov bê dudilî dikarê dilniya bibê û ji niha ve mizgîniya serketina kurdan û bidestxistina mafê wan bidê gelê kurd, û dost û dilbêşn kêşa wî ya rewa .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…