Bêndera xaçkirî

Ezîz Xemcivîn

Di dema ko mirov li beşekî ji ragihandina kurdî ya bêwate, ko navê gelek bênavan diafirîne, dirame, yekser ragihandina rêjîmên Rojhilatê têne bîra mirov.
Çawa destgeh û saziyên rêjîman di karê pesindariyê de jêhatî û çalak in û dikarin ji libeke genim embarekê biafirînin. Herweha beşek ji ragihandina kurdî ya ko bi ser partiyan ve girêdayî ye, ew jî heman ev karê wê ye…

Mebesta min bi giştî ye, dibe ko xwendevan, an guhdar û temaşevan pir caran ji alavên ragihandina kurdî bêzar û dilsar dibin. Wek min ji heman sedemên pesin û şabaşiyê beraber jî di çewisandin û tunekirina hin kesayetiyên rewşenbîrî de jêhatî ne.

“Bênder” navûnîşana dîwana helbestvana Kurd “Diya Ciwan” e.
“Bênder” tê bi wateya “bêhinder” di piraniya gundan de û di navbera hemû malan de panaveke bêalî heye, ew nayê çandin, gundî malan li derûdora wê ava dikin û di nav wan de ew “bênder “ beşdar e…
“Diya Ciwan” navûnîşana dîwana xwe ji wir û bi evê wateyê an jî ji bêndera sinbilên komkirî biriye. Ji ber vê hindê xwestiye ko “Bênder” naveroka dîwanê bide. Dibe bi nerîna xwe   “wek helbestvan” li wê dinere, lê belê ne “ne wek Diya Ciwan ya xwendevan “.

Di têgihana rexneyî de bi giştî rexne, ravekirin, pesin, xuyakirina penî, şirove kirin e…
Rexne bi xwe ew rêdayîne li ber afrêner e. Ronîkirina rê li ber nivîskarên mezin û piçûk e, bi hêvî me ko rexneya min li ser vê dîwanê ji hêmanên (hîmên) di vê derbarê de û ji çarçova babetî dernekeve.

Helbesta nûjen mercên wê hene, ne ko mirov bi rêzkirina çend hevokan dikare bêje min helbest nivîsandiye. Bi taybetî yê/a ko fêrî helbesta kilasîk bûye û dest bi helbesta nûjen bike. Dibe wek wî/ê kesê ko bi mezinahî xwe hînî ajotinê bike. Ev bi xwe li ser gelek kesên ko berê xwe dane helbesta nûjen di bîr û boçûna wan de nivîsandina helbestê wilo bê merc û hêsan e.  
“Diya Ciwan” jî yek ji van helbestvanên ko dikare şîret an mîna pendan ji xwendevanan re bêje.

Pakrewan

“ Her dilopek ji xwîna şehîdekî
Deryak ji gemara bindestiyê dişo”
R49
…………………………………………….

Pertûka min

“Yê ko rahêje pertûkek min
 û bixwîne
wê êşek wî bide dest ya dî
ta ku wî bighînin welatê min”

Ji serê pertûkê heta bi dawiya wê min tu cih nedît, ko têkevim kûrahiya wêneyeke helbestî û ne min wêneyek an lîstika bi gotin û hevokekê dît, Hemû hevok qeşartî bê westandin û bê kûrtêçûn, ravekirî li ber destê xwendevan raxistine…
” Ji nezaniya xwe me dijmin zane didît” …R74
……………………………..

Heger rojekê ku min nekarî
li ser tu kesê dî bigrîm!
divê ku ez li ser xwe bigrîm
R82

Çima em wisa bi nezanî li xwendevanan dinerin, gelo xwendevan di wê asta “her bijî û aferîn” de wek serdemên berê maye?
Ji helbestê heta bi gotinên civatan “Diya Ciwan” tu navbilî nexistiye vê hêlê de û di gelek hevokan de tu dibêjî li civatekê rûniştiye û bi wê civatê re diaxive…
Amade me ku heft sala wî li pişta xwe bikim, û li dora cîhanê bigerînim, yê ku ji min bibêje, ka çend rû ji guhtinê re hene” R92

Ka helbest û helbestvan li kû ne, kî ye? Yê ko tê derxe wê wî li pişta xwe bike…
Ev helbest e, an têderxistinok e?

“Vê derziyê çi kiriye û çi nekiriye, bi vî qelafetê biçûk karê gêsnekî kiriye”…….
…………….
“Ez tu carî wê bi şûrê Şamê nadim”
R95

Karê derziyê û yê gîsin berevajî hev e yek cot dike û yek dirûnê dike. Lê çi girêdana herdûyan di nivîsa “Diya Ciwan” de heye?
“Ku carekê ji min winda dibe, bi hewarî lê digerim.”
“Bi hewarî” li derziyê digere!
 
Ji helbestên “Diya Ciwan” yê ko bi awayê metelokan nivîsandine:

Zehmete ku mirov rondikê xwe daqurtîne, lê zehmetire ku rondikên mirov mirov daqurtênin” R94

 ” Hindek çêdibin da bimrin û hinek dimrin, da ku bijîn” R98

Ku mirov di nava êtûnê de be, çêtire ku êtûn di nava mirov de be” R108

“Tirsa minî herî mezin ew e ku Rojekê valahî jiyana min tijî bike”
R109
Têbînî: Ev di dîwanê de her yek helbestek e!
Di nav rûpelên dîwanê de min hin helbest bi cûreyê çîroknivîsînê jî  dîtin…
Yek ji wan helbestan navê kovarên ko li Sûriyê derketine, bi awayekî çîrokî tîne ziman:

“Stêrê da xwe û rabû.. çû şevbuhêrka xwişka xwe Gelawêj… herdûka milên xwe dane hev ber bi Aso ve çûn… Li wir her sê bi hev şêwirîn û berê xwe dane Pirseke nû “.. Ji wir jî herçara qesta Zanînê kirin..h.d R73
Wisa (çîrokhelbesta) xwe berdewam dike…
…………………… …………………
– Stêr, Gelawêj, Aso û Pirs
… Ev navê hinek kovarên ko li Sûriyê derdikevin.
Helbet ev helbest tu rêbaza helbestê tê de nîn e… Çîroka “Diya Ciwan” ya ko li ser kovaran gotiye ji wilo dirêjtir e, lê min ev ji çîrokê bijart.

Di nivîseke dî de jî, û dûr ji hemû mercên helbestiyane, bi gotinin bê tu asta wêjeyî, bi şêweyê gotûbêjeke şanoyî aniye ziman:

“Kuhnevanekî ji berpirsiyarê xwe re got: Ezbenî, weke hewe gotî me kir.
– De vêca herin berevajiya wê bêjin.
Roja dî:
– Ezbenî me weke vajiya duhû got.
De vêca herin ya pêr gotî lê vegerin.
Ezbenî, li xwe hay bûne, ku em serê wan ji gotinên vala dadigrin…”
…………………………….
…………………………….. R45
Di vê gotûbêjê de ji xwendevanan re asta helbestiyane eşkere dibe ko ew rewanê helbestî û afrênerî li bal nivîskarê pir qels û lawaz e…
Ew bi xwe li ser gotinên vala diaxive û ji bîr dike ko gotinên wê bi xwe jî vala ne.
Tu livandina hest nakin, tu armanc û têgehê nadin… Ne jî muzîkeke şayik ji hevokê re heye.
Gotina “Kuhnevanek” bi xwe jî şaş e, dikarî bû bigota “Konevanek” maka gotinê “Kone” ye…
“Diya Ciwan” li ser pênûsa xwe gotiye:

“Pir caran pênûsa min dibe mîna kevirekî ku tu wê navêje binê bîrekê de
Serê xwe di zikê xwe de diveşêre, bêdeng û liv dimîne ez destê xwe ji wê dişom…
Bawer dikim ku ew ber bi mirinê ve diçe,
Ez gora wê di rex ya diya xwe de dikolim…” R25

Dîsa jî bi şêweyê çîrokê dixwaze pesnê pênûsa xwe bide, û ji bîr dike ko ew qaşo helbestvan e.
Xwendevan bi hêviya helbestxwendinê ne, lê li çîrok û çîvanokan rast tên.
Helbesteke dî ew jî mînaka pendên qels, an mîna gotinên ko li ser navê pêximber hatine gotin, lê bêbingeh û lawaz in dibêje:
 
Mirovê hêja mîna rokê ye, dema ku ji cihê xwe winda dibe di cihekî dî re derdikeve.”

Wekîniya mirov bi rojê re, di windabûnê de, roj di cihê xwe de digere û mirov gerok e. Heta bi rêbazeke zanistî ev wekînî û beraberkirin jihevketî ye…
Ev nivîs ji helbestê re nehatiye amade kirin. Mirov çi qas bixwaze xwe bixapîne û bêje ev gotinên normal helbest in, an mîna helbestan in, ev têgeh jî şaş e… Li ser çi mercan mirov dikare navê helbestê li wan bike?
Bê guman min tu navlêkirin ji van helbestên “Diya Ciwan” re nedît.
Eger “Helbesta Nûjen” ba, wê wêneyên helbestî û wateyeke bi leke, matmayîn û mendehoşî, mûzîkeke hundirîn, hogiriya peyvan û li hev hatina hevokan hebaya lê tu merc ji van nîn in.
Eger ya “Hayko” ba gerek mercên wê hebûna, ji sê rêzan dernekeve û malikên wê 5-7-5 kît bin…
Helbestine “Diya Ciwan” bi awayê kilasîk jî di dîwanê de hene, ji wan helbestên ko pesinê xwe daye û gotiye ez li vir û xelîfe li Bexdê. Ew helbestên ko dem di ser wan re pir buhirî ye
helbesta “Jinek Kurd”

Jinek kurdim serbilind im
hunermend im mûm û find im
bîrewer im ji xwe bawer im
bêrext û ber im tekoşerim… R87

Di malikekê de gotiye
 “Gula sor im arê gor im
Gula sor dibe, lê çawa arê gor e? Dibe mebesta wê “Arê gûr e”.

Hema çi gotin hatiye ber devê wê nivîsandiye, ji ber ko ew dizane, helbest li bal me Kurdan ji warê çepik û pesindariyan derneketiye:

Ez bi vîn im bi evîn im
Dimêjînim dehejînim
Stêra geş im bihna xweş im
Ez bi neqş im weê laleş im R88

…… …… ….. …….
Bê guman helbesta wê ya kilasîk (kêşsazî)  ji hêla tirazû û rêzbendiyê ve jî şikestî û têkçûyî ye…  
Helbesteke dî li ser kurê xwe û çend helbest li ser neviyên xwe jî nivîsandine:

Kurê min
Rabe ser xwe kurê min
Ronahiya çavê min
perçek ji nava dilê min
Semyan û pêmayê min
…………….R100
Xêza sisyan tirazûya wê heşt kît e, û yên din heft in. Rêzbendiya malikê pal daye ser cînava “min” lê ji ber ko helbestvana me bi tu bingehên ko helbest li ser tê avakirin nizane û dikarim bêjim ko di babeta helbestê de nexwende ye, ketiye evê şaşitiyê. Helbet min ev berê di gotarine xwe de li ser hin helbestvanên din jî wisa nivîsandibû. Ji ber heman şaşitî bi wan re derbas bûne.
“kur, çav, dil û pêma” di vê mailka helbestê de ne yek rêzbend in û “min” beşdar e ne rêzbend e.

Torevanê Kurd “Osman Sebrî” digot:
Helbest ji toreya (wêje) bilind e, çima em Kurd wisa bi hêsanî û arzanî wê dibînin?

Hin têbîniyên balkêş:

Çardeh (14) helbest bi navûnîşana (Welato)
Sê (3) helbest bi navûnîşana (Barzanî)
Deh (10) helbest bi navûnîşana (Helbest, Helbesta min, Helbestvano)
Şeş (6) helbest bi navûnîşana (Evîn, Evîna Dihok, Evîna mezin)
Çar (4) helbest bi navûnîşana (Pênûs, pênûsa min)
Sê (3) helbest bi navûnîşana (Gul, gul û zindan, gulav)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Jiyan)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Baran)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Pîrê)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Şev)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Hêsrên min)
Du (2) helbest bi navûnîşana (Azadî)

-Navûnîşana gelek helbestan bi stûnî û tîpên xwaromaro hatine nivîsandin wek ko xaçirêkê nîgar dike…
-Ev dîwan ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê ye .
-Li gor ko min bihîst yek ji pertûkên projeya Şahmaran, ya weşanxaneya“Avesta” ye
………………………………………………………..

*“Diya Ciwan” wek hatiye nas kirin, Siyasetmedar û nivîskareke Kurd e.

23.04.2012
xemcivin@live.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…