Kurd çawe bûba xwedî maf

  Mihemed Ebdê

Gelê kurd di rojavayê kurdistanê de wê çawe bûba xwedî maf, û em dijîn  di bin destên rêjîmek wisa evîndarê xwînê û xwîn mijîye !

Rêjîmek  tenê  xwe dibîne xwedî maf  ku kuştinê û kujtaran û kirtinê bike,û gelê xwe revend û penaper bike li ser sînorên cînarê xwe û jêre ne xem be!
 Û dixwaze her kes çavên xwe jê bigre! Yan wê wan bibîne neyar ji xwe re û wê ewjî bibe neyar ji wan re,û rewatîyê di de xwe, û dibêje  peylanan dijî min dikin û dihûnin.  
wek em dibînin di dest pêke Şoreşa  buhare Erebî de,  destpêk Tûnis û Misir û Lîbiya ta bi Yemenê her yek jiwan bi şêweyekî bi dawî bû ji bilî vê rêjîma Sûrî hîn şoreşa wê bi ser ne ketîye.
wek em tev dizanin ev bû 14 ` e meh Şoreşa gelê Sûrî li dara bê ku ti qizincan jê bike ji bilî parçabûn  û nakokî yê pêve. ji ber ev rêjîm şaxê xwe berdaye her deverê ta ku nahêle ne siyeset medar  ne şoreşvan ne jî dewletên cîhanê bigihin hev, û berpêkên ku dide xwe û peylanin ku rêjîm li wan dike,  ji bo negihin ti birîyarê, ku di jî wê be,ji  ber ev rêjîm xwe xwedî kirîye li ser xap û rîpa,  û xwe fêrî peylanan û lîstikên sîyasî li ser masa cîhanî  kirî ye!Û baş pispor bi we di xapan de, û gelê cîhanê bi nerînên xwe yê derew mijûl bike.   
ji bo vê yekê ez dikarim bibêjim ku gelê kurd di rojavayê kurdistanê de wê çawe mafê xwe ji vê rêjîma xwedî dîrok derw di sozan de û her kesî rîp û xapên wî naskirine,mala me bê wê tevgerame çawe mafê me anîbe ez vê nizanim?
Ji ber ku di serhildana gelê kurd li rojavayê kurdistanê de 2004, yekemîn şoreş bû di rojhilata navîn de û gelê kurd sînga xwe li ber tanq û guleyan sekinand lê mixabin tenê bûna gelê kurd divê şoreşê de hişt ku rêjîm bi serkeve,û keskî piştgirîya vê şoreşê nekir,lê ew bû ezmûnek ji gelê kurd re ku zanîbe çawe di şoreşan de hebe û amade be,ez dibêjim gel,ne tevger!
Lê ji nûvre diyar di be pirsên ku man di dilê gel de birrtir ji 50 `î salî ve,  çime tevgera kurdî  parça di be, çime kurd di navkokîyan de dijîn? û qelsbûna tevgera kurdî ,û parçe bûna gelê kurd ,ku bi netewa xwe ve bi hezarê salan hatiye girêdan û evîndarê netewa xwe ya!
ev şoreşa ku îro em di nav de ne, berdewame, û diyardibe ku bersiva gelek pirsên ku li pişt perdan de veşartî bûn.ew kesê ku di ramiyan di rewşa kurdan de,ji wan re dibêjim em bi gelê xwe yê rojavayê kurdistanê ser bilindin,gelo çima!?
Ji ber ku ev gelê ku di bin sitema vê rêjîma xwîn minj û bê ol,bijîya,wê netenê netwa xwe ji bîr kirbane,wê ziman û dîrok û her tiştên xwe windakirbe?

Di dawîya vê gotarê de ez dixwazim bibêjim, ku azadiya gelê kurd di rojavayê kurdistanê de nêze,ji ber ku kêşeya gelê kurd di hat ji bîrkirin,lê mabûna gel li ser netw û armancên xwe û mafê xwe,ew dimîne a rast, û nema gelê kurd bin dest dimîne ji îro û pêve!?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…