Xûşik û birayên hêja.
Mêhvanên buhagiran.
Keçên şoreşger û qehreman.
Mêhvanên buhagiran.
Keçên şoreşger û qehreman.
Destpêkê, em bi navê Hevrêziya Keça Kurd li Dêrikê cejna rojnamegeriya kurdî li tevaya gelê kurd pîroz dikin, û bi taybetî cejna rojnamevanên kurd li herçar parçên kurdistanê.
(22)ê nîsanê cejna rojnamegeriya kurdî ye , di vê roja pêroz de, berî (114)salan li paytexta welatê Misrê, li Qahîre rojnamek bi navê (Kurdistan) li ser destê Mîrê kurd, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate weşandin.
Ev rojname bû çirak ronî û geş ji miletê kud li herçar parçên kurdistanê re, li ber ronahiya vê çirayê kaniyên hêviyên gelê kurd derbûn, û dil û hişê wî pîre jenîn.
Rojnama Kurdistan bû çav û gavên miletê kurd û zimanhalê wî li herderî, doza hevrêzî û hevgirtina gelê kurd kir, û ji zanyar û rewşenbîrên kurdan xwest, ku xwendin û zanînê di nav gelê kurd de belav bikin.
Mîrê kurd çavkaniya Malbata Bedirxaniyan derkir, li ber xwêhdan û hêstirên dayîkên dilovan dara rojnamegeriya kurdî avda .rewşenbîrên kurd jî ew roja pîroz, wek roja rojnamrgeriya kurdî helbijartin û eve bi dehên salane, di wê rojê de şahî û ahengên rewşenbîrî û hunerî tên girêdan , ji ber ew rojname bû maka rojnamegeriya kurdî û tovê wê li herçar parçên kurdistanê û li der ve jî belav bû , li ber çemê wê çavkaniya zelal, gelek gul û kulîlkên rengîn û şêrîn derketin, û bêhna xweş barandin. Ewin Gulîstanin rengînen, Gelawêjin diçirisînin, Buharin xemrevînin, Gurzek Gulin delalin, xunanin nerim û nazin, Pirsin ciwanin, Hevindin Hewarin, zanîn û zimanin, jînin û jiyanin, Aso ne dûrin, Newrozin Cejnin, Sitêrin geşin, Roja nû ne, Dengê Zelalin. Van kovar û rojnaman tev bi hev re zevya rojnamegeriya kurdî xemilandin.
Di vê derfeta zêrîn de, em careka dîtir jî bi navê Hevrêziya keça kurd li Dêrikê, silavin şoreşgerî û kurdperwerî li canê mirov û xwedanên pênûsên azad û serbest dikin, silavin gerim li canê wan mirovan bê, yên ku bi merd û mêranî ala rojnamegeriya kurdî hilgirtin . ji wana cegerxîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Tîrêj, Keleş, Rizoyê Osê, Emerê Lalê, Rewşen Bedirxan, Reşîdê kurd, Bêbuhar, Mele Ehmedê Palo û serwerê wan Mîr Miqdad Bedirxan .
Silav ji wan mirovên ku îro saxin û ew rê girtine, û niha bi merd û mêranî wê rê dişopînin û wê alê li ser milê xwe bilind dikin . silav ji we tevan re .
Sipasî ji guhdariya we re .
Bijî kurd û Kurdistan .

Hevrêziya keça kurd li Dêrikê.