Rewşenbîrên me

Rodi Yezidi

Tîştên go ji herkesî re dîyare û naskirî ye, avetîna lotîkên bê hêsab, mîna gelek lotîkên Rewşennebîrên me.
Rewşenbîrî ewe go mirov di rewşê de bighîje û bikaribe wê rewşê bîne ziman û bighîne gel û xwendevanan. Ji bo wê rewşa go xwe dixiyê weke rewşnas û zana go carna jî piştî xebatekê giranbuha,
Di ber pirs û mafên gelê xwe de û di ber wan bîr û bawerya xwe de berxwadanê bike,
Lê mîxabin wekî hûn dizanin lotîkên rewşenbîrên me têne lî himber hev bêhezin û li himber her karekî rêxistinî go partiyên me yên kurdî davêjin, dibe go kar û xebata gelek partiyên me, ne serkeftî be lê em bi vî rengî êrîşi wan bikin û vî ruhê dûjminatiyê di nava hev de bçînin wê nekeve xizmeta yekîtîya me. Dê ji alîkî din ve rewşenbîrên me yên xwe davêjin hembêza maldaran û barsivikan ji partiyên go karê wan li gorî demê ye.
Lê pêwiste go her kes bizanibe go rewşenbîr gotiye alîkarî û piştgirtiya wî kesî û wê partiya bargiran bike. Insanê go barê wî sivik be wê kar û xebata wî jî sivik be.
Raste piştgiriya wan jî pêwîste, lê ne koletî û li ser hesabê hesaba.
Xwe bi serkeftina wan bihêz bike û li hember partiyên go bi sala xebat kirine lê ji ber rewşa dinyayê ya nuh li alîkî mane.
Rewşenbîrê li dijî wan şer bike wekî ciyê xwe di nava karwanê barsivik de bibîne. Mixabin gelek kesên xwe rewşenbîr dibînin li derve û hundurê Kurdîstanê, dîtin go divê her kes bizanibe go piştgiriya partî û rêxistinên Kurdîstana Îraqê em pêre ne heger têkeve xizmeta pirsa yekîtiya me û piştek jî ji wan re li himber dujminên me.
Di nerîna min de ev dem demeke gelkî hesase û ji bo yekîtiyê ji me xebat û karekî dijwar tê xwestin. Yekîtiya pirsa siyaseta me, ez nabêjim ya her çar perçan, lê pêwîste em li ser gelek xalan li hev bikin û bighin hev, ji ber dem wê dixwaze. Dibe go gelek nerîn û bîr û bîçûnên me ne yekbin. Lê dîsa ewê nebe sedemek go em dujminatiya hev bikin.
Divê em wê gemara bi salan ku dujminê me xistiye nava me û birakujiya qirêj û rojên reş bi bîra xwe bînin ta go rewşenebîrên Kurd yên go agirê şerê sîyasî bikar tînin û agirê cudabûnê gur dikin.
ez dixwazim bêjim wan go riya rewşenbîriya Kurd di yekîtiya me re derbas dibe Rewşenbîrê ji bo yekîtiya gelê xwe nenevîsîne û gel li ser wê yekê şiyar neke,
wê herdem binkeftî be û neserkeftî be. Lê bawerbin go gelê me ji van xala re gelkî zane ye û dikare bersiva wan kesan bide. Wê gelê me bi yekîtiya xwe wan kesên berjewendperest bitevizîne. Û bila baş bizanibin go wê navê wan bi navê rewşennebîran têkeve dîroka reş
 Serêkanyê
07-01-2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…